Keleha Kordzotê, keleheke di awayê "çarşikelta" bi grêkî "akropolis" yanê bajarê li cihê bilind, di nava sûrên kelehê de ye. Mirov dikane bibêje, ew jî mînakeke çarşîkelta Bîlîsê û Xarpêtê ye ku ew kelehana li ser bingehê kelehên Xoriyan bi aliyê Xaldiyan/Ûrartûyan ve hatibûn avakirin. Nave Kordzot /Kordzout /Kordzewt nevekî ji zimanê Xaldiyan e. Bêgûman, têkiliya peyva "Kord û Kurd" hêjayê lêkolinê ye. Bi hêviya kesayetiyên pispor berê xwe bidin vê mijarê. Key Menua li ser zinarê li gundê Qerexanê hatiye dîtin, nivîsandiye ku wî li vir bajarekî nû û pîroz ava kiriye.
Li ser kelehê wisa lêkolînên arkolojîk yên bingehîn ên her bersivê bide, tinin. Bes hêjayê gotinê ye ku mirov bêje, arkologê Ingilîz C. A. Burney berê li ser kelehê lêkolîneke rû û hawîrdorê pêk aniye û ew agahiyên zanistî bi Ingilîzî weşandine. Di naverokê de, parçeyên ferfûran, teraştina keviran, bicihkirina hîmên kelehê û hilbijartina cih wek îsbata keleheke Xaldî destnîşan kiriye.
Keleh 9 km li başûrê Muradiyeyê, li ser girê Zengî/Zengabera bi bilindahiya 1759 metreyî hatiye lêkirin. Cihê kelehê di zuxrekî li başûrrojhilatê deşta Muradiyeyê de ye. Mirov li ser kelehê dikane tevahiya deşta Muradiyeyê, zuxrên çemokên tên dikevin ser Çemê Bendêmahî, gir û çiyayên li bakur û li rojava bibîne. Li gel wê, ev keleha Kordzewt li ser rêyên Xaldiyan e. Ango di cihekî gelekî stratejîk de hatiye lêkirin. Ji wê, mirov dikane bêje; ev keleh hem wek keleheke leşkerî û parastinê, hem jî ji bo raçavandina çandiniya li deşta 80 kîlometrekareyî hatiye lêkirin. Her wiha li dor vê deştê gelek kozikên parastinê yên ji dema Xaldiyan mayî hene.
Binê kelehê ji zinarên 40-50 metre bilind ên weke sûrê kelehekê ne, rê nadin, hatiye lêkirin. Dirêjahiya kelehê li dora 300 metreyî, berahî jî cih bi cih dibe 200 metre. Di nava kelehê de gelek bingehên avahiyan hene, lê hê bi lêkolîneke arkeolojîk nehatiye kolandin. Ji wê jî agahiyên heyî li ser rûyê kelehê bi giştî ne. Her wiha parçeyên ferfûr, cêr û kûzan ji dema Îşpûnî û Key Menua mane. Terasştina zinarên di sûra kelehê de jî wê demê deştnîşan dikin.
Kevirên nivîsandî yên li Qerexanê û li devera Kevanê ku bi aliyê Menua ve hatine nivîsandin, rasterast behsa vê kelehê û bajarokê bi nave Asunî/Asunya dikin. Her wiha di nivîsên din de jî behsa vî bajarî tê kirin. Kavilên vî bajarê Asunya li pêş keleha Kordzewtê li herêmeke 8 hektarî belav bûne. Hê jî li benda lêkolînên arkeolojîk in. Menua di wan nivîsên xwe de behsa du "dergehên" mezin û pîroz jî dike. Ev jî tê wê wateyê ku li vê devera weke devera Kandaharê jî tê zanîn, perestgeheke gelekî pîroz hebûye.
Li ser raporeke elaqedar, 9´ê Sibata 2017´an ev devera kavilên bajarê Arsunî û keleha Kordzewtê weke herêma sît ya parastinê hat ragihandin.
Di bingehê xwe de gotina hemû rê diçin Romayê qopyayeke bajarê Wanê û Tûşpayê ye. Di dîrokê de yekem serweriya bi rêk û pêk rê çêkirine, hemû rêyên ji bakur, başûr, rojhilat û rojava anîne, gihandine Tuşpayê yanê Wanê. Ev keleha Kordzewtê jî di cihekî wisa de hatibû lêkirin. Rêyên ji Rojhilatê Kurdistanê dihatin vir, digihîştin rêya ji aliya Patnos Ercîşê dihat û li aliyekî berê xwe dida Tûşpayê, di dawiya deştê de ji rêya Ercîş û Patnosê diqetiya, di ser Mûradiyê Çaldiranê re berê xwe dida Agirî û Bazîdê.
Di vir de pirsek jî derdikeve pêşiya me. Em dizanin; Mûradiye ji du hereman pêk tê, ya aliyê bakur "Bargirî" ya başûr jî ev herêma herî kevn ango herêma Kandaharê ye. Ya girîng jî li vê navenda wê du dergeh û perestgeheke pîroz hebûye ku Key Menua bi xwe vê dinivîse. Kandahara Efxanistanê ne bi qasê vê Kandahara Wanê kevn e. Pirs: Gelo ew "Kandahara" pîroz ya di baweriya Êzdiyan û Zerdeştiyan de, ev der e, yan Kandahara Efxanistanê ye? Bi dîtina min ev der e û ev hêjayê lêkolînê ye.
Kavilên bajarekî girîng ên Xaldiyan, du dergehên mezin, perestgeke herî pîroz, keleheke li ser bilindahiyekê wisa ye ku tîrêjên rojê cara yekem li wir dide. Û roj di navenda baweriya me de ye! Hê pirraniya sûrên wê li pê ne. Lê em jê bêhay, tenê di nava rûpelan de lê digerin û dibînin. Bi hêviya ev pirs bibin egerên lêkolînên arkeolojîk ên bingehîn û em bi wan lêkolînan bigihîjin rastiyan. Hetanê keleheke din bimînin di nava xêr û xweşiyê de.