Keleha Bedlîsê /Bilîsê

Melîk AYKOÇ nivîsand —

În 23 Nîsan 2021 - 02:39

Keleha ku herî zêne lêkolîn li ser hene, keleha Bidlîsê ye. Lê hê jî ne zelal e ka kê bingehê kelehê daniye. Ji ber ku lêkolîn ji lêkolînên arkeolojîk bêtir li ser agahiyên hin berheman e, wek berhemên Erebî yên Kurd û Osmanî. Li ser navê bajêr hê jî gelek îdîa hene. Minak, Asûran ji vir re Bîtlîz, Persan û Grêkan Badlis û Ermenan Pagaş [Բաղեշ=Bageş] yan jî Bîdlîs [Բիթլիս] gotiye. Di nava Kurdan de jî her navê Bidlîs, Bedlîs, Bilîs  derketiye pêş.
Di Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî de û di Seyahetnameya Evliya Çelebî de li ser bingehê hin çavkaniyên ew didin, navê fermandarê Skenderê Mezin, Badlis weke avakarê kelehê derketiye pêş. Lê çavkaniyên wan zelal in. Di dîrokê de tê zanîn ku artêşa Skenderê Mezin ne di vir re, piştî şerê li Gawgamela ya li nêzê Hewlêrê li ser Bexdayê rê berê xwe daye Persepolîsê. Yanê Mijara wî fermendarê Skender bi tevahî ji rastiyê dûr e.

Piştî lêkolînên bingehîn, tê zanîn ku  dîroka bajarê Bedlîsê diçe, digîhîje 5, 6 hezar salan. Li gel wê, em dizanin ku Asûr di warê kelehlêkirinê de ne pêşketî ne, bi giranî yên heyî dagir kirine û bi kar anîne. Tenê alternatîfa Xorî /Hûrî û ya Xaldiyan /Urartûyan dimîne. Dema mirov li hilbijartina cih, lêkirina ser baxireke bilind û awayê hîmên kelehê di zinêr de bi cihkirinê dinêre, gelek dişibe Çarşîkelta Xarpêtê (Keleha Xarpêtê). Ev jî  dîtina ku bi aliyê Xorî û Xaldiyan ve avakirina keleha Bedlîsê piştrast dike. Bingehê Keleha Xarpêtê jî bi aliyê Xoriyan ve hatibû danîn û Xaldiyan /Urartuyan ew berfireh û tewaw kiribû. Avakirina Keleha Bilîsê, bi kêmasî bingehê wê jî rastê heman demê tê. Hem jî ev der, deriyê parastina welatê Xaltan e. Dema em devera Xerzan a war û cigehê Xaltan e, dibînin, ev dîtin hê xurtir dibe.

Keleha Bedlîsê di navenda bajarê Bedlîsê de li ser girekî zinarînê 56 metre bilind ê hin cihan bi berahiya 7 metre, hin cihan hetanê 12 metre berahiya wê heye û ev jî teşeyekî sênîşkê dide kelehê. Ev girê kelehê di nava du çemokan de ku li başûrê kelehê digihîjin hev, hatiye avakirin. Dirêjahiya sûra kelehê ku cara dawiyê di sala 2004'an de hate restorekirin, 2800 metre ye. Di sûra kelehê de 670 paceyên çavdêriyê hene. Ev jî giringiya vê kelehê wek keleheke parastinê li ber çavan radixîne. Di navbera salên 2011- 2015'an de dîsa li ser kelehê dest bi lêkolînên arkeolojîk hate kirin. Lê tenê li ser tiştên di mexzena wê de hatibûn parastin. Di vê lêkolînê de tenê kîtabeya tê îdîakirin ku Qanûnî nivîsandiye, hate ragihandin, encamên din nayên zanîn.

Berê hundirê kelehê weke bajarekî piçûk bû, mirovan dikanîbû ji vê kelehê re ku bi îhtimaleke mezin bingehên wê bi deste Xoriyan hatiye danîn û Xaldiyan tewaw kiriye, wekî Xoriyan Çarşîkelta bêje. Anegorên agahiyên berdest, berê di nava sûra Kelehê de 300 xanî, xaneke mêvanan,  Mizgefteke bi minare, her wiha li bakur çarşiyeke bi dergahên hesînî hebûye. Lê îro em rastê vana nayên, bes gelek bingehên avahiyan hene.
Berê destûra lêkolînên arkeolojîk di destê Zanîngeha Wanê ya Sedsalê de bû. Dewletê beriya bi çar salan, ev destûr ji destê Zanîngeha Wanê girt û bi Gerînendeya Muzeya Xelatê ve girê da. Piştî vê girêdanê, bi carê ve behsa mermerekî li ser nivîsandî yê ji dema Qanûnî Siltan Sileyman, hate kirin, Tevahiya çapemeniya dewleta heyî her ev mermer di nûçeyan de bi def û zurne da pêşkêşkirin.

Li gel wê, behsa lûleyan jî tê kirin. Anegorî agahiyên di vî warî de, hin ji wan lûleyan di çerxan de hatiye çêkirin, hinên wan jî ji heriya ji qum, toza keviran û kevirê kilsê hatine çêkirin û pijandin. Rengên wan gewr, qiremî û di sorahiya Kîremîtan de ne. Lê ev rastê sedsala 17'an tê. Dibe ku di vir de tîcaretxaneyek jî hebûbe.
Çîrokek heye, hin jê re efsane dibêjin. Ev li ser gelek kelehan tê gotin. Min di mijareya Keleheke Mûşê de jî mijara vê efsaneyê vekiribû. Em li vir tenê weke bibîranîn bêjin. Tê ragihandin Skender ferman dide fermandarê xwe yê bi navê Batlîsî da ku keleheke nayê dagirtin, ava bike. Ew jî keleha Bedlîsê ava dike, Skender nikane dagir bike. Lê rastî tiştekî din e. Lingê Skender û leşkerê wî bi vê herêmê neketiye.

Li ser kelehê gelek gotarên ji rastiyan dûr, li ser bingehê derewan hene. Xwerû jî qelemên jehrîn yên dagirkerên Tirk bê navber li ser rastiyên berhemên dîrokî yên li Kurdistanê berovajî dikin, dikin rewşeke wisa ku neyên nasîn û ji dîroka wan re bimîne. Lê dîsa jî mirov dikane bi hêsanî rastiyan derxîne û ragîhîne xwîneran, hetanî keleheke din bimînin di nava tendûristiyeke bijûn de.

 

parvê bike

Melîk AYKOÇ

Nivîsên Melîk AYKOÇ

Keleha Argûnê
18 teşrînê

Li ser Îdir/Egîda
11 teşrînê

Kavilên Mendekê
4 teşrînê

Keleha Sarê
7 cotmeh

Keleha Haremî
30 îlonê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.