Xuya ye berê ava deryaçeya Wanê ewqas zêde nebûye, yan jî anegorî heyaman guheriye. Min di keleha Arcigehê de jî mijara tanga bilindahiya ava deryaça Wanê vekiribû. Tanga bilindahiya Deryaçê rasterast bi rêba û heyama welêt ve girêdayî ye: Dema baran zêde be ava deryaçê jî her diçe, bilind dibe û gelek cihan di bin xwe de dihêle. Bi kêmbûnê ve jî av dikişe û cihên di bin avê de cardin xuya dikin. Dema di sala 1841'ê de av bilind dibe. Keleha Ercîşê û taxa li dor di bin avê de dimînin. Anegorî agahiyên li bajêr tên zanîn, şêniyên taxa li dor Kelehê wê demê di sê taxên nava bajêr de hatine bicihkirin. Mixabin ku min nekanî ez Kurdiya navên wan taxan bidest bixim. Ji ber ku ev çend sal in, ji ber klîmayê kêm baran dibare. Ava deryaçeya Wane gelek kişiyaye. Keleh bi hawirdora xwe ve cardin derketiye ronahiyê. 

Dersdarê Zanîngeha Sedsalê ya Wanê Prof. Dr. Farûk Alaeddinoglu projeya lêkolîn û nirxandina kelehê û tanga ava deryaçeyê wergirtiye. Lema jî di her guhertinê de ew pêkhatinan radigihîne bala gişti. Anegorî agahiyên wî dane çapemeniyê; di sala 2014'an de baran kêm bûye, ava deryaçê kişyaye û beşeke kelehê wê çaxê derket. Ji ber ku van şeş heft salên dawiyê jî baran zêde nebû, her çû av kêm bû. Bi kêmbûnê re tevahiya kelehê niha ji bin avê derketiye. Her wiha ew dibêje ku wê ava deryaçê hê kêmtir be û gelek cîgehên dîrokî yên din jî derkevin. Vê rewşê jî ne tenê bala şêniyên bajêr û hin lêkoleran, bala çapemeiniyê jî kişandiye.

Keleha Ercişê parçeyek ji taxa Baxê Çelebî ye. Berê derdora kelehê jî tijî xanî bûn. Heta, hin rayedar radigîhînin ku ew texeke serbixwe bûye. Ev keleha xwerû di dema Xaldî /Ûrartûyan de tê lêkirin, Med, Pers û herî dawiyê jî Osmanî wê bi kar tînin. Di dema Osmaniyan de gelek aliyên wê tên temîrkirin, hin garnîzon jî lê tên zêdekirin. Demeke dirêj dibe keleha herî balkêş. Lê dema di sala 1841'ê de zêde baran dibare û ji çeman jî aveke zêde dikeve ser deryaçê, ew tax, keleh û gelek cîgehên li dor deryaçê di bin ava deryaçeyê de dimînin.

Ji ber lêkirina dîwaran, avahiyên di nav de, teraştina zinarên di bingehê sûrên kelehê de hatine bikaranin, li gel wê hin parçeyên ferfûr û cêrên li wir hatine dîtin, dibe ku ev keleh di dema Key Argiştî de hatibe avakirin. Rêya Ûrartuyan ya di vir û di ser Patnosê re xwe digihand bajarê Argiştxênî (Argiştîhînlî) li vir di ber kelehê re diçû. Ji wê, mirov dikane bi hêsanî bibêje, ev keleh hem bi armanca parastinê û hem jî bi armanca di dema rêwîtiyan de lê mayînê, hatiye lêkirin. Anegorî agahiyên min ji herêmê wergirtine, nîşana mehzenên şerabê jî li hin holên piçûk hene. Bes rayedar nahêlin ku kes bê destûr lê bigere.

Hêjayê gotinê ye ku mirov bibêje, bajarê Ercişê berê navendek ji navendên konfederasyona Pezkelan (Karakoyunlar) bûye. Pezkelan di navbera salên  1365-1469'an de ji sed salî zêdetir serdest û rêvebirê heremê bûne. Em îro dizanin ku konfederasyona Pezkelan ji baweriya Rêya Heq (Elewî) bûn. Pirraniya eşîrên vê konfederasyonê ji devera Hewraman revîbûn, çûbûn Xorezmê, li wir mîrîtiya Gor ava kiribûn, lê pişt re ji ber êrişan cardin berê xwe dabûn navenda Kurdistanê. Lê mixabin ku piştî serweriya wan têk diçe, xwerû jî di dema Osmaniyan de bi êrişên dema Yavuz Sultan Selîm de li vir îslamîzekirin dest pê dike. Yên direvin direvin, yên dimînin dibin Misilman. Pîr Alî Kalender di rapora xwe ya amadekirî de, behsa kûştiyên Rêya Heq ya vê herêmê jî dike. Her çendî Evliya Çelebî jî behsa hin nîşaneyên kelehê û gelê herêmê dike, di nava gel de hê jî ananeyên dema Pezkelan hebin jî ew rengê Rêya Heq nemaye.

Mixabin ku hê di nava kelehê de dest bi lêkolînên arkeolojîk ên bingehîn nehatiye kirin. Anegorî agahiyan di planê de destpêkirina lêkolînan heye, lê wê kengê dest pê bikin, em bi wê nizanin. Hetanê lêkolînên bingehîn bi destê me nekevin jî, em ê tenê bi nîşaneyên teraştina keviran û lêkirina bingehê sûrên kelehê ve bimînin.

Ez di nava xebatên lêkolînerên biyanî de jî lê geriyam, lê ji ber ku di dema lêkolînên wan de Keleh hê di bin ava deryaçê de bû, kes behsa kelehê nake. Di nava gel de jî agahiyên mane, tenê çîrokên li ser kelehê û taxa kelehê ne. Bi hêviya ku em di keleheke din de bi agahiyên berfireh bi hev re bin. Ta keleheke din bimînin di nava xweşiyê de.