Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan (67)


Beşêk le hevpeyvînî Hemîd Şewket legel Îrec Keşkolî
Awirêk le Bizûtnewey Çepî Êran le nawewe 
Giftugo legel Îrec Keşkolî. Neşirî Baztab. Hawînî 1378 (1999), 567 lapere

Şewket: Yanî qerar dira mangê carêk bo wergirtinî yarmetî malî biçne Kerkûk û legel Ebû Êhsan de pêwendî da bin.
Keşkolî: Biryar dira bo wergirtinî yarmetî malî û wesîley dîke emin pêwendkarî Hîzbî Rencberan bim legel Ebû Êhsan le Kerkûk û eger gîrugiriftêk hate pêşê Reşîd berdewam bê le ser pêwendî legel girtinyan. Le ser danî çekîş gutî ke akamî karekeman le dîdarî duwatir da pê radegeyênê.
Şewket: Çend le  Kerkûk manewe?
Keşkolî: Tenê her rojêk û duwaye dest becê geraynewe Qeladizê. Le Qeladizê dû roj her le heman hotêl çaweruwanî nwênerî Hîzbî Dêmokratî Kurdistan bûyn û legel wî geraynewe nawçey Sunê. Lewêwe ta miqerî Hîzbî Rencberan be pêyan sê çuwar se'at rêga bû, heta Qeladizê cilubergî asayîman deber dabû û lewêwe cilubergî Kurdîman deber kird. Le rêgaye bîrim lew xewne dekirdewe ke sebaret be hawserim û mindalekem dîtbûm. 
Şewket: Aya le naw xotan da basî wergirtinî yarmetî malîtan kird le 'Êraq, bas sebaret bew babetey ke yarmetî wergirtin le 'Êraq lewaneye be wantan bibestêtewe û yan bibête hoy darûşanî ew bayexaney ke bawertan pêyan bû?
Keşkolî: Ber lewey ke bême Kurdistan, Rîzwanî û Sadiqî lew bareyewe qiseyan legel kirdim û be corêk dûdilîyewe dawayan le min kird lew bareyewe legel Êraqîyekan bidwêm. Ewan be Talebanîyan gutbû ke wergirtinî yarmetî le dewletêkî bêgane legel bayexekanî hîzbî ême cor dernayetewe.
Şewket: Le dewletî bêgane, mebest dewletêkî wek dewletî 'Êraqe. Çunke êwe ber le şorişî kultûrî Çîn, lew wulate yarmetî malîtan werdegrit.
Keşkolî: Bellê, mebest le dewletî 'Êraq bû. Yekêk meseley nawxoyî xoman bû û ewîdîş kardanewey derewey hîzb ke degutra rêkxistne Êranîyekan le Êraq pare werdegrin.
Şewket: Wulamî Talebanî çi bû bo Rîzwanî û Sadiqî?
Keşkolî: Ew komeley be numûne bo hênabûnewe ke le Kurdistan xawenî hêz û nufûzêkî zor bû. Talebanî gutbûy be bê yarmetî 'Êraq ew teşkîlat yan gurûpe siyasîyane neyandetuwanî be ser zorêk le astengîyekanî xoyanda zal bin. Be bawerî wî, pêwendî legel Êraq be pêwîstî bestranewe bew wulate be duway xoyda nahênê.
Şewket: Eto wekû hokarî berêwebirdinî ew siyasete hestit çi bû?
Keşkolî: Danî ew biryare herçonêk bê dijwar bû, belam hokarî berêwebirdinî dijwarîyekî gewretir bû. Emin be salan le 'Êraq jiyabûm û qet dawxuwazêkî ewtom nekirdbû. Demzanî ke bo wergirtinî yarmetî debê legel îstîxbarat qise bikem. Ew pêwendîye, pêwendî nebû le nêwan dû hîzbî bira da. Îstîxbaratî 'Êraq, wate rêkxistinî casûsî 'Êraq, wate hestan û danîştin legel miştêk polîsî hukûmetêkî wek 'Êraq, belam her wek amajem pê kird, çareyekî dîkeman nededî.
Şewket: Be taybetî bo êwe ke le rabirdû da ziyatir le her cereyanêkî dîke cexttan kirdbuwe ser bîrokey Hîzbî Komonîstî Çîn lemer  "be palpiştî hêzî xo".
Keşkolî: Ta ber le ew pêwendîyey duwayî legel 'Êraq lewe da serkewtibûyn ew siyasete berew pêş berîn. Koşişî ême ewe bû ta ew cêyey dekrê, wergirtinî yarmetî le 'Êraq berteng bê û nehêlîn be pêwendî ziyatir û wergirtnî parey ziyatir, bikewîne naw koşyan. Pêm waye gurûpe çepekanî dîkeş her awa decûlanewe û dekra ewe le çilonayetî guzeranî jiyanî ewan le Kurdistan bixwêndirêtewe.
Şewket: Duway geranewe bo Kurdistan çitan kird?
Keşkolî: Katêk geyiştînewe meqerî Hîzbî Rencberan, dîman hemû narehetin. Muhsîn [mebest hawrê Muhsîn Rîzwanî ye, H.Q.] pêy gutîn lew maweyey da ke çûbûyne 'Êraq, 5 kes le hawrêyanî hîzbî gîrawn. Emin xewnekemim bo gêranewe û gutim çaweruwanî bîstinî ew xebere bûm.
Şewket: Çi kesanêk gîra bûn?

Belqîs banû u Îrec Keşkolî le Feranse

Keşkolî: Hawserim Bilqîs u kurekem Perwîz. Jinêkî pizîşk ke le nawçey Kirmaşan karî dekird û hawrê Xurem ke erkî ragwastinî hawrêyan le Taranewe bo Kurdistan bû. Nawî dû kesekey dîkem le bîr nemawe.
Şewket: Ewane çon gîran?
Keşkolî: Ewan her bew rêgayey da ke min le Taranewe pêy da hatbûm dêne Kurdistan. Yanî be utubosî neferhelgir dêne Nexede û le Nexedewe be mînîbûs eêne Begim Qela. Teqrîben eger 10 deqîqe le Begim Qela têperî degeye nawçey pêşmerge. Her ew cêyey ke pêştir amajem pê kird ke yek le hawrêyanî hîzb be nawî Dr. Hesen lewê damezrabû û ew kesaney werdegirit ke le şwênî cor be corewe rayan dekird bo Kurdistan. Ew care hawrê Xurem, berpirsî ragwastinî takutera bo Kurdistanîş legel ewan dête Kurdistan. Pêm wabê, erkyan îmkanatî le Taran tewaw bibû û ewe duwayîn erkî hîzbî buwe bo ragwastinî hawrêyan.
Şewket: Erkî ragwastinî takutera duway gîranî Xurem be estoy kê bû?
Keşkolî: Ew ber lewey le Taran derkewê, erkekey xoy be hawrêyekî hîzbî be nawî Mêhrdad espard bû. Mêhrdad legel Ferîdey German, hawserî Muhsîn Rîzwanî endamî defterî dayimî hîzb degîrê. Ferîde xoy berpirsî komeley Jinanî Hîzbî Rencberan bû.
Şewket: Ferîde German çî be ser hat?
Keşkolî: Gutyan duway gîranî buwe be tewab û duway maweyek le zîndan ber dirawe. Deyangut zor têkişikawe û pîr buwe. Bnemaley German hemûyan le Tûdeye konekan bûn. Ferîde û xuşkekey Kubra ke le xwêndkaranî Êranî danîştûy Îtalya bûn, rakêşran berew Sazmanî Înqîlabî. Ferîde, hawserî Xusrew Sefayî bû ke duway kûjranî Xusrew le zemanî şa, legel Muhsîn Rîzwanî zewacî kird.

Dirêjey  heye…