Huner serpêhatiya me ya herî bedew e (1)

Nûçeyên Nurhaq GULBAHAR

Duşem 5 Gulan 2025 - 07:00

  • Serpêhatiya mirov serpêhatiyeke huneri ye. Û ji ber vê ye ku her xeterî û diltengî, her êş û pêwistiya hêviyê xema hunerê ye. 

 

Di tevahî dîroka mirovahiyê ya tê zanîn de, weke rêbazê hişmendiyê yê bi awayekî hevbeş tên pejirandin, mîtolojî, ol, felsefe û zanist in. Ev rêbazên hişmendiyê, her çend di hin qonaxên di tevahî serpêhatiyên mirovahiyê de bêtir diyarker bin jî, lê di encam de yek jî ji binî ji holê ranebûye. Bandorê li ser hev kirine û di nav hev de hatine honandin. Ji ber vê ye ku di roja me ya îro de, zanista ku li lutkeyê ala xwe li ba dike, bi navkirina mîtolojiyê xwe dike xwedî hebûn û dîsa di roja me ya îro de şerên herî dijwar bi navê ol û baweriyan pêk tê û felsefe careke din di roja me ya îro de bi rêya hizirandinê li ser kaos û krîzan diponije. Ji ber hevbeşiya zemîna her çar beşan jî heman zemîne û hewildana mirov a fêhmkirinê jî heman ev zemîne. Tenê her cara rê û rêbazên vê guherîne. Lê armanc û xem û pirsgirêk heman tişt bûne.   

Lê rêbaz çi dibe bila bibe, heta beriya ku weke rêbaz nav lê bê kirin jî, rêbazeke din a mirovahiyê heye. Ew jî huner e. Dîroka mirovahiyê serpêhatiyeke pir xweş, pir dijwar, pir bi êş û pir bi hêvî ye. Serpêhatiya herî bedew û mayînde ya mirovahiyê, ew serpêhatiye ku bi hunerê hatiye avakirin. Ji destpêka wê dema ku mirov daye ser rêya wateya mirin û jiyanê û heta roja me ya îro û ji siberojê jî, lêgerîna wateyê xwe bi hunerê aniye ser ziman, nişan daye û bûye rênîşaner.  Hebûna xwe bêyî ku nav lê bike li ser dîwêrên şikeftan xêz kiriye, didara dengê xwe bi dengê xwezayê re kiriye yek, bi peyvan wê hişmendiya hebûna herî xwirt daye ava kirin. Reng û dengê ji hinava mirov, xweza, gerdûn û demê daweriviye, bi rêbaza herî bedew aniye ser ziman. 

Hebûna bi wate, daxwaza fahmkirina jiyan û mirin, pirsa herî qedîm a mirov ku ji xwe pirsa ‘Ez kê/kî me?’ kiriye, hizrên xwe bi hestên xwe yên ku nayê zeft kirin, hewil daye bi hunera heft cureyî bi hebûn bike. Bi vê rêbazê, bedewiyê li xwe zêde kiriye mirovahî. Ev bedewî sînorên hiş û hestan bêtir fireh û kur kiriye ku karibe wate li ser wateyê û bedewiyê jî li ser bedewiyê zêde bike. Serpêhatiya mirovahiyê ya hunermendane çawa ku sînorên hiş û hestan berfireh kiriye, di heman demê de sînorên ku bi destê mirov çêkirî jî beralî kirine û bûye diyardeya hevbeş a mirovahiyê. Huner derketiye raserî tevahî sînoran, qalikên hişk ên mêjî û dogmayan derbas kiriye û bûye xwedî zimanekî gerdûnî. Zimanekî gerdûniye ji ber ku dengê xwe û şaneyên xwe, her wiha rîşeyên xwe digihîne zerreyên gerdûnê. Serpêhatiya hunerê serpêhatiyeke gerdûnî, hebûnî, wateyî û yeypare ye. Di tevahî deman de bi mirov re bû û wê her weke henase li gel mirov bimîne. Ji ber wê serpêhatiya mirov serpêhatiyeke huneri ye. Û ji ber vê ye ku her xeterî û diltengî, her êş û pêwistiya hêviyê xema hunerê ye. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.