Erdheja li Kurdistanê ne cara pêşî ye ku pêk hatiye. Lê ev cara pêşî ye ku ew çend giran û dijwar e. Ji ber ku ev erdhej ne tenê li bajarekî yan jî li deverekê pêk hatiye. Herêmeke gelekî berfireh daye ber xwe. Di encamê de jî bajarên Mereş, Semsûr, Dîlok, Meletî, Riha, Amed û heta bajarên Tirkiyê yên wekî Osmaniye, Hatay jî di navê de digihîje Sûrî. Yanî bi kîlometreyan dirêj bûye. Bajarên derdorê jî bi erdhejê hesiyan. Ji ber vê yekê, wê bandor li milyonan kesî kir.
Her kêliya ku derbas dibe, hejmara qurbaniyan zêde dibe. Bi deh hezaran an jî dibe ku sed hezaran di bin xirbeyan de ne. Felaketek mezin bû ku bi serê Kurdistanê û derdora wê de hat. Milyonan kes ev çend roj in di tirsa erdhejê de ne. Dîmen û wêneyên ku ji herêmê tên kareseteke mezin nîşanî me didin. Her kêlî ew wêne û dîmen li ser medya dijîtal belav dibin. Dema mirov wan dîmenan dibîne perîşan dibe. Di bin serma û seqemê de ewqas mirov di bin xirbeyan de ne. Li aliyekî cenazeyên wan, li aliyekî din jî mirovên ku birîndar û sax ji bin xirbeyan tên derxistin hene.
Vê erdhejê, bêbext li Kurdistanê xist. Saeta ku her kes di xewê de bû ango her kes li malê bû, pêk hat. Li aliyê din ji ber zivistanê jî her kes di hûndirûyan de bû. Lewma jî encama wê giran bû.
Ji bo erdhejê, em dibêjin karesatên xwezayî. Heta vê derê me fêm kir. Lê tişta herî xerab jî karesata dewletê bi xwe ye. Jixwe ev çend roj in, li ser medya dijîtal nerazîbûna xelkê heye. Gelek kes bang dikin û dibêjin, kanî ev dewlet li ku derê ye? Gelek kes li benda alîkariya dewletê ne. Lê dema ez li dîmenan temaşe dikim, dewletê dibînim. Ji ber ku dewlet ew karesat bi xwe ye. Felaketa herî mezin dewlet bi xwe ye. Ji ber ku dewlet heye, ew çend encama vê karesatê giran e. Em dibînin ku yên alîkariya hev dikin, dîsa jî gel bi xwe ye. Li cem wî gelî dewlet tineye. Ji ber hebûna dewletê, ewqas êş û azar çêbûn. Heger wê dewletê destûra xelkê ya xwerêveberiyê dabûya, ev tişt wê bi serê xelkê de nehatibûya. Vê dewletê hişt ku avahiyên bilind û yên xerabê werin avakirin.
Serokomarê Tirk Erdogan piştî erdhejê bi rojekê hat dîtin. Erdoganê ku qet qala alîkariyê nekir, yekser gef li xelkê xwarin. Her wiha rewşa awarte jî ragihand. Di vê rewşa awarte de çi derdê Erdogan bû ku rewşa awarte ragihand? Ma ji vê rewşê awartetir rewş heye gelo? Tevî vê yekê jî Erdoganê dagirker serî li rê û rêbazeke bi vî rengî da. Derdê wî ew e ku kes rastiyan nebîne û nebihîse. Lewma jî bi rewşa awarte re wê li wan bajaran polês û eskerên xwe bi cih bike û destûra ketina wan bajaran qedexe bike. Her tiştî ew ê li gorî dilê xwe bi rê ve bibin. Derdê wan ew e ku hê bêhtir mirov jiyana xwe ji dest bidin. Ji ber ku ew der Kurdistan e û çênabe kes ji wê derê sax bifilite. Her wiha li hesabê wî nayê ku alîkarî ji mexdûrên erdhejê re biçe. Dema ku Erdogan derket pêşberî kamerayan jî ji vê yekê nerazî bû. Qet kêfa wî tine bû û ji rûyê wî jahr dibariya. Kîn û nefret di rûyê wî de hebû. Ew dixwaze Kurdistan serûbin bibe û kes nemîne. Ev erdhej jî li hesabê wî tê. Lewma niha jî wê vê rewşê ji xwe re bi kar bîne. Wê bi rewşa awarte re gelek kesan bavêje zindanê û devê wan bigire. Ew naxwaze ku xelk behsa erdhejê bike.
Ev dewleteke ew çend barbar û zalim e, ya ku di vê felaketê de jî zilmê li xelkê dike. Di roja destpêkê ya erdhejê de jî êrişên dewleta Tirk li dijî Rojava nesekinîn. Heger xelk dixwaze vê dewletê nas bike, bila li vê rewşê binihêre, bes e. Ev dewlet ji zilmê pê ve tiştekî nade ti kesî. Tenê zilm û zordarî daye xelkê. Ev dewlet, bi zilma xwe heye. Vê dewletê ti carî xweşî û aramî nedaye xelkê. Vê dewletê ti carî xizmeta xelkê nekiriye. Pênaseya dewletê jî ev bi xwe ye. Lewma jî xelk ne li benda alîkariya dewletê ye. Ji kêliya pêşî heta niha jî xelk bi serê xwe birînên xwe dipêçe.
parvê bike
Nivîsên Aslan ASLAN
Divê Elmanya gava pêşî bavêje
23 teşrînê
Navê xwe li me dikin
16 teşrînê
Sonda bi Kurdî Jiyana bi Tirkî
9 teşrînê
Bi berxwedanê tecrîd wê bişike
2 teşrînê
Di salvegerê de komployeke din
26 cotmeh
Dewleta Tirk û Însanetî
19 cotmeh
Encama Komploya 9'ê Cotmehê
12 cotmeh
Erdheja li Enqerê
5 cotmeh