- Nivîskarên Rûs yê bi nav û deng Aleksander Sergevîç Puşkîn di sala 1829 de tê bajarê Erzurimê.
Ji gola Masiyan, bi navê herî kevn „Gola Êzdiyan“ hetanî digîhîje Bazîdê di navbera rêzeçiyayê bi Agirî û bi Eledaxê ve girêdayî newalekî kûr, cih bi cî wek çovîgan (Di newal û geliyan de cihên rast ê ji bo çandiniyê) ji çandiniyê re destdayî heye. Çemê ji gola Masiyan derdikeve, tê di biniya Bazîdê re derbasê Kurdistana Rojhilat dibe, li wir dikeve ser çemê Arasê. Di vê newala bi adan de cih bi cih pêşên şaxên berdewamiya çiyayê Agirî çivekî dide newalê cih bi cih jî şaxên berpalên çiyayê Elegazê çiv û reng dide vê newala berê bi tevahî cih û warên Kurdên Êzdî bû.
Nivîskarên Rûs yê bi nav û deng Aleksander Sergevîç Puşkîn di sala 1829 de tê bajarê Erzurimê. Ew di nava bîranînê xwe de radigîhîne ku ew li Erzurimê bi serokek eşîrên Kurdên Êzdî re axivîye. Û wî serokî ragiyahandiye ku bi qasî 400 ezbetên wan li dora çiyayê Agirî dijîn. Di Komkujiyên di navbera salên 1830 – 1850 de Kurdên Êzdî yên vê herêmê di komkujiyeke hovane re tê derbaskirin. Yên ji komkujiya wê demê difilitin. Hinek ber bi Erîvanê direvin, hin dibin îslam û hin jî xwe di nava Ermeniyan de vedişêrin û di nava wan de dihelin. Gelê me yê îro li wir dijîn, hê jî ew hest û rengê baweriya bav û kalan bi tevahî wenda nekirine.
Gelê me çi gotiye: „Xweşî mirov û axa bi adan bela serê mirovan e!“ Lema dijmin dest daniye ser vê axê. Lê piraniya gelê me dev ji vê erdnigariya xwe ya wek bihuşt bernedaye. Xwe bi rengê cuda kamuflekirinê û li ser axa xwe maye. Xweşiya vê newala bi çovîgên wek şaviyan (Cihê avî yê li quntarê çiyan û li çolistanan /Vaha) ji dûr ve weke baxê îrem xuya dike. Dibe vê xweşiya xwerû jî, reng dabe, qelema pîrê wêjeya me Ehmedê Xanî û dengê dengbêjê li lûtkeya wêjeya me ya devkî Avdalê Zeynikê û awaza wî li ser çiya û deştan re gihandibe deşta Heran û Musilê.
Di vê newala bi dehan kilometre dirêj de du kelehên ji serdema Xaldiyan /Urartuyan mane hene. Hê jî gelek diwarên sûrên wan li pê ne. Divê mirov rastiya rewşa vê kelehê bêje, li ser kelehê lêkolînên bingehîn yên agahiyên têr bide, tine. Tenê agahiyên li ser cihê ku keleh lê hatiye avakirin û bi aliyê kîjan serweriyê ve hatiye avakirin hene. Ji ber vê jî ezê tenê vê agahiyê bidim.
Keleha Arûçê li ser girê zinarînê zinarên wê ji bazaltê gewr û yên ji lavayê mane, hatiye avakirin. Ev gir bi qasê 700 metre li başûrrojavayê gundê Arûçê (Tutumlu) û gerekî şaxê bakur yê çiyayê Eledaxê ye. Li peş wê du deştên piçûk ên di rengê çovîgan de heye. Yek deşta Arûçê yan jî navçeya nehiya Misunê, ya din jî li bakurrojavayê kelehê deşta Dutaxê û Mescîdê ye. Ew deşt jî bi awayê çovîkek mezin e. Hêjayê gotinêye ku mirov bêje, rîya dîrokî ya ji Tujpayê li ser Muradiye, Bazîdaxa (Çaldiran) re tê di vir û ser gola Masiyan re derbasê bakûrê çiyayê Agirî dibe.
Keleha Arûçê dikeve nava kelehên piçûk yên di forma qereqolan de. Sûrên wê yên hê li pê ne, ji kevirên Andezît, lava yên baş nehatine teraştin û zinarên gelek mezin hatiye lêkirin. Ev jî rastê dawiya „Serdema Tuncê“ û destpêka „Serdema Hesin“ destnîşan dike. Yanê mirov dikane bibêje; di dema serweriya Menuwa yê Kurê Îşpûnî de hatiye lêkirin. Her çendî di hindir de gelek nîşaneyên avahiyan û hin sarincan heye jî, ji ber ku lêkolînên arkeolojîk ên bingehîn pêknehatine, nayê zanîn, ka çi avahî ne. Parçeyên cêr, ferfûr û fera û folên li vir hatine dîtin jî, wê serdemê desnîşan dikin. Mixabin ku gencînegeran li vir jî hin tevlievî afirandine. Li berpalê girê kelehê Nakropolekê heye, gêncîneger pêşkalê wan jî bûne.
Bêgûman ji bo dîroka herêmê û bi giştî dîroka me, divê lêkolînên arkeolojîk li ser vê kelehê, rêya dîrokî, Qanala Xaldiyan ya ji gola Masiyan tê bi awayeki bingehîn pêkwere. Ev jî bi azadiya gelê me û welatê ve girêdayî ye. Hetanî ew derfeta rastiyên me bi awayeki bingehîn lêdikole, bi destê me bikeve, bimînin di nava xêr û xweşiyê de.