Keleha Keyna /Darahînî

Melîk AYKOÇ nivîsand —

În 29 Gulan 2020 - 01:43

Ji ber ku pirraniya navên cîgehan jî bi zanistî hatine tevlihevkirin, em berê li ser navê kelehê çend gotinan bêjin: Min di mijara keleha Gêncê de ragihandibû ku Gundê Darahînî 30 km. li Rojhilatê Gêncê ye. Ew agahî rast e. Tirkan navê wî gundê “Dara Hînî” kirine “Kale köyü.” Ti têkilya vê keleha di ber Gêncê de ku carna bi heman navî tê binavkirin bi wê gundî re tine. Dara ji peyva “dar” tê. Di zarava Kirdkî de ji kanîyê re “hênî, hînî, heynî” dibêjin. Her kesê ku li ser nivîsîye ji van bilêvkirinan yekî bikaraniye. Hemû gundiyên herêmê jî peyva “Dara” di wateya “dar” de bikartîne. Wê demê jî tê wateya “Kaniya bi dar.”  Di nava gel de berê ji vê kaniyê re “Hêniya Keyna” (Kaniya Keçikan) hatiye gotin. Hê jî salmezinên gundên li derdorê jê re “Hêniya Keyna” dibêjin. Piştî damezrandina dewleta qewmperest a Tirk, wan navê Dara III. li vê kelehê lêkirine û keleha “Dara Hînî” gotine û ev ketiye nav zimanê gel jî.

Ji bandora vê gotina Tirkan tê bawerkirin ku keça şahê Persan Dara III. li vir maye û wî ev keleh ji bo lêmayîna keça xwe lêkiriye, lema jêra “Keleha Darahînî” jî dibêjin. Tirkan jî bi vê mabestê navê wê kirine “Kiral kizi Kalesî” Li ser keça Dara III. mirov dikane vê bêje. Ti belge tine. Ya dudiyan jî ji hişmendiyê pir dûr e. Lewra; 1 – Ev keleh 500 sal berê Dara III. hatiya lêkirin. 2 – Persepolîs ji vir herî kêm 2 hezar kolometre dûr e. 3 – Ev keleheke li ser sînor e. Yanê tenê şibandin heye. Peyva “dar” ya di vir de tê bikaranîn têkiliya xwe tenê û tenê bi darên li dor kaniyê re heye. Lingê Dara III. jî bi vir neketiye. Her wisa jî ti têkiliya lêkirina kelehê bi awayê avadaniya Persan re tine.

Ev keleh bi qasî 3 km li Rojhilatê Gêncê dikeve. Çemoka Konsperê di bakurê girê keleh li ser e re derbas dibe. Çemoka Diyarbûkê /Darveyvê jî di başûr û Rojavayê girê keleh li ser e re diherike û dikeve ser çemokê Konsperê û berê xwe didin bajarê Gêncê û li Rojhilatê Gêncê dikeve ser çemê Arsînê (Mûradê). Mirov dikane li ser gir hemû zuxrên li bakurê çemê Arsînê, zuxrên Rojhilat û ji aliyê Qulpê, her wiha Zuxrên ji aliyê Amed û Hênê ve jî bibîne. Cihekî gelek stratejîk e. Jixwe Ûrartûyan di avakirina her kelehên xwe de cihên herî stratejîk û ewle hilbijartine. Ev jî taybetiyeke kelehên Ûrartûyan e.

Keleha Keyna jî hemtaşê keleha Gêncê û Palûyê ye. Ji teraştin û lêkirina keviran tê fêmkirin ku her sê keleh di heman demê de hatine avakirin. Ango lêkirina her sê kelehan jî di heman karekterîstîkê de ne. Lêkirineke dema Key Menua ye. Yanê 700 – 750 Berê Mîladê hatiye lêkirin. Cara yekem gerînendeyê Muzeya Elezîze û pisporê dîrok û zimanê Mîtaniyan û Ûrartûyan Saha Bulut di sala 1988 de li ser vê kelehê lekolîneke rû û avahiya sûrên wê pêktîne. Ew jî radigîhîne ku ev keleheke dema keyê Ûrartûyan Menua ye. Restorekirin û ji Turîzmê re vekirina kelehê pêşniyazê rayedaran dike. Lê ew tenê weke pêşniyazekê dimîne. Ne rayedarên dewletê ne jî şaredariyên ji rastiya dîrokê dûr vê pêşniyazê cidi digirin û ji ruxandinê re rû bi rû dihêlin. Niha tenê cih bi cîh beşeke dîwar li pê mane. Zinarên Bazalt û yên kevirêqûmê hetanê devê çem gilor bûne. Eger xwedî hebe. Dikane bi hêsanî were restorekirin.

Li vir jî gelek ferfûr û parçeyên kûz û hîzên bi rengê sorahiya Ûrartûyan, xetên kulerîyên li dor stûyê kûzan hatine dîtin. Lema mirov bi hêsandî dikane bibêje, ev keleh ji Serdema Hesin ya yekem maye ku ev ji rastê dema Key Menûa tê. Xwinêrên ev rêze lêkolîn şopandinin dizanin ku di hemû kelehên Ûrartûyan de, odeyên veşartî û tunêla diçe devê çem heye. Lê ji ber ku wekî hemû kelehên din ev keleh jî ji ruxandinê re hatiye hîştin, lêkolînên bingehîn ên li ser kelehê pêkneanîne. Her wiha şaredariyên îslama siyasî jî dijminê dîrokê û ehlê talan û ruxandinê de hatine ser kar. Jiwê lê xwedî derneketine.

Li ser Înternetê nijadperesatên Tirk bi awayeke sextekarî dinivîsînin ku Hesnê Dirêj ev keleh ji bo Keça împaratorê Rûm ya li Derya Reş Despîna avakiriye, ev dereweke bi terî ye. Wan êdî Înternet jî bi derew û sextekariyên xwe lewitandine. Ji wê tenê li çavkaniyên cidî binêrin, ti car nekeve defikên wan. Çavkaniyên mirov cidî bigirin jî gelek in.

Mixabin ku em di her nivîsê de behsa serûbinkirina berhem û rastiyên dîroka kevnar dikin. Hemû netewdewletên bêbingehekî dîrokî, tim dîrokek li ser derewan, li ser ked û xwîna gelên din, li ser diziyê avakirine. Ji bo ku rastiya van derewan dernekeve jî hemû agahiyên dîrokî kirinin nava guman û tevliheviyan. Hete keleheke din di nava xêr û tenduristiyê de bimînin.

parvê bike

Melîk AYKOÇ

Nivîsên Melîk AYKOÇ

Keleha Argûnê
18 teşrînê

Li ser Îdir/Egîda
11 teşrînê

Kavilên Mendekê
4 teşrînê

Keleha Sarê
7 cotmeh

Keleha Haremî
30 îlonê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.