Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan(72)

Beşêk le hevpeyvînî  Hemîd Şewket legel Îrec Keşkolî
Awirêk le Bizûtnewey Çepî Êran le nawewe 
Giftugo legel Îrec Keşkolî 
Neşirî Baztab. Hawînî 1378 (1999), 567 lapere

Şewket: Çarenûsî birîndareketan çî lê hatewe?
Keşkolî: Ewman le heman pasge radestî memûre 'Êraqîyekan kird û destbecê birdyan bo Kerkûk. Maweyek le nexoşxane bû û duwaye gerawe. Paş maweyek dîsan pêy çilkî kird û naçar bû bo mudawa biçêtewe 'Êraq. Ew car derkewit le neştergerî yekem da, pênsêkî piçkoleyan de pêy da le bîr kird bû! Duwacar çuwe Alman û lewê neştergerîyan bo kird, belam îtir silametî tewawî xoy wedest nehênawe. Êmeş maweyek duway geranewe bo xakî Êran, nawçey xoman grrî û çûyne şwênêkî dîke.

Şewket: Boçî?
Keşkolî: Naçar bûyn. Bo her cêyek ke pêşmergekanî Hîzbî Dêmokrat deçûn, debû legelyan biçîn çunke be bê ewan neman detuwanî le 'emelîyatî nîzamîy ke girîngî hebê, beşdarî bikeyn.

Şewket: Çûne kwê?
Keşkolî: Çûyne nawçey Dîwandere. Hêşta danemezrabûyn ke rêjîm pelamarêkî sextî bo ser ew nawçeye dest pê kird û naçar bûyn legel pêşmergekanî Hîzbî Dêmokratî Kurdistan paşekişe bikeyn û bigerêynewe bo dêy Bêjwê ke pêştir amajem pê kird, le mizgewtêk da ke têyda damezra bûyn, le layen gurûpî Komelewe dagîr kirabû. Hîzbî Dêmokrat be tema bû le nawçeyekî şaxawî lebar zor xanû durust bika bo ewey defterî Qasimlû û dewruberekanî le gundî Bêtûşewe bo ew nawçe şaxawîye ragwêzê. Lew nawçeye da ziyatir le 20 ta 30 xanûyan saz kird, belam Hîzbî Dêmokrat le ber pelamarekanî rêjîm, qet neytuwanî lew xanuwane da mal danê.
Her rojey ke tê deperî wez'î pêşmergekan û gurûpe siyasîyekan xiraptir debû. Şarekanî Kurdistan hemûy de dest rêjîm da bûn û dêyekanîş yek be duway yek da dagîr dekran. Rêjîm lew pelamare giştîye da rêgay nêwan gundekanî debest û pêwendî pêşmergekanî legel yektir debrî yan dijwarî dekird.

Şewket: Kardanewey pêşmergekan le ast ew barudoxe tazeye da çi bû ?
Keşkolî: Pêşmergekan be gurûpî piçûktir dabeş debûn bo ewey helsûranêkî ziyatiryan hebê. Meqerî dayimî gurûpekanîş îdî manay xoy le dest deda, çunke le ber pelamarekanî rêjîm naçar debûn hemîşe şwênî xoyan bigorin. Duwacar kar geyişte ewey ke hemû gurûpe siyasîyekan meqerî xoyan ragwêst bo 'Êraq, her çend ke pêşmergekan hêştaş le naw xakî Êran da dirêjeyan deda be şerî çekdarane be dijî rêjîm. Bo wêne, le nawçey Kirmaşan,  pêşmergekan bo mawey dirêj ta gerdeney Hemedan, deçûn û degeranewe û le 'emelîyatî nîzamî da beşdarîyan dekird.

Şewket: Bo rûberûbûnewe legel ew helumercane çi biryarêktan da?
Keşkolî: Pelamare qursekanî rêjîm çend mang be bê pisanewe dirêjey kêşa û ême ke girêdirawî helsukewtî helumerce giştîyekanî şerî pêşmergekan be dijî rêjîm û pelamarekanî Komarî Îslamî bûyn, naçar bûyn berew xakî 'Êraq paşekişe bikeyn. Be dem ew paşekişeye da maweyek le dêy Bêjwê maynewe. Lew nawe da tûşî gurûpêk le çirîkekanî fîdayî gel hatîn ke le nawçey Mehabadewe paşekişeyan kirdbû û le wez'êkî xirap dabûn. Hewlyan ewe bû ke xoyan bigeyênne  gundekanî Bêtûş û Bêjwê ta eger şepolî pelamarî rêjîm geyişte ew nawçeye, be perînewe le çomî  berew xakî 'Êraq paşekişe biken.

Şewket: Be dem paşekişewe legel hêzekanî rêjîm hîç têk helengûtin?
Keşkolî: Hemîşe de metirsî da bûyn û car car têkhelçûnîş pêş dehat. Bo wêne, le yekêk lew  pêkhelpirjanane da çend nefer le hawrêyanî ême ke le Dîwandere ra dehatin, kewtne kemînî hêzekanî Barzanî û yekêkyan kûjra. Katêk geyiştîne gundî Bêjwê tûşî jimareyek le çirîkekanî fîdayî gel hatîn ke ewanîş xerîkî paşekişe bûn.

Şewket: Meseley kobûnewey herawî Hîzbî Rencberan ke biryar bû le kotayî zistanê pêk bê, geyişte kwê?
Keşkolî: Kobûnewe le beharê serî negirt û hîçkesîş le şwêne corbecorekanî Êranewe nehat bo Kurdistan. Tenanet ew hawrêyaneş ke meylî xoyan bo beşdarî lew kobûneweye da rageyandbû û bo cê be cê kirdinî berpirsyarîyek be şêwey katî Kurdistanyan becê hêştibû, îdî neyantuwanî bigerênewe. Herçî zeman tê deperî, hêriş û pelamarekanî rêjîm qurstir debû û dirêjekêşanî manewey ême le dêy Bêjwêş îdî helnedesûra. Peydakirdinî wetax le tewawî gundekanî nizîk lew çomey ke Êran û 'Êraqî lêk cwê dekirdewe, legel dijwarîyekî zor berew rû bibû. Dêyekan pir bûn le pêşmerge û gurûpe siyasîyekan ke be hezar zehmet xoyan geyandbuwe ew nawçeye û be duway wetax da degeran.

Şewket: Rewte serekîyekan wek Hîzbî Dêmokratî Kurdistan û Komele çîyan kird?
Keşkollî: Ewan, bere bere,  wereqe û belge û kelupelyan ragwêst bo ew berî çomî, yanî bo naw xakî Êraq. Maweyekî zorî nexayand ta Komarî Îslamî dêye nizîkekan û ew nawçe sitratêjîkaney ke deyirwanîye gundekanî Bêtûş û Bêjwêyî dagîr kird ke îdî bibû be şwênî xir bûnewey zorêk le gurûpe siyasîyekan û  pêşmergekan. Belam pêşmergekan hêşta xoragiryan dekird û neberdêkî sext le nêwan pasdaran û pêşmergekanî Hîzbî Dêmokrat û Komele le gorê dabû. Ewan hewlyan deda ew dû gunde ke hêşta deftere siyasîyekanî her dû cereyan lewê helkewtibûn biparêzin. Le ast ewe rêjîmîş hewlî deda Bêtûş û Bêjwê ke le qedpalî kêwî bûn dagîr bika. Belam bo ewey bew amancey biga, debû le pişt ew şaxanewe ke deyanruwanîye Serdeşt tê perê û berzayiyekanî ewê bixate jêr kontirolî xoyewe. Çend hewtû duwatir, ew berzayiyane kewte dest rêjîm.  

Dirêjey heye…