- Bew pêye karî serekî ême legell ewan rehendî perwerdeyî hebû nek rêk xistinyan – ke eweş le rûy bernameyekî diyarîkraw ra nebû.
Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan(114)
Pêwendî nameyî legel Siyasmek Muyîdzade (kak Sefa)
Bew pêye karî serekî ême legell ewan rehendî perwerdeyî hebû nek rêk xistinyan – ke eweş le rûy bernameyekî diyarîkraw ra nebû. Belkû be şêwey serekî kak Îsma'îl (Îrec Keşkolî), kak Mirad ('Eta Hesen Axa Keşkolî) û min her kameman legel yek dû kes lewan karman dekrid û be pêy astî têgeyiştinyan û yan pirsyarekanyan, hêndêk şitman bo şî dekirdnewe û zor kem deçû de mêşkyanewe û be beşdarî hemwanîş hêndêk gengeşeman dekrid, belam ew bas û perwerdeye ziyatir siyasî bû û be şêwey serekî le ser binemay ramanî Mao Zedong helnira bû.
Perwerdey nîzamîş be kirdewe bawekû hêndêk le hawrêyan le Kûba û Çîn dewreyan dîtbû, belam le rojevî karî ême da nebû, çunke ewan bo xoyan le meydanî şerewe hatbûn, zor le ême baştir û ziyatir nîzamî kar bûn, belam hêndêk têorî nîzamî, wek xafîlgîr kirdin,şewnixûnî,senger lê dan, kêşk kêşan, paşekşey betekûz û ... man be zimanêkî hasan bo şî dekirdnewe. Lew pêwendîye da dû karî çawrakêş û karîgerîşman kird. Yekyan amadekirdinî rojnameyekî dîwarî bû be zimanî sade û be zimanî kurdî (ke zorbey pêşmergekan le pêş dîwar radewistan û yek dû kesyan ke xwêndewarîyan hebû boyan dexwêndnewe û êmeş şirovey pêwîstman dekrid, ke pêşwazîyekî baş lew destpêşxerîye dekra.
Numûneyekî çaw rakêş, gêranewey xirap nîye: carêk wutarêkman nûsî be nawî " Boçî Kurd Neteweye? " (Be zimanî kurdî helbet yadî be zîndû bimênêtewe kak Newşîrwan le Farsîyewe werî degêra ser zimanî Kurdî) le ser binemay nasandinî Stalîn (serzewî hawbeş, mêjûy hawbeş, kultûr û zimanî hawbeş û abûrî hawbeş) her yek lem çemkaneman sebaret be Kurd û Kurdistan be dûr û dirêjî nûsîbû û le kotayî da geyiştbûyne ew netîceye: "ke wate kurd neteweyeke" yekêk le pêşmergekan be nawî 'Elî Şî'e ke be reçelek Iranî bû û yekêk bû le grûpî hîmayekanî mam Celal û însanêkî heta bilêy qise xoş û galteçî belam leheman katda wek Kurdekan delên "fişe" şî dekrid û qisey gewre dekirdewe û be bejnî berz û be tifengekeyewe lewê rawestabû, ke ewey xwêndewe gutî" heye heye hey, dû hezar sale xebatî çekdarane kirdûmane bo rizgarî xelqî kurd, êsta bûyman be netewe...? [Kak sefa xoy le deqe farsîyeke da kurdîyekey bew şêweye nûsîwe. amadekar].
Karêkî dîkey ke kirdman helbjardinî 25 koteyişin bû le qisekanî Mao Zedong ke be yarmetî kak Newşîrwan kirdmane Kurdî û emin le qet'êkî piçûk (5 le 10 santîmêr da) kirdme namîlkeyek be tewawî wek "kitêbî Sûr" be jimarey ew pêşmergey xwêndnewe û nûsînyan dezanî û be diyarî pêşkêşman kirdin. Sernicrakêş bû yekêk le pêşmergekan ke be zehmet deytuwanî bixwênêtewe, dehate lay kak Îsma'îl û ewîş boy dexwêndewe û boy şî dekirdewe, duwatir jimareyekî zortir lew namîlkeye be yarmetî û pêşnyazî mam Celal amade kira û dayan be pêşmergekanî Silêmanî.
4-yek le takuteray nasraw le naw ew grûpe da, Qadir Şerîf (Haşmî Eqlutullab) le kadrekanî le mêjîney hîzbî dêmokratî Kurdistan bû tikaye ziyatir basî bike. Xeslete taybetîyekanî, me'lûmatî, helsukewtî. Le kesanî dî kêt le bîre?
Wulam: leber pêwendî û helsukewtî sardî legel ême têkelawîyekî zorman legelî nebû. Be corêk dirdong bû lew pêwendîye başey ke ême legel pêşmergekan hemanbû û be taybetî lemer karî perwerdeyî, dirdong bû û pêy wabû demanewê ewan berew sazmanî înqîlabî rakêşîn û yan leber ewey ew bo xoy xwêndewarîyekî siyasî ewtoy nebû, nîgeranî ewe bû le ber perwerde û fêr bûnî pêşmergekan sedemeyek we deselatî le naw ewanda bikewê û be şêwey cor be cor hewlî deda pêşî pêwendî çirî pêşmergekan legel ême bigrê. Carêkîş lay mam Celal be corêk gileyî û gazindey le ême kird bû û nîgeranî derbirî bû û mam Celal dilniyay kirdbû nîgeranîyekey bê binemaye û pêy gutbû be pêçewane debê xoşhalîş bê ke destekeyan detûwanin lew hawrêyane zor şit fêr bin û ... Hemîşe çawî têk nabû û le ast pêşmergekan zor tund bû. Leber ezmûnekan û xebatî, xoy zor pê ziyatir û zanatir bû le xelkî dî. Zor car qisekanî legel pêşmergekan sebaret be rabirdûy xoy û şanazîyekanî bû. Şitêkî ziyatir nazanim. Ême hemûman le rûdanî têrorî qêzewen û ratlekênî zor be dax bûyan u zor peroşman bû.
Le takuteray dîke cige le kak Qerenî û kak Sabîr ke ziyatir le hemwan legel ewan pêwendîm hebû û dostayetîyekî dilpakaneman hebû û her dûkyan helwêstî rûn û wurey berzî xebatkaraneyan hebû, tenya yadî be zîndû bimênêtewe kak Kawem le bîre [mebest le şehîd feqê Husên Marexanî ye. amadekar] ke le dway Qadir Şerîf bû be serpersitî grûpeke, zor genc bû, demuçawêkî esmer û xemgînî hebû belam heta bilêy wişyar, be hoş û lêzan bû. Ew rojey ke legel jimareyekî dîke hate Bekreco, ême bo aşnayî û bexêrhênan çûyne meqerekeyan. Ew le nawerast xelkeke da bû û emnîş le tenîştî danîştibûm. Wêray çak û çonî, gewcane lêm pirsî be kame rêga da hatin? Pêy seyr bû û çep çep çawêkî lê kirdim û wek ewey şikî lê kird bim gutî hatîn îdî!
Însanêkî xoş fikir bû, le karekanî da be biryar û cîdî bû. Pêwendî legel pêşmergekan wêray qise royiştûyî û deselat, zor hawrêyane û dilpakane bû. Legel êmeş pêwendî baş bû û rêzî zorî lê denayn. Duwatir le derewey wulat katêk xeberî têrorî nacwanmêraneym bîst, zor be cexar û peroş bûm le nebûnî lawêkî awa reşîd, xebagêr û betuwana.
Dirêjey heye…