NURHAQ GULBAHAR
Di nav teşqeleya jiyan û dinê de dîsa em hatin zevtkirin ji hêla xatirxwestineke bêwext û ji nişkê ve. Li ser şaşeyên televîzyonan, li ser torên ragihandinê wêneyê ku derket, vê teşqele û keftûlefta jiyan û aloziya giştî ya cîhanê da hêlekê. Bi bişîrîna xwe ya germ a hevaltiyê, Ezîzê gelê xwe, Kemalê hogirê hevalên xwe xatira dixwest. Em bi vê neheyirîn helbet, ji ber ku ew her tim ji bo xwediderketina çarenûsa gelê xwe û azadiyê bêfikar li cihê pêwist bû. Di rêza pêş de bû ev cihê bi rûmet.
Dibe ku nivîsa herî zehmet nivîsa ji bo şehîd be. Ji ber ku hest û raman ji bo şehîd diqurifin. Hêza wateyê têr nake û hest bêtir li ser mirov zal e. Lê heke nenivîsî jî nabe. Dîlemmaya bi salan her berdewam dike. Ji bo Kemal jî heman tişt derbasdare.
Kemal, hêza dîtinê bi dest xistibû. Ku ev yek bi destê her kesekî nakeve. Dîtina kesayeta xwe, bi xwe re dîtina civaka xwe jî anî bû. Ev bû dikir ku em guh bidinê, ji dîtina wî berê xwe bidin ya rast û esas û ev hêza dîtinê bû ku bi xwe re rêz û cihê baweriyê dianî. Kemal di nav vê alozî û teşqeleya kêliyên dîrokî de bi vê hêza xwe ya dîtinê dibû dara ku yên li derdorê xwe bispêrin da ku cihê rast û helwêsta rast nişan bidin. Ji ber ku ew xwedî cihê rast û helwêsta rast bû. Ji ber ku hilbijardeya wî hilbijardeyeke dîrokî û bêveger bû.
Kemal cihê rêzê bû. Rêzeke ku bi ked û hewildanê hatibû ava kirin. Ji ber wê xwezayî û dilxwazî pêrgî rêza keda xwe dihat. Ew jî ji qewmê kedê bû. Keda herî mezin a hizir û hişmendî bû ku her tim ji bo vê di nav hewildanê de bû. Keda ji bo avakirina xwe bi keda parvekirina derdora xwe re gihandibû hev. Û ev ji dîdarên herî watedar bû di jiyana wî de. Bi çêkirina derdora xwe, bi hêzkirina hewrêyên xwe, xwe mezinkirin hêzeke hunermendane dixwaze û ev ne para her kesî/ê ye.
Hebûna mirov bi qasî valatiya ku dihêle ye. Helbet ji ber van taybetmendî û gelek xalên din jî wê cihê hewrê Kemal ji bo me gelek diyar be. Ji ber ku hebûneke xwe ya bi hêz hebû û ev hebûn li pey xwe wê valatiyeke ji destdana hewrê û hogirekî bihêle. Lê di heman demê de di nav vî şerê me yê bêeman ê rûmet û azadiyê de heqîqeta berdewamiya bihêzkirina wateya şehîd hatiye avakirin. Ku ferqa herî mezin a vî şerî jî ev e. Xwe bi şehîd re avakirin, xwe bi şehîd re bi watekirin û xwe bi şehîd re meşandin. Kemal jî ji ehle vê rastiyê ye. Di wateya kesayetê xwedî hebûn de li xwe zêde kiriye. Ji ber wê bêtir bi hêze, bi wateye û ber bi armancê ve dimeşe.
Karwana lawên gelê me yê xwedî bi rûmet, ewên ku bi bêhna nêrgizan li Kurdistanê digerin, dersa me dîrok e û em jibîr nakin cihê ku em lê mane. Ji ber hun rênîşaner û cihê starê ne.