Hevpeyvîn legel 'Arif Kerîm

Hesen QAZÎ nivîsand —

Şemî 8 Cotmeh 2022 - 01:03

Sazmanî Înqilabî u Kurdistan (145)

Hevpeyvîn legel berêz 'Arif Kerîm sebaret be rêberanî Sazmanî înqîlabî, be rêgay berêz Hîway Gul, şeme 23-î Mey 2020.

 

Rêzû hurmetim heye bo cenabtan herweha bo kak Hesenî Qazî, wa le xwarewe welamî pirsyarekanî cenabtan dedemewe û hîwadarim be diltan bêt

 

Berêz 'Arif Kerîm cenabit salî 1967 – 1968 legel çi rêkxirawyek kart dekird?

Min 'Arif Kerîm salekanî 1967- 1968 yekêk bûm le endame çalakekanî Partî Şorişgêrî Kurdistan ke be balî Mektebî Siyasî Partî Dêmokratî Kurdistan denasra wate balî Celalî.

 

Kengê û yekem car le kwê û le çi pêwendîyek da rêberanî Sazmanî Înqilabît dî?

Yekem rêberî Sazmanî Înqilabî ke min çawim pêy kewtibê Kuriş Laşayî bû le Silêmanî le salî 1967, belam rêberekanî tir ke çawim pêyankewit salî 1968 bû le Bekreco lay Mam Celal, ew kate Mam Celal baregay taybetî hebû le Bekreco çunke peywendî dostaney  legel hukûmetî Iraq hebû û nêwanyan baş bû.

 

Aya berêzit bêcgele Dr. Kuriş Laşayî (Dr. Celal), çawit bem kesaneş kewtûwe Dr.Siyaweş Parsanejad (Dr. Cewad), Dr.'Elî Sadiqî (kak Îbrahîm), Xusrew Sefayî (kak Qubad), 'Eta Keşkolî (kak Mirad), Îrec Keşkolî (kak Îsma'îl), Siyamek Mueyîdzade (kak Sefa)  û Muhsîn Xatemî (kak Kemal)?

Min çawim be yek be yekî rêberekanî Sazmanî Înqilabî nekewtibû, belam zorbeyanim bînî û dostayetîm legelyan hebû wekû Dr. Kuriş Laşayî, Dr. Siyaweş Parsanejad, Xusrew Sefayî, Îrec Keşkolî, 'Eta Keşkolî.

 

Dekrê sebaret be Laşayî hêndêk bas bikey. Delên le Silêmanî maweyek le malî êwe bûwe. Ewe pêş çûnî bû bo lay Simayil Şerîfzade yan duway geranewey le Rojhelatî Kurdistanewe? Çon ênsanêkit hate berçaw? 

Salî 1967 ew rêkxirawey min karim legel dekirdin Dr. Kuriş Laşayîyan nasand be min û bû be mîwan le malî min bo mawey 3 mang, eme pêş çûnî bû bo lay Simayil Şerîfzade, Dr. Kuriş piyawêkî bilîmet, siyasetmedar, rewşinbîr, edeb dost û cuwamêr û leserxo bû, legel mindal mindal bû legel gewreş gewre bû, her le malî min fêrî zimanî Kurdî bû, sûdî lew kitêbane werdegirt ke xuşk u birakanî min le qutabxaney seretayî deyanxiwênd cige lewe şê'rî zorî leber bû îtir nazanim eger şê'rî nûsîbê, carêkyan mîwanêkî mela hate malî ême û bû be mîwan, şê'rî Hafizî zor leber bû, legel Dr. Kuriş kewtne şere şê'r, kabray mela neytuwanî Dr. Kuriş bibezênê, heta şew direnganêk bas her basî edebî Farsî bû, be dirêjayî ew sê mange min bo her cêgayek biçûmaye legel xom dembird, ême le malewe hemamman nebû, heftey dû car bo xoştin deçûyne hemamî derewe, dûkanêkî dirawsêman hebû serupêfiroş bû, hemû beyaniyek serupêman bo dehat ke Dr. Kuriş zor hezî lêbû, jimareyek le kese diyar u serkirdekanî ew serdeme naw be naw dehatin bo lay wekû Hîlmî 'Elî Şerîf, 'Elî 'Eskerî , Newşîrwan Mistefa, Heme Çawşîn, Fuad Mela Mehmûd. Min beş be halî xom sûdî zorim lew piyawe cuwamêr û mezne kird û lêwey fêrbûm, naw be naw legel Newşîrwan Mistefa ke zimanî Farsî dezanî pêkewe xerîkî wutarnûsîn bûn bo govarî Rizgarî, em be Farsî deygut û ewîş werîdegêra bo Kurdî, naw be naw ke xom û xoy debûyn û katman leber demda bû yarî şetrencman dekird ke başî lêdezanî û bîrim nayet lêm birdbêtewe, be kurtyekey qise u bas zorin leser Dr. Kuriş ke bîkeyn belam ewane girîngtirînyan bû ke min nûsîmin.

 

Eger dekrê herçîyekî le bîrte le ser her kamêkyan bas bike?

Le rastîda min dostayetyekî başim legel ew biraderane hebû, min ziyatir ew biraderanem le Bekrecoy nizîk şarî Silêmanî debînî ke baregay Mam Celalî lêbû, carubarîş ke deçûme şarî Bexda lewêş çawim be hendêkyan dekewit, be bîrim dêt ew katey ke kak Newşîrwan Mistefa bo yekcarekî Kurdistanî cêhêşt û le firokexaney Bexdawe seferî kird, şewî pêş sefer xwalêxoşbû kak Hîlmî Şerîf êware xwanêkî rêkxist bo jimareyek kesî diyar û nasraw leser şerefî kak Newşîrwan, hemû biraderanî Sazmanî Înqilabî bangihêşt kirdibû, le wane kak Simayil û kak Mirad û bende, bo beyanî ke hemûman çûyne firokexane bo xwahafîzî, ew biraderaneş hatibûn bo firokexane ke kak Newşîrwan rizgar biken eger tûşî kêşe bû, çunke peywendî ewan û hukûmet zor baş bû, rojanêkî tir ke dinyake gordira û êmemanan le Sûrya-Şam gîrsaynewe û legel Mam Celal lewê bûyn, rojêkyan lûtim bû be lûtî kak Simayilewe û îtir zanîm ewîş şwênî gwastotewe bo Sûrya, be dirêjayî ew 13 mangey min le Şam bûm, min û kak Simayil zû zû çawman beyek dekewit û hatuçoy yektirman dekird û katêkî zor xoşman pêkewe debirdeser.

 

Delên Sazmanî Înqilabî le Helebce be xorayî nexoşyan tîmar dekrid agat lewe heye?

Bedaxewe delêm, agadarî çalakyekanî Sazmanî Înqilabî nîm le nawçey Helebce, eger be xorayî nexoşyan tîmar kirdbêt, belam min birwam waye ke ew core kare xobexşaneye le wan deweşêtewe.

 

Aya eger bilêyn ew têkoşerane dewrî berçawyan hebûwe le xo girtinî bizûtnewey çepî nwê le Başûrî Kurdistan, boçûnêkî rast e?

Biraderanî Sazmanî Ênqilabî ke helgirî bîrubawerî Marksîzm Lênînîzm bîrubawerî Mao Tsêtung bûn, karîgerîyekî gewreyan hebû le ser bizûtnewey çepî nwê, ewan ke hatin bo Kurdistan û le dewrî Mam Celal û serkirdekanî tir kobûnewe, tuwanyan rêrewî siyasî le Kurdistanda bigorin be qazancî çep.

 

Wekû têkoşerêkî kewnara boçûnit çîye le ser lêk girêdanî xebatî gelî Kurd le xebatî sertaserî le çuwarçêwey ew dewletane da ke kurd şarumend, hawulatîyane?

Xebatî gelî Kurd le beşekanî kurdistan dekrê dirêjey hebê û bo pêşewe birwat belam be hoy ewey xebat û têkoşan le her yekêk lem beşane taybetmendî xoy heye be hoy ewey zerfî zatî û mewzu'î lem beşane wekû yek nîn û çunke her yekêk lew wulataney Kurdistanî pêwe likênrawe peywendye abûrî û siyasî û dîplomasyekanî be dinyay derewe wekû yek nîn, leber ewe helsengandne siyasyekanîş sebaret bem wulatane nakrê wekû yek bin. Le duwacarda daway bexşîn dekem eger kem û kurtyek hebû le welamekanim da û serkewtintan bo dexwazim.

Zor sipas

Dirêjey heye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.