Piraniya kelehên Xaldiyan bi mîtolojî û çîrokan dagirtîne. Divê mirov cih bi cîh gund bi gund bigere van çîrok û mîtolojiyên keleh û cihê dîrokî bicivîne. Ev tena serê xwe wêjeyeke taybet e. Her wiha tunêl û odeyên di hundirê kelehan de veşartî, şerên li dor van kelehan pêkhatî, her yek mijarên romaneke xwerû ne. Bi taybetî jî ev Keleha Dîzk yan jî Keça Keyser bi evîn û dramên xortên hawîrdor yên li ber pelên çemê Arsîn û evîna Arsînemê ketine dagirtîye. Keleha li ser girekê giravek di nava çem de, keça keyser ya wek perîyekê li ser çemê Arsînê diperiya! Tevde mijarên stranan e. Hin gotinên straneke li ser wê.
“…Periya Mûradê rûşima can şûşika camê
Navê wê nizanim jê re bêjim Arsînemê
Çima te ez xistim nav agirê êş û xemê
Lê Sînemê Arsînemê….”
De werin em îro bi hev re vê keleha ku bi razan dagirtî binasin. Ev keleh wek giraveke xwerû di nava çemê Arsînê /Muradê de ye. Carna bi xaka Gimgimê, carna bi xaka Mûşê ve hatiye girêdan. Ev girava keleh li ser di navbera mezra gundê Anêrê Dêrik (Gimgim) û gundên Mûşê Qizilkîlîse û Milê Xidiran (Alagun) de ye. Dêrik û gundê Milê Xidiran ji berê ve gundên Kurdan e, lê Qizilkîlîse, berê komkujiya Ermeniyan gundekî Ermeniyan bû û hê jî xirbeyê Kîlîsa Sor li wir heye. Tirkan navê wê kirine “Kizilmescît” ev jî ji du gundan pêk tê. Peyva Dîzk navê girava keleh li ser e. Mixabin sed car mixabin ku dagirker vê keleh û girava taybet, di bin bendava Alparslan II. de dihêle.
Li dor her kelehekê çîrokek taybet heye, carna ev wek mîtolojî tên vegotin. Li ser vê kelehê jî bi varyasyonên cuda çîrokek heye. Di nava gundiyên hawîrdorê de tê bawerkirin ku keyserê demê ev keleh ji bo keça xwe lêkiriye. Keça wî bi tevê bendekarên xwe bi salan di vir de jiya ye. Tê gotin ku navê wê “Arsînem” bûye. Mezinên hawîrdorê bawer dikin ku ji ber vê keça keyser ji vî çemî re çemê Arsînemê gotine. Keçik tim li bakurê kelehê xwe tazî kiriye, ketiye çemê Arsînê û ajne kiriye. Xweşikiya wê li tevahiya hawîrdor belav bûye, xortên herêmê hemû kişandiye vir. Rojekê bi carekê ve wenda bûye, ew roj e ev roj e, ev keleh bêxwedî ye.
Ev keleh her çendî bi navenda Muşê ve jî girêdayî be, ji mûşê 60 km dûr e. Ji Gimgimê 30 km dûr e. Her wiha Kop jî nêzîk e. Li nav erdê gundê Qizilkilisa bi nehiya Siqawiyê (Mercimekkale) ve girêdayî ye. Di tapo kadastroya Muşê de bi hêjmara J47A07 hatiye tomarkirin. Ji deryayê bilindahiya wê 1384 metre ye. Koordînatên wê wiha hatiye dayîn: 39° 01`51 bakur, 41° 44`49 Rojhilat. Girê keleh li ser e, mîna kovikekê ye û 35 metre ji çem bilintir e. Girekî zinarîn û bi kevirên kewke dagirtî ye. Mixabin berê ku têkin binê ava bendavê, her çendî ji cihê benda bendavê tê girêdan dûr e û li pêş bendavê ne keleme jî, bi makîneyên kar ên mezinên bendavê beşeke wê girê kelehê û vê re jî keleh ruxandine. Dîwarê wê hetanî 1,5 metreyî hê jî li pê ne. Li vir ji ferfûr, şûrên hesinî û pola hatine dîtin. Ji ber paşmayiyen li wir mane tê bawerkirin ku gencînegerên bêbav jî gelek tişt ji vir derxistine û birine.
Min hefteyek berê di TV ya ZDF-ÎNFO de bernameyeke li ser berhemên dîrokî yên bi dizî tînin û difiroşîn, seyr kir. Hin komên şebeke yên navneteweyî di bin navê cuda û malên hin şîrketan de 5000 berhemên dîrokî anîne Bendera Hambûrgê û ji wir jî firotine têcirên cihanê. Berpirsê vî karê kirêt hatbû girtin, lê bi 600 000 € yî cardin hatibû berdan. Ne tenê ji Rojhilata navîn heta ji Misrê mûmyayek bi qalikê zêrîn jî anîbûn, bi 3 000 000 € yî frotibûn têcirekî Newyorkê. Lê Misirê bi têkiliyên xwe yên navdewletî, ew cardin vegerandibûn Qahîrê. Êh kê çi dizane çendî û çend hezar berhemên dîroka me dizîne û di bazarên tarî yê cihanê de frotine. Ji rûpelên tarî yên diroka me yek jî ev dizîna berhemên bav û kalên me ne. Bi hêviya delîvên cardin wan bi şûn ve zivirandinê, ta keleheke din bimînin di nava tendûristiyeke bijûn de.