Gorna Ehmedê Xanî

Melîk AYKOÇ nivîsand —

În 4 Adar 2022 - 03:30

Dema mirov navê Bazîdê dibîhîse, beriya her tiştî, sê taybetî û sê pîroziyên li Bazîdê tên bîra mirovan, 1 – Çiyayê Agirî, 2 – Qesra Îshaq Paşa, 3 – Gorna Ehmedê Xanî. Divê her Kurd ê ku lingê wî/wê bi Bazîdê bikeve, van taybetmendiyên bi dîrok, wêje û bîra me re têkildar, teqez ziyaret bike. Heta, ev ji heca her baweriyê pîroztir e. Ez ê li ser vê mijarê, bi agahiyên hindik jî be, gorna Ehmedê Xanî bidim nasandin. Mixabin ku derbarê avakirina kumbeta li ser gorna Ehmedê Xanî de agahiyên heyî gelek kêm in. Ez ê jî bi wan kêm agahiyan hewl bidim ku bikanim bidim nasandin. Lê berê çend gotinên kurt li ser pîrê wêje û bîra me Ehmedê Xanî:

Derbarê cihê bûyîna Ehmedê Xanî de du dîtin hene, dîtina yekê ev e; tê gotin ku li gundê Xanî yê Hekariyan hatiye cihanê, piştî xwendina xwe ya bingehîn li wir qedandîye, hê nû çûye Bazîdê. Dîtina diduyan jî ev e; bavê wî gorbihuşt Îlyas /Elyas keyxwidayê (kadî) Mîr Mehmûdê kalikê Îshak Paşa bûye û Ehmedê Xanî li Bazîdê hatiye dinê. Bes mejûyê rojbûna wî di peşgotina romana helbestî Mem û Zîn de heye û wiha dinivîse: “Lewra ku dema ji xaybê fek bû, tarixê hezâr û şêst û yek bû” Ev bi mîladî dibe 1651-2. Bes kirasguhertina wî baş tê zanîn, wî sala 1707´an qedem guhestiye. Ehmedê Xanî wê serdemê bi Erebî, Farsî, Osmanî û Kurdî xwendiye û bi her çar zimanan jî nivîsiye. Bes berhemên wî yên navdar bi Kurdî ne. Navê wan ev in: 1- Nûbehara Biçûkan 2- Eqîdeya Îmanê 3- Mem û Zîn  4- Dîwan

Di warê zanyarî û tesewufê de mirovekî herî kamil û têgîhîştî ye. Lema, jê re “Reis -ul Ulema” hatiye gotin. Yanê formeke profesoriyê ye. Berhema wî ya herî navdar “Mem û Zîn” e. Ehmedê xanî Destana Memê Alan di kesayetiya çîrokeke evînê ya li Cizîrê de adapte kiriye li serdema xwe û ew bi hestê neteweyî xemilandiye. Wê serdemê, gelek serûbinbûnên dîrokî li Kurdistanê pêk tên. Osmanî û Sefewiyan em bi navê dîn parçe kiribûn û kiribûn Sunî û Kumsorî (Qizilbaş). Bûyera herî girîng jî peymana “Qesrî şîrîn” e. Bi wê peymanê Kurdistan di navbera Osmanî û Sefewiyan de bi awayê neyê guhertin, tê parçekirin. Heta Ingilîz û Fransiyan di peymana “Sykes-Picot” de jî dest neda wî sînorî. Ehmedê Xanî wek bersiva wê parçebûna welêt, van dubeytan dinivîse. “…Ger dê hebûya me padişahek /La‘iq bidiya Xwidê kulahek ...  Ez mame di hikmeta Xwidê da / Kirmanc -î di dewleta dinê da / Aya bi çi wechî mane mehrûm? /Bîl cumle ji bo çi bûne mehkûm? …”

21´ê Sibatê, roja zimanê dayîkê ya Cîhanê bû. Ehmedê Xanî li ser girîngîya zimanê dayikê ta wê serdemê ji bo piçûkan wiha dinivîse: “…Safî şemirand, vexwarî durdî /Menende Durê lîsanê Kurdî / Înaye nîzam û întîzamê / Kêşaye cefa ji boyê amê /Da xelqî nebêjitin Ekrad /Bê marîfet in, bê esl û binyad / Enwayê Milet xwedan kitêb in /Kurmanc tenê di bê hesêb in…”

Min di nivîsên din de ragihandibû ku Gorna Ehmedê Xanî, Qesra Îshaq Paşa û Keleha Bazîdê (Keleha Sor) sêkoşeyeke rast pêk tîne. Gorna gorbihuşt li başûrrojhilatê Keleha Bazîdê û li rojhilatê Qesra Îshaq Paşa li ser girê goristana Bazîda kevn hatiye lêkirin. Ev berpalê şakeke çiyayê Şêresurka /Şêresiyar ye. Anegorî agahiyên kêm jî em têdigêhêjin ku cara yekem di serdema lêkirina Qesra Îshaq Paşa de bi qubeyeke di forma Agirdang (Hurmizgan) de hatiye lêkirin. Kevirên di dîwarê Kumbeta Gorna gorbihuşt û di Qesra Îshaq Paşa de hatine bikaranîn ji heman kana keviran in. Lê di pêvajoya salan de bi pirranî tê ruxandin. Hin dîwarên wî û nîvê qubeya kumbetê li pê dimînin.

Çîroka ji nû ve lêkirina wî jî wiha ye: Di sala 1973- 1975 an de endamên Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP) yên Kurd xwerû jî serokê partiyê yê Bazîdê, Mustafa Ozbay bi tevê hevalên xwe parêzer Bahattin Eryilmaz, Erdogan Teomete û endezyar Veysel Çamlibel bi navê “Şêresiyar” kovarekê derdixin û di vê kovarê de mijara ji nû ve lêkirine Kumbeta Gorna Ehmedê Xanî derdixin pêş. Berê hem meleyên herêmê û hem jî partiya TÎP li ber radibin. Piştî xebata vê înîsiyatîfê, piştgirî ji gel û meleyên welêtparêz jî tê girtin. Dema darbeya leşkerî tê, ev proje tê rawestandin. Piştre dîsa dest bi xebatê dikin. Sala 1996´an bi alîkariya şaredarê Bazîdê, Mahmut Kotan û mutahîdên heremê yên welatparêz û piştgiriya gelê Bazîdê, kumbet û mizgefta Ehmedê Xanî tê tewawkirin û şeklê xwe yê îro digire. Dû re, şaredariyên welatparêz hin projeyên din bi pêş dixin, lê dewleta dagirker pêşî li wan digire.

Bêgûman jiyana Ehmedê Xanî bi paragrafek du paragrafan nabe, xebateke berfireh divê, lê ji bo qunciknîvîsekê, ev jî weke agahî bes in. Bi hêviya ku her Kurd hem qesra Îshaq Paşa û hem jî gorna pîrê hizra neteweyî Ehmedê Xanî ziyaret bike. Hetanî keleh û cihekî din ê dîrokî bimînin di nava xêr û xweşiyê de.

parvê bike

Melîk AYKOÇ

Nivîsên Melîk AYKOÇ

Keleha Argûnê
18 teşrînê

Li ser Îdir/Egîda
11 teşrînê

Kavilên Mendekê
4 teşrînê

Keleha Sarê
7 cotmeh

Keleha Haremî
30 îlonê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.