- Gundê Gurgure bi qasê pênc kîlometreyan li başûrrojhilatê gola Masiyan e û 49 kîlometreyan li rojavayê bajarê Bazîdê ye.
Gundê Gurgure bi qasê pênc kîlometreyan li başûrrojhilatê gola Masiyan e û 49 kîlometreyan li rojavayê bajarê Bazîdê ye. Peyva “gurgure” li Serhedê ji bo “avşar, çirav” yanê şelaleyan tê bikaranîn, navê xwe ji deng, ava ji zinar de bi gurinî tê xwarê, digire. Çemê ji “Gola Masiyan” derdikeve, li nêzî gund di avşareke piçûk a ji kevirên lavayê de tê xwarê. Ev Çem, berê navê “Çemê Golê”, li pey wê navê “Çemê Gulîciyê” digire. Li devera Mîsunê jê re “Çemê Duşembê” jî dibêjin, Hin jî wekî wergera peyva Tirkî peyva “Çemê Avazer” (Sarisu) bi kar tînin. Ev çem, avên ji çiyayê Tendûrek û Agiriyê tên jî digire, di ber Bazîdê re derbas dibe, li Rojhilatê Kurdistanê navê wê dibe “Çemê Bazîdê” û dikeve ser çemê li heremê navdar Zengîmarê, çemê Zengîmarê jî di dawiyê de digîhîje ser çemê Arasê û diherike nava Derya Kaspînê (Hezar).
Gundê Gurgure gundekî piçûk e, li berpalê rojavayê çemê ji gola Masiyan derketiye û ji Gurgure hatiye xwarê, ava bûye. Ji ber ku çem ji golê derdikeve, gundiyên Gurgure jê re “Çemê Golê” dibêjin. Gund, esas mezra gundê din e. Beriya komkujiya Ezdîyên Serhedê gundî wekî gundên hawîrdor bi tevahî Êzdî bûn, lê niha Misliman in. Li nêzê gundê Gurgure, çend gundên piçûk ên weke mezra hene.
Keleh jî li ser girekî zinarîn ê li bakûrê Çemê Golê û li başûrrojavayê gundê Gurgure li ser girekî zinarîn ê lavayî hatiye avakirin. Bi zimanekî din, ev gir li ser şaxekî rêze çiyayê Agirî ye. Anegorî agahiyên berdest, ev rêzeçiyayê berdewama çiyayê Agiriyê, 3000 salan beriya Mîladê volkanîk çalak bûye, dibe ku ev şax û benda li pêş Gola Masiyan wê serdemê pêk hatibe. Pirraniya geologan jî wisa bawer dikin. Ev mijareke din a pêkhatina erdnîgariyê ye.
Mixabin ku ti lêkolîneke arkeolojîk a zanistî li ser keleha Gurgure tine, tenê agahiyên weke nav cih û çend gotinên bi kêm zanyarî hene.
Keleh bi qasê 700, 800 metre li başûrrojavayê Gundê Gurgure û li bakûrê Çemê Golê Li ser girekî bi zinarên bazalt û andazît hatiye lêkirin. Ev keleh ji kelehên Mezin e. Sûra bakur hê nîvenîv li pê ye, bi qasê 300 metreyan dirêj e, di wêneyên satelîtan de jî xuya dike. Li aliyên rojava û bakur çend rêz jî bin, hê dîwarên sûrê cih bi cih li pê ne, her çendî aliyê başûrê gir gelekî tîk bilind dibe jî, bê hîm kevirekî sûrê li pê nemaye. Dibe ku zinarên wê ji bo avahiyan jî hatibin birin.
Dîwarên sûra wê bi kevirên andazît ên bi awayekî hostayî hatine tiraştin, hatine lêkirin. Pirraniya zinaran, zinarên mezin ên bi qasê 2 ta 2,5 metreyan dirêj in, hinên wan jî 1,5 metreyan fireh in. Cih bi cih jî di nava zinarên mezin de kevirên ku peyayek jî bikane rake, hatine bikaranîn. Ev awa lêkirin, rastê serdema Key Argîştî (Xaldî) tê, yanî serdema hesin ya navîn. Di navendê de hîmên gelek avahiyan hene, lê ji ber ku lêkolîneke arkeolojîk pêknehatiye, em nizanin ka ew çi avahî ne. Di kelehên serdema navîn a hesin de tunel û mehzenên binê kelehê jî hatine kolan, lê li vir hebûn û tinebûna wan nayê zanîn.
Ev keleh bi aliyê gernîndeya avahî û cihgehê çandî parastinê ve piştî raporên pisporan tê xwendin, di 13´ê Nîsana 2021´ê de anegorî qanûna parastina cihgehên dîrokî û çandî, bi hêjmara 1316936´an parsela malê gund a bi hêjmara pafta Î51d03 bi nimiroya 1. û parsela şexsî ya bi pafta Î51d03a bi nimiroyên 4 – 5 wek devera sît a Parêzgeha Agirî, navçeya Bazîdê hatiye pejirandin û hatiye parastin. Ev nîşana wê yekê ye ku ew ê bi awayê mayî were parastin. Lê Mixabin gencîneger ev der jî bernedane, gelek cihên girîng ser û bin kirine.
Hûn dibînin ne tenê em, xwezaya me, çiyayên me, çanda me, Erdnîgariya me, berhemên dîroka me jî di bin barê dagirkerî, têgihîştina dagirkeriyê afirandî, nezanîn, talan û rûxandina gencînegerên bêbav de li ber têkçûnê ne. Bi têkçûna wan re belgeyên dîroka me jî wenda dibin. Jixwe, dijmin jî vê dixwaze. Bi hêviya ku her kes bi vê têgihîştinê li cihên dîrokî xwedî derkeve, hetanî keleheke din bimînin di nava xweşiyê de.