Keleha Nenecanî

Melîk AYKOÇ nivîsand —

Pêncşem 9 Kanûn 2021 - 23:09

  • Gundê Nenecanî li rojhilatê Patnosê li ber pêşa çiyayê Eledaxê ye. Dibe ku ev nav weke kurdîzekirina Tirkî jî were fêmkirin, lê anegorî hin daneyan peyva "dax" ne Tirkî ye.

Gundê Nenecanî li rojhilatê Patnosê li ber pêşa çiyayê Eledaxê ye. Dibe ku ev nav weke kurdîzekirina Tirkî jî were fêmkirin, lê anegorî hin daneyan peyva "dax" ne Tirkî ye. Hin etîmolog bawer dikin ku ji Sanskrîtiya kevn hatiye wergirtin. Di zimanên koma Sanskrîtî de îro jî wiha tê bikaranîn: Hindî = Pahad /Pahdag, Bengali: Parbat /parbatax. Urdu = Pîbaxj, Paştu = Xre /daxre. Di zimanên wek zimanên koma Tirkî tên zanîn de jî wiha ye; Moxolî= Uul, Kirgizî = Too, Ozbekî = Tog, Kazaxî= Taw.“ Di tirkî de esas peyva "Ulu", "ulug" navê çiya ye, peyva "dax" dû re ketiye zimanê wan. Di Kurdî de peyva "dax" di çend wateyan de tê bikaranîn. Yek bi şîşek di agir de sorkirî birînek kewakirin, guhên ajalan daxkirin. Didu, Tix /tax /daxa genim: Dema genimî di bêderê de wek qurçekê kom dikin. Divê etîmologên Tirkan ti carî ciddî neyên girtin. Peyva "ele" jî, li hin deverên Kurdistanê wek navê bilindahiyan tê bikaranîn. Wekî mînak; çiyayê Elegazê, Elegirê, Eledax, zozanê Eleyê. Bajarê Eleşgirtê. Dibe ev peyv bi peyva "êl" ve têkildar be, weke cihên "êlên" me datîne. Ev tenê agahî ne, ne rik û îddîa ye.

Çiya û zozanên Eledaxê di stranên 300, 400 sal berê de jî derbas dibin. Derdora çiyayê Eledaxê Ji Urartuyan û vir ve cih û warên Kurdan e. Hele zozanê Eledaxê xwedanê bi sedan mexelan e, bi sedan birr pez li vir çêriyane. Hê di sedala 18´an de li vir 600 malên koçerên Kurdên Êzdî dijiyan. Di dema Xaldiyan /Urartuyan de jî birrên pez li vir diçeriyan. Hê jî li dor wê ezbet û eşîrên konfederasyona Husunan (Hesenan) dijîn.

Min çima berê behsa vê mijarê kir? Ji ber ku ev çiya jî baskekî sîlsîla çiyayê Tendurekê ye û volkanîk e. Di dema Xaldiyan de li vir kevirên "Obsîden"ê hatine derxistin û di atolyeyên li keleha Nenecaniyê de wek gerdenî, bazin, morî û mircan hatine teraştin û sutin. Ev morî û mircanên obsîdenê bi rengên reş, belek, gewr, sor û gewez in. Yanî ev keleha Nenecanî hem wekî cihekî atolye û hem jî ji bo parastina zozanvaniyan hatiye bikaranîn.

Gundê Nenecanî bi qasê 15 km li rojhilatê Patnose ye. Keleha Nenecanî jî bi qasê kilometre û nîvê li rojhilatê gundê Nenecanî li ser girekî zinarîn hatiye lêkirin. Ji deryayê bilindahiya cihê kelehê li dora 1930 metreyî ye û keleh ji zemînê hawîrdora xwe bi qasê 50 metreyî bilintir e. Mirov li ser kelehê hemû berpalên başûrrojavayê Eledaxê, derdorên başûr hetanî çiyayê Sîpanê dibîne. Keleh keleheke ne mezin e. Di nava kelehên piçûk ê wek qereqolan de ye. Dirêjahiya wê li ser rojhilat û rojava ye û 43 metreyan dirêj e. Berahiya wê jî li ser bereya bakur û başûr e û 26 metre ye. Cihê kelehê li ser rasteya gir ya xwezayî ye û xisusî nehatiya kolan û sererastkirin. Beşek sûra kelehê ya rojava hê jî li pê ye. Girê bin kelehê li aliyê rojhilat û başûr gelekî tîk û asê ye, weke sûreke xwezayî ye û parastineke xwezayî dide kelehê. Deriyê kelehê li aliyê Rojava vedibe, ji xwe tenê ev alî rê dide ku mirov derkeve ser kelehê.

Mixabin, lêkolînên pirr bingehîn lê çênebûne. Ji wê, em nizanin ka di hundir de çi avahî hebûne, her wiha tunêla di kelehan de heye, li vir hebûn û nebûna wê nayê zanîn. Nîşaneyên sarincan jî xuya nakin. Di dema teraştin û sutina kevirên obsîden de çi av bi kar anîne, ew av çawa anîne, ew jî nayê zanîn. Bes cihherka çemekî havînan tê ber zuhabûnê ji Rojhilat tê di başûrê kelehê re derbas dibe, dikeve ser ava di nava gundê Nenecanê re tê.

Tişteki taybet jî ev e: Li ser zinarên li bakurê kelehê rolyefeke mar bi murcê hatiye kolandin. Ji paşmayiyên reng xuya ye ku reş hatiye boyaxkirin. Ev taybetî, nişaneke baweriya Kurdan e, hê îro jî li Lalişê heye. Xwerû jî dema zarokek tê dinê, bi şev ji bo dayikê ji giyan û cinên xirab biparêze, li dora dayik û dergûşê werisekî reş digerînin, hê radikevin. Ev jî, ev baweriya gelê me ya dirokî bê kêmasî radigîhîne.

Li rojhilatê kelehê nekropoleke mezin a ji serdema Xaldî /Urartuyan maye, heye.  Ev jî nîşana li nêzîkî kelehê hebûna bajarekî kevnê qedîm e. Mixabin gencînegeren, ev gor cih bi cih hetanê metre û nîvê kûr kolane, gelek gor rûxandine. Xwerû jî pîthosên wek urna û ji bo zarokê mirî hatine bikaranîn, parçe kirine. Dîsa, gorên din jî vekirine, gelek ferfûr kuz, ferayên ji goran derketine, şikandine. Yanê bi giştî zirareke mezin dane nekropolê, ji parçeyên ferfûran mirov têdigihîje ku ji Serdema Tûnc ya dawîye û Serdema Hesin a destpêk û navîn maye. Ji vê nekropolê wê de nekropoleke ji Serdema Navîn a piştî Mîladê jî heye. Ev jî tê wê wateyê, demeke dirêj ev dever hatiye bikaranîn.

Li ser vê kelehê agahiyên berdest ev in. Ez hêvî dikim ku rojekê ev keleh jî bi her awayî were kolan û rastiyên di xwe de veşartî, werin zelalkirin, da em dîroka xwe baştir binasin. Bi vê heviyê, hetanî keleheke din bimînin di nava xweşiyê de.

parvê bike

Melîk AYKOÇ

Nivîsên Melîk AYKOÇ

Keleha Argûnê
18 teşrînê

Li ser Îdir/Egîda
11 teşrînê

Kavilên Mendekê
4 teşrînê

Keleha Sarê
7 cotmeh

Keleha Haremî
30 îlonê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.