Navê gund ne navekî nû ye, yanê Tirkan ev nav lê nekiriye, di resmiyetê de “Gicik” hatiye nivîsandin. Min berê xwest ez bingehê vî navî bizanim. Mixabin ku tenê hin dîtinên gundiyan û mirovên der û dorê ketin destê min. Yek, tê gotin ku li dor çem û kaniyan qicî (Tuzik) heye, navê gund ji wir tê. Ya diduyan jî gotin; ku ji peyva “gijik” ê tê, yanê porê tevlihev ne şehkirî dûre reng guheriye û bûye “gicik”. Bi rastî vî navî bala min kişand. 1 – Tê zanîn ku di zimanê kurdî de gelek caran tîpên “j” û “c” cih diguherin. Ya diduyan jî dibe ku navê herî kevn yê navçeya Qeyseriyê “Emiler” di dema Medan de “Sergijikan” bû. Dibe ev nav jî navekî herî kevn be, lewra li herêmê gelek kavîlên kevn hene. Ya sisiyan, jî gotin ku ji peyva qilçixê tê, yanê simêlê gihapisikê û şîromê. Ya çaran jî, gotin ji navê mirovekê tê. Ya pêncan jî gotin ji peyva “qico” yanê piçûk tê. Gelek şiroveyên xweş, lê bê belgeh. Bêguman peyva “gicik” a di tirkî de jî derxistin pêş, yanê kesên zirtek, gotin tehl. Lê em dizanin pirr berê ku Tirk û Terekeme di hin gundên Ermeniyan de were bicihkirin jî ji vir re “Qicix” gotine. Ji wê mirov nikane bi peyva tirkî ve girêde.
Du gundên bi navê “Gicik” hene. Gicika Jor û Gicika Jêr. Herdu jî gundên piçûk in, tenê 20- 30 mal in. Di navbera herdu gundan de 6-7 km heye. Keyên herdu gundan yek e. Keleh li Gicika Jêr e. Mixabin ku di Adara 2007ʼan de li gund ji ber destdirêjahiya zarokekê û kuştina wê 4 kes hatin kuştin. Bi vê re hinan mal barkirin û çûn, gund hinekî din piçûk bû. Li gund ew agirê dijminahiyê hê jî venemiriye.
Rêyeke dîrokî ya ji Milazgirê tê û li başûrê gundê Gicika jêrîn re diçû bajaroka dîrokî ya niha weke kavîlên dîrokî di nava taxeke Karaçobanê de ye. Ji wir re jî xwe digihand, ser rêya dîrokî (Urartuyan) ya ji Zêtkan (Eleşgirt) dihat û li ser Xinûs û Gimgimê re diket ser rêya dîrokî ya ber bi Çewligê ve diçû.
Keleha Gicikê 300 – 350 metre li başûrê gundê Gicika jêr e. Ev keleheke gelek taybet e. Kelehên wisa teng û weke hewliyekê dirêj pir kêm in. Dibe ku ji ber baxirê li ser hatiye avakirin jî wisa teng hatibe lêkirin. Lê rastiyek jî heye di kelehên wiha teng de jûrên di zinaran de hatine kolan hene. Keleh bi berahiyeke 100 x 2,90 hatiye lêkirin, yanê tenê 3 metre fireh e. Bilindahiya gir û baxirên keleh li ser 1726 metre ji deryayê bilindtir e. Koordînatên wê jî wiha ne: 39° 15´52“ bakur 42° 22`46“ rojhilat e. Baxirên keleh li ser e, ji bakurêrojhilat ber bi başûrêrojava ve dirêj dibe. Keleh li ser du girên bi hev ve ne. Cihê bingehîn li ser girê Başûrêrojava ye. Jûr û şikeftên veşartî jî dibe di nava wî baxirî de be. Lê mixabin ku lêkolîneke arkolojîk lê pêk nehatiya. Pispor hatine li rûyê kelehê nêrîne û çûne. Ji wê jî agahiyeke zêde tine.
Tirkan navê vî girê keleh li ser e kirine “Hazîne Tepesî” (Girê Gencînê). Li berpalê bakûr ê girê keleh li ser e, gorên ku di baxira de hatine kolan hene. Anagorî agahiyên arkologên hatine, lê nêrîne, ev gorên leşkerên Imparatoriya Romayê ne. Ev tê wê wateyê ku piştî Med û Persan Imparatoriya Romayê jî ev keleha Xaldiyan /Ûrartûyan bikaranîye. Li gel wê hin nîşaneyên di dema serwerê BERANAN (Akkoyunlar) Hesenê Dirêj de jî ev keleh hatibe bikaranîn, hene. Di kelehê de li gel gelek parçeyên ferfûrên dema Xaldiyan, yên serweriyên din jî hatine dîtin.
Di danasina kelehan hemûyan de jî xuya dike ku agahiyên pir berfireh di deste me de tine. Lew re lêkolînên bingehîn pêknehatine. Lê bi agahiyên kêm jî bin, divê em dîroka xwe, berhemên bav û kalên xwe binasin, da ku kes nebêje; “Bav û kalên me tişt li pey xwe nehîştine!” Bi rizgarbûna welêt re, wê di warê arkolojîk û dîrokê de jî pêşketinên mezin pêkwerin. Bi hêviya em bikanin bi tendûristiyeke bijûn, di danasîna keleheke din de hev bibînin, bimînin di nava xweşiyê de.