• Artêşa dewleta Tirk rê û rêbazek nema li dijî gerîla bi kar neaniye. Her carê tevgerên dagirkeriyê pêk tîne û encam tineye.

Artêşa dewleta Tirk rê û rêbazek nema li dijî gerîla bi kar neaniye. Her carê tevgerên dagirkeriyê pêk tîne û encam tineye. Herî dawî di 14'ê Nîsana 2022’yan de li Zap, Avaşîn û Metînayê dest bi tevgereke dagirkeriyê kir. Di vê tevgera dagirkeriyê de ji erd û ezman tevahiya derfetên xwe seferber kirin. Ji teknîkê heta bi kûçikan, ji PDK'ê heta bi cerdevanan û çeteyan xistin tevgerê. Lê dîsa jî nekarîn gerîlayên azadiyê têk bibin.

Zap, Avaşîn û Metîna bûye gora dagirkeran. Ev tişta em dibêjin jî belgeyên wan ango dîmenên wan hene.

Gerîla TV kêlî bi kêlî vê berxwedanê nîşanî me dide. Ew dîmen ji filmên hollywodê bêhtir aksîyonê nîşan didin. Heger ew dîmen nebûna, belkî me yê bawer nekiriba ewqas çalakî têne kirin. Lê gerîla her çalakiya ku dike belge dike û bi raya giştî re parve dike. Bi saya van dîmenan, em dibînin ku artêşa Tirk têk çûye û nema kare şer bike.

Artêşa dewleta Tirk giranî daye teknîkê. Heger teknîk nebe navê wê jî derew e û tineye. Ji erdê teknîkê bi kar tîne, ji hewayê jî bi heman rengî teknîkê bi kar tîne. Lê wê tiştek ji bîr kiriye. Ew jî gerîlayên serdemê ne.

Gerîlayên serdemê tîmên bi tevger in û derbên giran li dagirkeran dixin. Eskerên dagirker nikarin lingê xwe deynin erdê. Yan di wesayîtên zirxî de ne, yan di qereqolan de ne yan jî di helîkopteran de ne. Gerîlayên serdemê bi ser wan wesayîtên zirxî, qereqol û helîkopteran de digirin. Ew li ku derê bin, dibin hedefa gerîla.

Heger teknîka dagirkeran hebe, îradeyeke ji pola ya gerîlayan heye. Ew îrade ye ku têk naçe û serketinê bi xwe re tîne. Em vê yekê ji dîmenên gerîla TV dibînin.

Gerîlayên Kurdistanê ji salên destpêkê heta niha çalakiyên bi bandor dikin. Ew çalakiyên herî bi bandor jî xistina helîkopteran e. Bifikirin ku artêşek dagirker li pêşberî berxwedana gerîla têk diçe. Ewqas teknîkê bi kar tîne û encamê bi dest naxîne. Ji hewayê helîkopter û balafiran dixe dewrê. Ji dronan heta heronan tiştek nema bi kar neaniye. Erê rast e, artêşa Tirk ev şer daye destpêkirin, lê encama wê jî wê gerîla diyar bike. Li Zap, Avaşîn û Metînayê di nava 5 mehan de 10 helîkopterên dagirkeran hatin xistin. Lê artêşa Tirk li vê mikur nayê. Çapemeniya wê jî deng ji xwe dernaxe. Dema ku behs dikin jî wekî qezayê nîşan didin. Lê tişta ku ji bîr kirine, ew jî gerîla TV ye. Gerîla TV ango kamerayên gerîlayan derewên wan pûç dikin. Bi vî rengî gerîla performanseke xurt nîşan da. Lewma jî Artêşa Tirk hem ji erdê, hem ji hewayê derbên giran dixwe.  Wekî din li gorî daxuyaniyên fermî yên HPG’ê, di 30 salan de 38 helîkopter ji aliyê gerîlayan ve hatine xistin.

Ev performansa gerîla ji sala 2019'an ve derket asta herî jor. Di sibata 2019'an de konseya fermandariya HPG'ê civîna xwe pêk anî. Di vê civînê de biryarên dîrokî û giring hatin dayîn. HPG'ê dawî li gerîlatiya klasîk anî û derbasî gerîlatiya modern ango gerîlatiya serdemê bû. HPG'ê di wê salê de plansaziya şer amade kir û derbasî pozîsyona şer bû. Li dijî teknolojiya serdemê gerîlayên profesyonel derketin ser dikê. Her wiha xeta nû ya gerîla hat destnîşankirin. Gerîlayên profesyonel ku karibin teknolojiya serdemê têk bibin, hatin amadekirin. Fermandarê biryargeha navendî ya parastina gel Mûrat Karayilan civîna HPG'ê wekî civîna projeya jinûve avabûnê destnîşan kir. Mûrat Karayilan diyar kir ku di gerîlatiya nû de wan guhertineke bingehîn û mezin pêk aniye. Gerîlayên serdemê bi performanseke nû û tîmên tevger çalakiyan dikin û li dijî teknolojiya serdemê gerîlayên profesyonel wê bibin bersiv. Jixwe, piştî wê pêvajoyê jî encama wê ji aliyê her kesî ve tê dîtin. Gerîlayên bi tevger hene yên ku encamê bi dest dixin û serketinê tînin. Heger gerîla hebe, teknîk jî fêde nake. Ango hêza gerîla di ser teknîkê re ye.