Keleha Eynetî yan jî kelehe Gundê Abriyê

Melîk AYKOÇ nivîsand —

Pêncşem 13 Tebax 2020 - 23:00

Gundê Abriyê ku Tirkan navê wê kiriye "Esenlik" gundekî bi nav û deng e. Ji ber ku pişta xwe daye şaxên bakur yê çiyayê Bilîcanê, ciheke hênik e. Abrî li ser rêya Kopê ya kevn e. Di navbera wê û nehiya Lîzê de Zeviyên gelek bi adan hene. Berê komkujiya Ermeniyan jî ji % 40 Ermenî, ji %60 Kurd li Abrîyê diman. Yanê bi giranî gundê Kurdan bû. Piştî komkujiya 1915´an Ermenî neman. Lê Lîz gundekî Ermeniyan bû. Li Abriyê zîyaretgehek heye, ta ji dema Ûrartuyan ve maye. Hê jî Kurd, Ermenî û gelê me yê ji baweriyê din wê ziyaretê pîroz dibînin û ziyaret dikin. Yanê ew ziyaret baweriyeke bi rengê Kurdistanî û kelijandina civakê ye. Li gelek deverên Serhedê ziyaretgehên bi vî rengî hene.
Keleh li ser girekî berdomiya şaxê çiyayê Bilîcana navdar e. Mirov dikane ji dîwarê kelehê hetanî girên ser çala Kopê û tevahiya Lîzê bibîne. Dema sayî be, hemû zuxrên li dor çemê Arsînê (Muradê) hetanî keleha Xinzorê jî xuya dikin. Di nava cihekî rast ê bi adan de ye. Çaravêlê wê ji bo rencberiyê destdayî ye. Ango li vir jî gireke stratejîk hatiye hilbijartin. Ev der ji cihê leşkerîstratejik bêhtir, ji bo parastina zevî û ziyanên heremê hatiye bikaranîn. Her çendî niha daristanên li dor çiyayê Bilîcanê kêm jî bin, di agahiyên gundiyan de tê ragihandin ku berê her der daristan bûye. Her wiha di Seyahetnameya Evliya Çelebî de jî wisa tê ragihandin.
Keleha Eynetî bi qasê 1,5 – 2 km li Rojhilatê gundê Abriyê li ser girê herî bilind û zinarîn e. Aliyê bakur bi bilindahiyeke ji % 20, 30 metre tîk bilind dibe. Yanê gir bi xwe weke keleheke xwezayî xuya dike. Keleheke mezin e, bi berahiya 120 metre x 225 metreyî ye û bi awayê hêkekê oval hatiye lêkirin. Di tapu qadastroya Tirkan de bi bilindahiya 1550 metreyan û koordînatên 39. 00. 94 bakur, 42. 10. 79 Rojhilat hatiye tomarkirin. Mixabin ku li vir jî hin kevirên kelehê di xaniyan de hatine bikaranîn û hin jî hetanê newala ava Şaviyê gilorbûne. Ava Şaviyê ji çavkaniyên çiyayê Bilîcanê derdikeve. Biharan wekî çemekî har e, havînan tê ber miçiqandinê.
Hîmên dîwarê sûrên kelehê li vir jî li ser zinarên kewke dane rûniştin. Hemû zinarên di hîmên dîwarên sûrê yên rojava de hatine bikaranîn, zinarên mezin in û ji dûr ve jî dixuyin. Lê hîmê dîwarên din di nava axê û zinarên dîwar yên hatine xwarê de wenda ne. Bi giranî kevirên pirr mezin yên bi teraştineke bi dilzîzî li ser nehatî xebitandin, hatine bikaranîn. Pirranî kevirên bazalt di dîwaran de hetine bikaranîn.
Derê kelehê ji aliyê çengeyê Başûrê Rojhilat ve dikeve kelehê. Hê hîmên li çep û rastê derî her wiha sewkiya wek şêmûga derî hatiye bikaranîn jî cih bi cih xuya dikin. Li başûrê rêya dere kelehê, girek heye, li ser wî girî jî dîwarên bi kevirên kîklopîk hatine çêkirin, hene. Lê hê nehatiye tespît kirin, ev der çi ye û ji bo çi hatiye çêkirin. Her wiha li girên li berpalên çiyayê Bilîcanê jî hîmên avahiyên weke vê avahiya li başûrê rê, hene. Mirov dikane bibêje, ew kozikên çavdêriyê ne.
Ev dever jî mîna devera Melakendê devereke dîrokî ye. Li nêzîkê nehiya Lîzê kavilên bajarokekî kevn hene. Yanê tevahiya herêmê hêjayê lêkolînên arkeolojîk e. Lê mixabin di kelehê de jî lêkololîn pêk nehatiye, tenê bi raçavandineke sayakî rapora li ser kelehê û herêmê hatiye girtin û ew rapor hatiye pêşkêşkirin. Hem di keleha Eynetî hem jî li hawîrdorê ferfûrên dema serwerê Ûrartûyan Melûwa /Menua û hem jî yên dema Rûşa II. hatine dîtin. Lema mirov dikane bibêje, keleh di tevahiya jiyana Ûrartuyan de hatiye bikaranîn.
Mixabin ku em di hemû nivîsên ser kelehan de gotina xwe bi gazincan diqedînin. Çi bikim dilê mirovan dişewite. Hemû cihan dîroka welatê xwe diparêze, zindî digire, heta bi rêya turîzmê jê mîlyonan qezenc dikin, lê ev derfeta me tine. Li gel wê, em bi dagirkerên ku bi tirsa rastiyên dîrokî her roj xewnên kabos dagirtî dibînin re rû bi rû ne. Çendbarekirina me ji wê ye. Li aliyê din hima bigire êdî li her gundê Kurdistanê akademîsyen hene, hinên wan li ser medya civakî qehremanên bê hempa ne, lê ne dîroka hawîrdora xwe lêdikole, ne jî lê xwedî derdikeve. Hetanê keleheke din bimînin di nava xweşiyê de.

parvê bike

Melîk AYKOÇ

Nivîsên Melîk AYKOÇ

Keleha Argûnê
18 teşrînê

Li ser Îdir/Egîda
11 teşrînê

Kavilên Mendekê
4 teşrînê

Keleha Sarê
7 cotmeh

Keleha Haremî
30 îlonê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.