Hawpêwendî nek be qise be kirdewe

Hesen QAZÎ nivîsand —

În 22 Nîsan 2022 - 22:06

  • Gutim çi bikûjî? me'lûm nîye ew bê û leweş ziyatir eger bê kelk bikrê, me'lûm nabê kêye û çi bernameyekî hebûwe û le kwêwe hatûwe. 

Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan(121)

Pêwendî nameyî legel Siyamek Muyîdzade (Kak Sefa)

Gutim çi bikûjî? me'lûm nîye ew bê û leweş ziyatir eger bê kelk bikrê, me'lûm nabê kêye û çi bernameyekî hebûwe û le kwêwe hatûwe. Kabrayan girt birdmane Bekreco, le rêye qolîm heldawe û be dîtnî xalekanî ra zanîm xoyetî. Le Bekreco lêpirsîneweyan legel kird û derkewtibû Sawak be belênî çend hezar timen nardibûy bo têror kirdnî her kam le ême. Nawekeym webîr naye, ewyan de "zîndan" hawîşt. Ew "zîndan" e tewîleyekî piçûkî qedîmî bû dergayekî perpûtî hebû û her qiflêkî hebû û le mewdayekî dûr le pişt meqerî pêşmergekanî Iran û le dawênî dû tepolkî berz helkewtibû ke be lay piştewey da hênde dûr nebû le nawçey jêr deselatî Barzanîyekan û duwacar sunûrî Iran. Pêştirîş hêndêk zîndanî her bew rêye da le "zîndan" helatbûn.

Bo sibeynê be êmeyan gut ew "segbabe" le zîndan ray kirdûwe, belam min şikim lewe da nebû ke debê her ew şewe ê'dam kirabê!

Min ew roje le wez'êkî zor şipirze û perêşan da bûm. Yekem le ber ewey ke însanêk leber min kûjrawe, le katêk da ew bekrêgîrawêk bû û hêşta minî nekuştibû. Leweş ziyatir, ême şerman dekird le pênawî mirovayetî û sosyalîsm da û dijî eşkence û ê'dam bûyn. Min ewem bo tehemul nedekra. Nem detuwanî legel hawrêyanî dîş qise bikem, her wa çû bûm de fikrewe û le pir geyiştme piştî heman "zîndan", hewaş xerîk bû tarîk da dehat, çawêkim le tepolkekan kird û le lehzeyek da temamim girt her lew rêyewe helêm. Kilaşnîkof û koltekem le ser zewî dana, cilubergî pêşmerganeşim dakend ke lew ber xom radestî Barzanîyekan bikem, çend hengawêkim helgirt, belam lepir hatmewe serxo ke eger Barzanîyekan wek casûsîş nemkujn be dilnyayiyewe radestî Iranim dekenewe û Iranîş be bê ewey pareyekî dabê be kabray bekrêgîraw, be bê ewey hîçî tê çûbê û be mift û xorayî serim tê da deba û ewe serkewtinêkî gewre debê bo rêjîm û gurzêk le sazman û bew karey min ne kabray bekrêgîraw zîndû debêtewe û ne minîş le 'ezabî wîjdan rizgarîm debê. Duwacar xom pêmil kird û peşîman bûmewe û geramewe meqer, belam be halêkewe ke le gêranewe naye û hemûyan hestyan kird ke wez'im asayî nîye. Belam heleyekî dîkey min ewe bû bo parastinî xom, ew lawazîyey xom şardewe û be pêçewaney şêwey helsûkewtî asayî naw xoman, kemtirîn qiseyekim legel hawrêyan nehêna gorê sebaret be biryarî xom bo helatin neka bimbene jêr pirsyar û tewbîx bikrêm.

14-Peywest bûnî Sazmanî Înqîlabî be bizûtnewey Kurdistan legel hemû layekanî, hewlêkî direwşawe û sermeşqêke bo yekangîrî û hawpêwendî gelan û hawçarenûsîyan. Bizûtnewey Kurd le Turkya be rêgay "Partî Dêmokrratîkî Gelan"[HDP] rêbazêkî away girtûwete ber. Le helumercî êstay Iran da ew hawpêwendîye nek be qise, belam be kirdewe çilon dekrê berew pêş bibirdirê ewcorey ke êwe le Başûrî Kurdistan kirdtan?

Wulam: Be pêy ew tecrubeye, ew zemanî bizûtneweyekî çekdarane le Iran hebû, ke ême temaman girt pêy peywest bîn, beşdarî têda bikeyn û piştîwanî lê bikeyn. (Le dway şorişîş şahîd bûyn ke bawekû bûnî xebat û xoragrî be dijî rêjîm le layen hêze pêşkewtûwe Kurdekan le Kurdistan, zorbey hêze pêşkewtûwekanî Iran piştîwanyan lew xebate kird û duwatir le ber serkutî berbilaw zorbeyan çûne Kurdistan û lewê dirêjyan da be xebat.

Herçend ew kareyan ziyatir bo parastinî hêzekanî xoyan bû, ta hawpêwendî legel gelî kurd). Wate çi le Kurdistan û çi le her şwênêkî dîke debê xebatêk le layen gelanî ew nawçane xoyanewe hebê, bo ewey bituwanê hawpêwendî û piştîwanî gelekanî dîke berew xoy rakêşê. Nakrê xebat le şwênêkewe bo şwênîkî dîke henarde bikrê. Helbet hêndêk hêz detuwanin lew pênawe da yarmetî biken be xebatgêranî ew nawçeye. Be bawerî min ew hawpêwendîye le helumercî êsta da be şêwey serekî dekrê le rûy nezerî û teblîxatewe bikrê bo bergirî le mafî diyarîkirdnî çarenûs, xebat û têkoşan be dijî serkutkarî û dûçawkî û heq kujîyekan û... Hawpêwendî û hawpiştî be kirdewe ew kate heldesûrrê ke be kirdewe û be şêwey waq'î xebatêk le Kurdistan da hebê, helbet aksiyonî 'îtîrazî û bergirî hawbeş le derewey wulatîş wenebê tesîrî nebê. Belam pêm wa nîye. Mebestî êwe, em "hawpêwendî be kirdewe" ye nebê.

Dirêjey heye ….

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.