Xebatên herî dijwar xebatên li ser dîrok û berhemên dîroka me ne. Hem dagirkeran rastî berovajî kirine, heta bi pereyan hin rastî serûbin kirine, hem jî ji navê cigehan, çiyan, gelî û newalan, hetanê navê keviran jî guherîne, manîpûle kirine. Mezinên bi wan navan dizanin jî, yek bi yek ji nav me diçin. Mixabin ku hin lêkolerên Kurd jî ketine vê kemînê, heman şaşî çendbare kirine. Hin berhemên dîrokî jî wekî xirbe ne, hîç kes nizane ka ew çi ne, bi talana gencînegeran re derdikevin. Derfetên me yên lêkolînan jî kêm in. Di nava vê geremolê de li rastiyan gerîn, hê dijwartir dibe. Lê divê em sînga xwe bidin ber kelem û dijwariyan hemûyan. Agahiyên li ser vê kelehê jî bi dijwarî bi destê min ketin. Hindik be jî, dikane bibe bingehek.

Ev keleh dema mirov ji Arcigehê/Adilcewazê 30 km ber bi bajarê Ercişê ve diçe, di nava sînorên Ercîşê de li ser girê Ziyaretê / Têrxana di nav Deşta Arîna (Golduzu) ku li keviya deryaça Wanê de ye. Ji rêya navbajarî rêyeke şose diqete, ber bi rojhilat hetanî ber kelehê yan jî Girê Têrxanê diçe. Ev girê pîroz bi awayê dinivîsînin di nava eqarê gundikê Qiraçaliyê yan jî Têrxanê de ye. Hin arkeologên Tirk navê vî girê pîroz kirine Girê Qereçaliyê. Hawîrdorê Girê Têrxanê nakropolek e, yanê goristanên dema Ûrartûyan e. Ev goristana kevn bi hezaran salan e, weke ziyaretgeh jî tê zanîn. Ev jî dikane nîşaneyek be ku gelê herêmê hê baweriya wê serdemê diparêze. Li herêmê ji eşîra Husunan ku yek ji eşîrên fedrasyona Ûrartûyan bû, hê hin ezbet hene.

Piştî hin lêkolînên arkeolojîk ji bo nasîn û ji arkeolojiyê re vekirina keleha li ser Girê Têrxanê, hinek ketiye rojevê. Ji vê keleha qedîm tenê li hin cihan bingehê wê mane. Dibe ku tev de ji bo lêkirina avahiyan jî biribin. Bes bingehê jûreke di mezinahiya lîwanekê de bi berahiya 12 x 16 metreyî derxistine. Hêjayê gotinê ye ku mirov bêje li ser kevirên vê lîwanê çîn, nexş û rolyefên dema Xaldiyan jî tesbît kirine. Yanî ji sedî sed berhemeke Xaldî / Ûrartuyan e. Li gel wê, hima li kêlekên wê bingehê hin avahiyên din hene, lê hê nayê zanîn ka ev çi ne. Yanê ji vê kelehê re jî hê lêkolîneke bingehîn divê, da ku mirov bikane rastiya wê derxe. 

Gir li cihekî stratejîk e, mirov dikane li ser wî girî, yan jî wê keleha Têrxana deşta Arînê li gel wê tevahiya herêmê raçavînê, her wiha deştê jî biparêze. Li aliyê din ev nakropola li vir, bi gotineke din, gorên li vir û hebûna vê kelehê jî dişibe Keleha Azû û nakropola li dor keleha Azûyê (Tendurek/Milazgirê). Di hin gorên ku gencînegeran wêrankirî de nîşaneyên gorên rayedarên payeberz hene. Ji wê, dibe ku li vê herêmê jî kevnebajarekî wê serdemê hebe.

Berê Arkeologên Tirkan, Arkeologê Ingîliz C. A. Burney tê vira û di berhema xwe ya bi navê "Eastern Anatolia in The Calcholithic and Early Bronze Age" de behsa parçeyên ferfûr, cêr, fera û kûzên dor stûya wan bi xelekên di rengê yîvan de ye, dike. Her wiha di berhema bi navê "Urartian Fortresses and Towns in the Van Region" de jî behsa vê keleha Têrxanê kiriye. Arkeologên Tirk jî dinivîsin ku wan jî gelek parçeyên ferfûr û cêran dîtine. Ev jî nîşaneya serdema Hesin a navîn in. Lê hê pê dernexistine ka ev bi nakropolê ve yan jî bi kevnebajarekî ve têkildar in.

Ev awa kelehên Ûrartûyan ên di navenda nakropolan de li gelek cihan hene. Ev li aliyekî nîşanê me dide ku di dema Ûrartûyan de kulteke "goristan pîroz dîtinê" hebûye. Her wiha hin keleh jî mîna ku goristanan biparêzin hatine avakirin. Dibe pîroziya goran ya di nava Kurdan de ta ji wê demê ve mabe. Em dizanin di nava gel de gotinên weke "Bi gora Bavê Min / te! A bi wan giyanê goristanê", "Hestiyê dê û bavê te di gorê de dilerizin!" Her wiha di nava gel de çêrkirina herî xirab jî: "Min di kora  bavê te /sedû yek bavê te...!" ye.

Mixabin ku agahiyên di deste me de yên li ser vê keleha li cihekî stratejîk di nava nakropoleke pîroz de hem jî nêzîkê rêya dîrokî ya Ûrartûyan hetiye avakirin, ev in. Lê mirov bi kêmanî bizane ku kelehek û nakropoleke dîrokî li wir heye, dibe kevnebajarek jî li wir hebe, yan jî di bin ava gola wanê de mabe, ji bo nivşên siberojê û têgîhîştina dîrokê, gelek girîng e. Bi hêviya em di keleheke din de dîsa bi tendûristiyeke bijûn bi hev re bin, bimînin di nava xweşiyê de.