• Li herêmê, çiyayê "Erîdû", berê navê xwedawend "Erîdû" bû. Ew weke Zigurata herî berz û nêzîkê rojê dihat dîtin. 

Li herêmê, çiyayê "Erîdû", berê navê xwedawend "Erîdû" bû. Ew weke Zigurata herî berz û nêzîkê rojê dihat dîtin.

Carna mîna ku ji ber derd û kulên gelê li heremê binale û serî girtibe, lê dibe mij û moran, carnan jî bi belekiyên berfa li ser lûtkeya xwe wekî dayîkên laçik girêdayî bi rojê re dikene. Erîdû navê Sîpanê yê dema Xaldî/ Urartuyan e. Di wê serdemê de xwedawendê berziyan bû, pîroz bû, lema jî Xaldiyan çaravêlê wê bi keleh û perestgehan xemilandiye.

Dîroz û daxwazên gel li ser lûtkeya wî diteyîsî ser rojê. Ew hê jî pîroz e û pîroz serî hildaye.

Em ê îro jî li gundê Dizgînê yê li berpalê bakur ê çiyayê Sîpanê bin, û li vî gundê Patnosê têkevin nava lêgerînên dîrokî. Me hefteya bihurî, agahiyên keleha Dizgînê ya mezin û hinek jî hawîrdora wî ragihandibûn. Lê li vir bi navbera kilometrek du kîlometreyan, sê keleh hene. Yek ji xwe keleha mezin bû. Ezê îrô jî herdu kelehên din bi agahiyên kurt jî be, bidim nasandin. Yanê Dizgîn II. û III. Da em xaka xwe û welatê xwe binasin.

Dizgîn II.

Ev Keleh bi qasî 600 - 700 metreyan li Rojavayê gundê Dizgînê û 600 metreyan jî li bakurê keleha Dizgîn I. e. Li ser girekî zinarînê asê ava bûye. Dibe ku ev gir beriya bi 11 000 salan di dema teqîn, lav avêtina çiyayê Sîpanê de pêkhatibe. Lewra, kevirên wê tev de bazaltên reş in. bilindahiya girê keleh li ser e, qederê 2270 metre ye. Gir bi xwe ji zemîna li dora xwe bi qasê 50-60 metreyî bilindtir e. Dirêjahiya kelehê ji bakur ber bi başûr ve 163 metre ye. Berahiya wê jî ji rojhilat berbi rojava ye û 156 metre ye. Ev keleh jî weke keleha Dizgîn I. serwerê hawîrdora xwe ye. Ji ber ku dor zinarîn e ji bo parastine cihekî gelek destdayî ye. 

Li ser kelehê lêkolînên arkeolojîk pêk nehatiye. Tenê pisporên lêkolînên arkeolojîk hatine, lê nêrîne, pîvane, rapora xwe girtine û çûne. Anegorî rapora wan; di serdema avakirina Keleha Dizgîn I. de yanî di destpêka serdema hesin de dest bi avakirina kelehê hatiye kirin, di serdema hesin ya navîn de avakirina kelehê qediyaye. Lê dû re jî avahî lê hatine zêdekirin. Mixabin ji ber lêkolînên arkeolojîk pêk nehatine, ji wê, em nizanin ka çi avahî di nava kelehê de hene.

Bes gencînegeren li vir jî zirareke mezin dane avahiyên nava kelehê. Xwezî agir bi mala wan gencînegerên heram bikeve.

Keleha Dizginê III.

Ev keleh, keleheke piçûk e. Li gel wê, nêzîkê Kelehên I. û II. ye. Li ba Urartu/ Xaldiyan li gelek cihan kelehên mezin û kelehên weke qereqoleke parastinê hene. Mînak Keleha Seyidbegê û ya  Hêrek ya li gundê Gimgimê Baskan. Ev keleh weke pêşparastina kelehê din xuya dike. Zinarên keleh li ser wan hatiye avakirin jî vê destnîşan dike.

Ev keleh bi qasê 300 – 400 metreyî li bakurê keleha Dizgîn II. e. Bilindahiya cihê wê ji deryayê qederê 2240 metreyî ye. Girê keleh li ser e ji zemîna dora xwe bi qasê 10 metreyan bilintir e. Girê li ser jî zinarîn e. Bes hawîrdora wê bi çem û çemokan bi kaniyan dagirtî ye. Keleh xwerû di warê parastinê de hetanî bê gotin, destdayî ye. Newalên hawîrdor yên zinarîn, hemû zuxrên dûr li vir xuya dikin. Lema dibe ku ev tenê ji bo parastina kelehên din jî hatibe avakirin. Gelek dîwarên surê wê hê wekî destpêkê li pê ne. Mirov ji teraştin û bicihkirina zinarên di dîwarên sûran de hatine lêkirin, têdigihîje ku ew û kelehên din di heman serdemê de hatine lêkirin. 

Lêkolînên arkeolojîk yên ku bikanin agahîyên bingehîn û berfireh bidin, li vir jî pêk nehatine. Arkologên dewletê yên berpirsiyar tenê hatine, lê nêrîne anegorê agahiyê li rû bi dest xistine, rapora xwe girtine û çûne. Heta pîvana mezinahiya kelehê jî nedane. Bes pîvana avahiyeke di hundirê kelehê de dane. Anegorê vê agahiyê: "Di kelehê de li bakurê kelehê bi dirêjahiya li ser Rojhilat û rojava 36 metre, ji bakur ber bi başûr 27 metre berahiyê xirbeyên avahiyeke mezin hene." bê vê jî ti agahiyeke din a arkeolojîk nedane. Mixabin agahiyên li ser herdu kelehan ev in. Di rastiyê de li heremê nekropol jî hene. Dibe ku li vir kevnebajarek di bin axê de jî hebe. Lê hetanê xwedanê wê axê û wê dîrokê dest neavêjiyê wê rastî dernekevin holê. Bi hêviya em vê derfetê bi dest bixin, hetanî keleheke din bimînin di nava xweşiyê de.