• Min di gotarên li ser kelehên din de jî nivîsîbû, hima bigire li ser kelehên parêzgeha Agiriyê xwerû jî Keleha bajarê Bazîdê, lêkolînên arkeolojîk pêk nehatine, hinên wan tenê li rû nihêrîne.

Min di gotarên li ser kelehên din de jî nivîsîbû, hima bigire li ser kelehên parêzgeha Agiriyê xwerû jî Keleha bajarê Bazîdê, lêkolînên arkeolojîk pêk nehatine, hinên wan tenê li rû nihêrîne. Hin jî agahiyên berpirsên heremî û gel in. Lema mirov nikane rastiya wan bi hûrkolîniyeke zanistî pêşkêş bike. Bi kêm agahiyan jî be, ji bo em bikanin şûnwarên xwe yên dîrokî binasin, ev agahiyana pirr girîng in, bi taybetî jî di nava wan şûnwaran de havîrdora bajarê Bazîdê gelek girîng e. Heta hin agahiyên li vir, tevahiya cihanê bi wan dizane, mixabin ku gelê me nizane, mîna ku ji bala gel were veşartin. Hewayeke wisa hatiye afirandin.

Keleha Bazîdê bi qasê 6-7 kilometre li başûrrojhilatê bajarê Bazîdê, li ser baxirên kevirê qûmê û bazaltê ku şaxekî rêzeçiyayê Şêresûrka ye, hatiye avakirin. Ev rêzeçiya hetanî nava Rojhilatê Kurdistanê dirêj dibe. Ji wan baxirên kelehê re Bellebirc jî dibêjin. Dibe ku ev nav yan jî venivîsandin, ji baxirên wekî qelaxên periyan xuya dikin jî hatibe. Rêya ber bi Makuyê ve diçe jî di vir re, yanê di navbera keleh, qesra Îshak Paşa û gorna Ehmedê Xanî re derbas dibe. Dibe ku rêya hevirmêşê ya dîrokî jî di vir re derbas bûbe, jixwe zuxrê herî destdayî jî ev der e.

Qiralê Spanyayê qasidê xwe yê bi navê Clova sala 1403´yan dişîne ba Tîmurleng, ew di vir re derbas dibe û li vir dibe mêvan, wê demê behsa navê “Beyzadê” dike.

Min di despêkê de gotibû ti lêkolînên zanistî bi giştî li ser herêmê tine. Bes Ksenofon jî behsa keleha Bazîdê dike. Dîsa dîrokzan Moses jî behsa vê keleha qedîm dike. Bê vê, di zinarên nava kelehê û derdora kelehê de gorên di dema Xaldî /Urartuyan de di zinaran de hatine kolan, hene. Her wiha deriyekî mîrgehî jî. Di levhayeke li Patnosê de tê nivîsandin ku li vir bajarekî bi navê Argiştîhênîl hatiye avakirin. Li dora kelehê hem Nekropol û hem jî xirbeyên bajarê kevn hene, her wiha li rûbalê wê yê aliyê Rojhilatê Kurdistanê jî xirbe û kavilên kevnebajarekî hene. Heta tê gotin ku ji Malbata Aştiyago yê serwerê Med, hin kes hatine li vir bi cih bûne.

Cihê keleha Bazîdê lê, ji bo dîrok û wêjeya me, welatparêziya me pirr girîng e. Divê her Kurd vê heremê baş binase û di bîra xwe de bi cih bike. Li ser girê Belelbirc keleha Bazîdê bilind dibe, li başûrrojavayê wê Qesra Îshaq Paşa ye. Li başûrrojhilat jî Gorna Ehmedê Xanî heye. Di wê qesra Îshaq Paşa de dengbêjê dîroki Evdalê Zeynikê bi salan jiyaye, straye û bi dengbêjan re ketiya nava bindarê. Ehmedê Xanî jî li vir berhemên xwe tewaw kiriye. Dîsa Mele Mehmûdê Bazîdê jî ji vir e û çîroka nûjen ya Kurd nivîsîye. Yanê sênîşka wêjeya me ya qedîm e.

Di hin lewhanîvîsên Asûran de ji vê herêmê dest pê dike hetanî Muş û Wanê re Naîrî hatiye gotin, yanê di wateya nava çeman de, heta ew radigîhînin ku ev dever bi destê 40 mîran ve tê birêvebirin, lê dû re weke Xaldî /Urartuyan xwe diguhezîne konfederasyoneke bi hêz. Yanê rêveberiya Xaldiyan yekîtiyekê diafirîne û weke dewletekê bi qasî çarsed salan dimîne. 

Keleha Bazîdê li ser zinarên weke keleheke xwezayî û gelek asê ye, hatiye lêkirin. Ji lêkirina sûra wê, teraştina kevir û zinarên di dîwarên sûrê de hatine bikaranîn, li gel wê hin parçeyên ferfûr û cêrên li vir hatine dîtin, tê fêmkirin ku keleh di dawiya Serdema Tûnc û destpêka Serdema Hesin de hatiye lêkirin. Lê ji ber ku lêkolînên bingehîn tinene, em nizanin ka mehzenên xwarinê û sarincên avê tê de hene, yan na.

Di wê serdemê de hima bigire di kelehên avabûyî de tunêla veşartî jî dihat kolandin, mixabin ew jî nayê zanîn. Ev keleh hima bigire di her serdemê de hatiye bikaranîn, ji wê, sûrên wê jî, cih bi cih hatine temîrkirin. Jixwe, baxirên wekî qelaxên periyan bilind dibin jî, ji dûr ve weke kelehê xuya dikin.

Li berpalê kelehê û nêzî kelehê nekropoleke kevn bi tevê gelek kavilên dîrokî hene, her wiha çend kîlometre jê û wêde li aliyê Rojhilatê Kurdistanê jî kavilên kevn hene. Ji ber ku lêkolînên şûnwaran  yên zanistî pêknehatine, em nizanin, ka ev der Argiştîhênîl e, yan na. Bes tê zanîn ku bajar û keleh li gel hev hatine avakirin. Ji wê, dibe ku ev der Argiştîhênîl be.

Min dixwest ez di warê zanistî de hin agahiyên lêkirina kelehê pêşkêş bikim, lê mixabin ku zêde agahî di destê me de tinene. Bes em vî cihê taybet û di dîroka wejeya me de jî bi roleke bingehîn rabûye, binasin jî tiştekî gelekî baş e. Jixwe, daxwaza min jî danasîna van bermayiyên dîroka me ye. Hetanî keleheke din yan jî şûnwarekî din bimînin di nava xweşiyê de.