Kanyona Giyadînê

Melîk AYKOÇ nivîsand —

Pêncşem 24 Adar 2022 - 22:12

  • Dema behsa Kanyonan tê kirin, berê kanyonên Arizona ya li Emerîkayê tê bîra mirovan, ji ber ku wan ew bi cihanê daye nasandin, bes gelek kûr û asê ye. 

Dema behsa Kanyonan tê kirin, berê kanyonên Arizona ya li Emerîkayê tê bîra mirovan, ji ber ku wan ew bi cihanê daye nasandin, bes gelek kûr û asê ye. Lê ti kes kanyona çemê Asî / Muradê nas nake. Hela em Kurd hîç nas nakin. Ev kanyona ku wek kanyona Îhlarayê jî tê nasîn, bercişeke xwezayê ya li Gihadînê ye. 

Konayon bi qasê 700 / 800 metreyan li başûrrojavayê navenda bajarê navçeya gihadînê ye, bi qasê 3 - 4 kilometre dirêj dibe.

Kurahiya wê li ser rêjeyeke 60 metreyam e lê cih bi cih hetanê 80 / 100 metreyî bilind dibe. Newala kanyonê li hinek cihan weke çovîgan gelek fire dibe, li wan çovîgan bostan û avadanîyên cûda hene, cih bi cih jî teng mîna zuxrekê teng û asê ye. Baxirên kanyonê li hinek cihan rê bide jî, bi pirranî gelek tîk bilind dibe: Hin berpalên baxirên kanyonê di pêvajoya salan de herifiye û wekî sewkî pêk hatiye, ev jî rengekî hê xweşiktir dide kanyonan.

Giyadîn û kanyona xwe 50 kilometre li başûrê navenda parêzgeha Agiriyê, çehl û rasteya navçeya Giyadînê li ber pêşa şaxên çiyayê volkanîk Tendûrekê ye. Anegorî agahiyên berdest ev kanyon ji ber lavayên çiyayê Tendûrekê yên ji bazaltê hetanî vir herikîne, pêk hatine, hin zanyar dibêjin; ev ji bandora atmosferîk wek newaleke morfolojîk pêk hatiye û newaleke gelek kevin e. Çemê Mûradê jî di pêvajoya salan de her çûye ew kûr û berfireh kiriye. 

Di vê newala kanyonê de her cûre giha, dar û hêşînahî heye. Tê de hin şikeftên bi destên mirovan hatine teraştin û kolan jî hene. Tê gotin, mirovên berê di vê newala kanyonê de, hem xwe ji serma zivistanê û hem jî, xwe ji lawirên hov parastine. Mixabin ku hê antropologan li van şikeftan nekolaya û agahiyên zanistî nehatine belav kirin. Yanê ew jî li benda me xwediyê xwe ye û teqez dixwaze ku xwediyên wê, wê ziyaret bikin.

Bi zivistanê re her derê kanyonê xwerû jî cihên av ji jor ve di baxirên kanyonê de diherike newalê, dicemide qeşa û zemzîlkên bi metreyan dirêj digirin û bi wê dîmenekî giyana mirovan celb dike, derdikeve holê. Gelê heremê berê li vir bi xizag û kaşokan xwe xîş kirine. Niha jî hin sazî wê ve wekî cihê spora zivistanê bi kar tînîn. Her wiha çemê Mûradê jî, li vir qeşayeke qalind digire, mirov dikane li ser sporê bike.

Biharan li herêmê berê kulîlkên ji her rengî û çîçegên darên meyweyên li vir bi rengê cûda dipelqijin û dîmenekî tabloya xwezayî pêk tîne. Li gel wê gelek gihayên weke siping, sîrim, gulik û heta riwês jî di vê kanyonê de heşîn dibin. Bi germê re her reng, pilpilîn û pembelûsk jî bi rengê xwe vê newalê dixemilînin. 

Li gundê Melêqer ê li başûrê Giyadînê li ber pêşa  çiyayê Eledaxê zêr derdikeve. Niha dixwazin zêrên ji wir derdikevin talan bikin.

Dibêjin, kesên nêzîkê serkariya heyî ew îhaleya girtine. Herêm jî kirine bin kontrola leşkerî da ku ti kes hewldana derxistinê neke. Li herêmê kana mermerên bi rengên cuda jî heye. Me behsa kevirê oksîdenê jî kiribû berê, ku ta di dema Xaldiyan de hatine derxistin.
Dewelta Tirk niha hem vê kanyona Giyadînê hem jî ev heremên bi dewlemendiya medenan bi saziyên dewletê desteser kirine, xwerû jî bi aliyê wezareta hawîrdor û bajarwaniyê ve ev kanyon weke herêma SÎT hatiye ragihandin. Li van herêman di tevger bêyî van saziyan nabe. 

Ev kanyon û germikên Giyadînê niha di nava lîsteya mîrateya cihanê ya UNESCO de ne. Em hêvî dikin ku wek mîrateya mirovahiyê were ragihandin. Lê beriya her tiştî divê em xwedî lê derkevin. Em ê di hefteya pêş me de jî li ser kelehên herêmê yên di serdema Xaldiyan de hatine lêkirin, rawestin. Hetanê wan nivîsan bimînin di nava xêr û xweşiyê de.

parvê bike

Melîk AYKOÇ

Nivîsên Melîk AYKOÇ

Keleha Argûnê
18 teşrînê

Li ser Îdir/Egîda
11 teşrînê

Kavilên Mendekê
4 teşrînê

Keleha Sarê
7 cotmeh

Keleha Haremî
30 îlonê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.