Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan (56)

Beşêk le hevpeyvînî Hemîd Şewket legel Îrec Keşkolî
Awirêk le Bizûtnewey Çepî Êran le nawewe 
Giftugo legel Îrec Keşkolî
Neşirî Baztab. Hawînî 1378 (1999), 567 lapere

Şewket: Deçûne kwê?
Keşkolî: Debû çûbayne Serdeşt.

Şewket: Serdeşt be dest kurdekanewe bû?
Keşkolî: Na, Serdeştîş be dest rêjîm bû. Le cêda hemû şarekan le dest rêjîm da bûn. Belam ke le şar deçûye derê, îdî barudox le jêr kontirolî Hîzbî Dêmokrat da bû. Helbet bo xelik, hêndêk le gundekan cêgay şarekanyan girtbuwewe çunke lew dêyane da hemû core kalay qaçax peyda debû û hêndêk bazar durust kirabûn ke tenanet xelkî şarekanîş bo kirîn û alişwêriş dehatne ewê.

Şewket: Çend roj be rêwe bûn?
Keşkolî: Sê roj. Hêndêk be tiraktor û maweyek be pêyan berêgawe bûyn ta geyiştîne Serdeşt û lewêwe çûyne Qasmereş rast le ser sinûrî Êran û 'Êraq bazarêkî gewre saz bibû ke têyda kalay qaçax dekirdira û defroşra. Lewêwe îdî hîç metirsîyek le gorê da nebû û le nawçey azadkirawî Kurdistan da bûyn. Le Qasmereşewe, dinya, dinyayekî dîke bû û hîç nîşaneyek le Cimhûrî Îslamî weberçaw nedehat.

Şewket: Giftugoy emşewman be pêdahatnewey ew rûdawane dest pê dekeyn ke be duway neberd legel hêzekanî Cimhûrî Îslamî û helweşanî ordûy 'eşîrtekan [mebest 'eşîretî Qeşqayî ye, H.Q.] qewman. Ew maweyey ke Hîzbî Rencberan sîyasetî gora û destî kird be rûberûbûnewey rêjîm û jimareyek le endaman, kadrekan û rêberekanî le Kurdistan damezran. Ber lewê bêyne ser em babete, demewê şî keyewe ke kontirolî Qasmereş be dest çi hêzêk bû?
Keşkolî: Le dest Hîzbî Dêmokratî Kurdistanî Êran da bû be rêberîy 'Ebdulrehman Qasimlû û Yekêtî Nîştimanî Kurdistanî 'Êraq be rêberî Celal Talebanî. Le Qasmereş herçîyekî wîstibat dest dekewit. Kesêk çend tankêrî awî danabû û be lûlekêşîyekî sade germawêkî saz kirdbû, le bin tankêreawekan awrî dekirdewe û dirawêkî le pêşmergekan werdegrit û lewê hemamyan dekrid. Çend rêsturan û qawexaneş saz kirabûn. Îmkanî hatin be cîp yan tiraktor bo ewê nebû û hemû be suwarî esp û êstir yan be pêyan dehatin. Le Qasmereşewe yek dû se'atêk rêman pêwa û geyiştîne sinûrî Êran û 'Êraq ke hemû cêyek pir bû le pêşmerge. Cige le pêşmergekanî Hîzbî Dêmokrat û Yekêtî Nîştimanî, pêşmergekanî Komele û jimareyek le endamanî rêkixrawe çirîkîyekan lewê bûn. Girûpî Eşref Dêhqanî û jimareyekî dîkeş lewê bûn. Belam meqerî serekî çirîkekan zîyatir le nawçey Bokan û Seqiz helkewtibû.

Şewket: Ey meqerî Hîzbî Rencberan le kwê bû?
Keşkolî: Le duway Qasmereş, nizîk nawçeyek be nawî Nawzeng ke lewêwe ta meqerî Celal Talebanî le xakî 'Êraq da teqrîben nîw kîlomîtir rêga bû. De duwazde kes le hawrêyanî ême lewê bûn û be dîtnî ême sê kes zor xoşhal bûn. Nanêkman xuward û hêndêk hesaynewe bo ewey duwatir dest bikeyn be basî sîyasî û giftugo sebaret be wez'î hîzb û raportî şerî çekdarane le nawçey Fars.

Şewket: Le Hîzbî Rencberan çi kesanêk lewê bûn?
Keşkolî: Muhsîn Rîzwanî, 'Elî Sadiqî û çend kes le endamanî komîtey nawendî. Hêndêk le hawrêyanî cewanîş le Xirî Nawzeng bûn ke nemdenasîn. Dû hawrêş le Erakewe hatbûn ke yekyan berpirsî Erak bû û legel hawserekey Ferzane hatbû bo Kurdistan, Ferzane destgayekî 'sêşwar' î bo wîşik kirdnewey mûy ser legel xoy hênabû û pêy wabû le çîyaş dekrê kelk le sêşwar werbigîrê.

Şewket: Berêzîşyan ser be Hîzbî Rencberan bû?
Keşkolî: Belê le endamanî hîzb û xelkî Taran bû. Belam ew gîrugiriftey hebû ke kareba nebû û sêşwarekey be destewe mabuwewe. Ew dû cewaney legel min hatbûn le kurekanî xelkî Bakur bûn û le neberdî çekdaraney Mazinderan da beşdarîyan kirdbû. Le şare cor be corekanî dîkey Êranîşewe hêndêk kes lewê bûn.

Şewket: Basî le mer xîlafatî hîzbîtan kengê dest pê kird?
Keşkolî: Katêk geyiştîne Kurdistan kotayekanî hawîn bû. Hêndêk le hawrêyanim zor le mêj bû nedîtbû û le dîtinyan û lewey ke sax û silametin zor xoşhal bûm. Çend se'atêk hesaynewe û le ser meseley cor be cor û be taybetî şerî çekdarane le nawçey Fars û çarenûsekey qiseman kird. Ewanîş basî karubarî hîzbyan bo kirdim, ew şitaney ke min lêyan bê xeber mabûmewe û biryar dira basî resmî û hemûlayene bo rojî duwatir dabnêyn. Rojî duwatir Muhsîn Rîzwanî pêşnyarî kird baştire ber le çûne ser meseley hîzb dîdarêk le Celal Talebanî bikeyn. Çunke Talebanî deyzanî geyiştûmê û daway kirdbû biçim bîbînim.



Dirêjey heye…