Navê vî gundê Milazgirê ya li ser sînorê Patnosê, anagorî Nîşanyan ji sala 1912ʼan û vir ve weke “Bostankaya” tê bi navkirin. Di vê navberê de ez hînê hin dek û dolabên Nîşanyan jî bûm. Lema ez li pey navê wê ketim. Lê rast hatim ku ji berê ve navê wê deverê navê xwe ji Girêsorê ku keleh li ser e digire. Nişanyan di xizmeta zimanê tirkî de li tiştên din digere. Derdê wî armanca wî ya veşartî ye. Ez sê hefte li navê wî gundî geriyam navên weke “Gundê Kelê, Bostan, Bostanan, Bostankelê, Bostankel, Xirabe” her wiha peyva Girêsor jî derket pêşiya min, heta ev nav di rapora pisporên arkolojiyê de jî cih girtiye. Navê girê ku keleh li ser e Girêsor e, gund jî navê xwe ji vir digire. Ji ber vî navî, ji gund re gundê Girêsor jî dibêjin, piştî lêkolînê derket holê ku navê herî kevn jî ev e. Min jî peyva Girêsor bikaranî. Ev gund ji berê ve gundekî Kurdan ne, lê berê komkujiya Ermeniyan hin malên Ermenî jî li vir hebûne. Gund li bakurrojhilatê Milazgirê ye û ji Milazgirê 18 km dûr e, 20 km jî dûrê Patnosê ye. Yanê di navbera herdu cigehan de ye.
Li vî gundî ne tenê keleh, bingehê bajarekî kevn ê ta ji dema Ûrartuyan maye jî heye. Ev hîmên bajarê dîrokî hem li dor kelehe, hem li devera di navbera başûrê rêya gund û kelehê de, hem jî li başûrê kelehê xuya dike. Dema arkologê îngîlîz Burney li vir dest bi kolandinê kiriye, levhayekê Key Menûwa daye nivîsandin jî dîtiye. Ev levhaya nivîsandî niha li Muzeya “Anadolu Medeniyetler Muzesî” ya li Enqereyê ye. Lê hin tiştên ji dîrokzanan tên veşartin jî, dîtine, ew jî kes nizane, li ku ne, di kîjan jûra kozmîk de ne. Sedî sed bi dîroka Kurd re têkildar e, lema vedişêrin.
Dema mirov wan derenceyên ku dadikevin jûrên li bin kelehê, dibîne, fêm dike ku mîna qopyayeke Keleha Tuşpayê ye. Dibe ku heman hostayan jî çêkiribin. Li gel wan derenceyan li Rojhilatê Kelehê perestgeheke servekirî heye. Ev jî girîngiya vê herêma nêşanê me dide. Ji ber vê rastiya wê, ku ev dever roja 24.6.1989 de bi biryara 162. weke herêma “kult” yanê cihê efsanevî ya ku divê were parastin, hatiye pejirandin. Di tapoyê de di bin vê hêjmarê de J49D04D hatiye tomarkirin. Cara dawiyê jî, piştî rapora heyeta pisporan ya, “Parastina çandî ya bilind” ve roja 5.11.1999 û bi hêjmara 658 ev dever, di pîleya 1. ya parastinê de hatiye pejirandin.
Di nêrîna Arkologan de ev ji cîhên herî nasraw yê dema Urartuyan yek e. Keleh li başûrrojavayê gund e. Hetanî nava gund dirêj dibe. Keleh li ser girekî zinarîn e û ji dûr ve jî dixuye. Girêsor ê ku li ser keleh û bajarê hawîrdor ava bûye, di teşeyê elîpsî de ye, û ji bakurrojhilat berbi başûrrojava ve dirêj dibe. Zinarê başûr û Rojava ku bingehên kelehê pêktînin, tîk weke dîwar bilind dibe. Li başûr û Rojhilat di zinar de derenceyên wek qopya derenceyên Keleha Tujpayê bilind dibe, her wiha dadikeve jûrên binî jî. Ji ber ku wê demê ji vî çilindarê gelek kevirên dîwaran hatine derxistin û birin, tê bawerkirin ku li ser kana keviran hatiye lêkirin. Lê mixabin ku dîwarê kelehê hîç nemane, ji ber ku kevir jî li der û dorê tine, tê bawerkirin ku zinarên di sûrên kelehê de hatine bikaranîn, ji bo avahiyan birine. Li başûrrojavayê kelehê du sarincên 11 metre ji hev dûr hene. Yek bi pîvana 1, 20 - 1,60 X 2,20 m yî ye yek jî 1 – 1,00 X 1,50 mêtreyî ye.
Me li jor behsa perestgehê kiribû, ev Perestgeh di nava baxirên li Rojholatê kelehê de bi hinek kolan û çalkirina baxir û bi pîvana 21, 00 X 31, 00 mêtreyê hatiye amadekirin. Ev wek çarnîşkek xwar, ne paralêlkenar hatiye amadekirin. Li Rojavayê zemîna vê perestgehê di zinarê 4, 30 metre bilind de bi awayê simetrîk, ji başûrê vê dest pê dike, hetanê bakur çar çalên di zinêr de hatiye kolan hene. Bi vê pîvanê ne: 0,60 x 1,20 m., 0,70 x 1,30 û 0,70 x 1,10 mêtreyî ne. Ev çalavana 0, 30 mêtre kûr in. Ev ne wek çalên ji bo kêranan, yanê ne stêl in. Di navenda Rojhilatê vê perestgehê de jî bi derencên 2, 50 m. bilindahiyê mirov derdikeve cihekî bilind û gelek baş hatiye sererastkirin. Li dor vê cihê rast jî derence hene. Dibe ku ev derence ji bo derketina şêniyan hatibin çêkirin.
Di hundirên jûrên kelehê û li hawîrdor ferfûr, kûz, cêr û parçeyên sêniyên bi sorahiya Urartuyan ya Serdema Navîn ya Hesin hatine dîtin. Hem nîşaneyên kolana jûran, teraştina derenceyan, ferfûrên hatine dîtin, her wiha ew nivîsa dema serwer Menuwa (B.M. 810 – 785) vê nêrîna me piştrast dike. Her wiha rêya dema Ûrartuyan ya di vir re derbes dibe jî nîşaneya vê ye.
Ev çend car in ez dinvîsînim. Ji kerema xwe, kesên li parêzgeha Betlîs, Wan û Agiriyê ne bi min re têkevin têkiliyê, pêdiviya min tenê bi navên kurdî yên; gir çem, newalên li dor girê kelehan, heye. Herî zêde ev dema min digirin û min dêşînin. Bi hêviya em di keleheke din de hev bibînin, bimînin di nava tendûristî û xweşiyê de.