• Le yekêk le kobûnewekanî amade karî kongire da, telefon zengî lê da û berpirsî sazmanî înqîlabî le New York (Hawrê C.I) gutî xêra heste were bo Baltîmor debê biçye şwênêk.

Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan (113)
Pêwendî nameyî legel Siyasmek Muyîdzade (Kak Sefa)

Le yekêk le kobûnewekanî amade karî kongire da, telefon zengî lê da û berpirsî sazmanî înqîlabî le New York (Hawrê C.I) gutî xêra heste were bo Baltîmor debê biçye şwênêk. Emin pêm seyr bû ke lew helumercî da û bew hemû kar û berpirsyaretîyewe çon detuwanim ewê be cê bêlim? Wez'îyetî xom bew hawrêye gut ke le cêda helnasûrrê, ew e bihêlnewe bo duway kongire, gutî meseleke destbecêye û ferman fermanî rêkxistine û debê bêy. Çareyek nebû, be her kelek û diroyek bê, biyanûm hênawe û karekanim be hawrêyekî dîke espard û çûme ser qerareke. Lewê swarî utumbîlêkî şir bûyn û çûyne şarêkî dîke û lenaw cengelêk da çûyne xanûyekewe ke her we xanûy cindokan deçû, lewê hawrê 'Elî Çuwarmihalî kaîdî berpirsî serekî sazmanî înqîlabî le Emrîka çaweruwanim bû. ['Elî Çuwarmihalî Kaîdî  duwatir le 1-î mey 1984 le zîndanî Êwîn î'dam kira] gutî, debê xêra werê kewî û biçîye Urûpa û lewê legel grûpêk bo dewrey perwerde deçin bo Çîn. Îtir cêy bîr kirdnewe le kongire û rêkixrawey xwêndkarî nebû.

Le mawey çend rojan da barî seferim be kolim dada û çûme Urûpa û Luxembourg ke lewê hawrê 'Eta Keşkolî çaweruwanim bû û lewêwe çûyne Bruksêl û malêkî gewre ke çend hawrê lewê amade bûn. Lewê hawrê 'Eta bo hemwanî şî kirdewe ke bedaxewe le ber wedrengî kewtinî ême û hoy dîke, bernamey sefer bo Çîn helweşawetewe (Duwatir gêranewey cor becor lew bareyewe bîstra, lewane ew bernameye le ber şorişî kultûrî le Çîn helweşawetewe yan hîzbî komonîstî Çîn bîstûye ke le naw grûpekan da hêndêk casûs deçne Çîn û ..., belam ew hawrêyaney ke pêştir çûnete Çîn, le kilasêkî kadrî şeş mangane da, be pêy bername heman te'lîmat degwêznewe bo êwe). Be naçarî qubûlman kird, 7 kes bûyn, hawrê 'Eta berpirsî siyasî, hawrê 'Elî Sadiqî berpirsî perwerde, hawrê Îrec Keşkolî berpirsî teşkîlatî û minîş ke yek wşeşm Feranseyî nedezanî, nazanim boçî kiram be berpirsî malî û şit kirîn! Dû hawrêy kirêkarîş (be nawî xwazrawî Semed û Yehya) ke bo dîtnî xulêkî fenî hatbûne Swiss, hawrê 'Elî Sadiqî berew sazmanî înqîlabî ray kêşabûn û legel grûpeke bûn û hawrê Behram Rad îş le Emrîkawe legel bû. 

Bername perwerdeyiyeke ke zor rêkupêk û sîstmatîk û hemûlayene û le heman kat da sade bû, terxan kirabû bo fêrkirdnî ramanî Mao Zedong û zor kem wahebû basî amojgarîyekanî Marks, Êngêls, Lênîn û Stalînî têda bê, be giştî emin webîrm naye le Sazmanî Înqîlabî da perwerde le ser binemay amojgarîyekanî klasîkekanî markisîst – lênînîstî hebûbê. Ewey ke hebû, tenya mutalay peragendey, lêrulewê û banekî takutera be şêwey ferdî bû. Ke bexom depermûm bilêm, zorbey hawrêyanî  rêkixrawekeman lewane boxom, lew buwarane da berastîş nexwêndewar bûyn!

Le dway kotayî hatnî xuleke, her kamêkman nardirayn bo şwênêk. Emin çûme Hamburg û lewêwe bûme "berpirsî perwerde"! î hewzeyek le kîl ke le debîranî duwatrî konfêdrasyon pêk hatbûn, (hawrêyan Behram Dêjbexiş, Menûçêhr Ewhedî û E.G) heman ew şitey ke le Bêljîk fêr bibûm, wek tûtî be ewanim gutewe!

Maweyekî kurt duway ewe bo çûn bo Iraq û Kurdistan, le dûyan nardim ke le wulamî pirsyarî duwatir da basî lêwe dekem.

Pirs: Le Kurdistan nawî rêkxistinî to çi bû?

Wulam: Nawim Kak Sefa bû.

Pirs: Dezanîn katêk ke Sazmanî Înqîlabî hîzbî Tûdey Iran le derewey wulat kadrî rêberayetî xoy be mebestî peywest bûn be bizûtnewey çekdaraney Kurdistanî Iran nard bo Kurdistanî Iraq, bizûtneweke şika bû û ewende kesey mabûnewe hatbûne Bekreco. Sebaret be ezmûnekanî xot legel ewan binûse. Aya mebesttan bû ewan berew Sazmanî Înqîlabî rakêşn. Yan tenê yarmetîtan dedan bo perwerdey siyasî û nîzamî? 

Wulam: Ême be rexney girîng le hîzbî Tûde cwê bibûynewe: helatin û xo dizînewe, le henderan danîştin, bê kirdeweyî û rêgay hêmnane (legel rêvîzyonîsm û bestranewe be hîzbî Komonîstî Şûrewî) bew pêye amanc û bernamey ême bo peywest bûn be xebatî çekdarane le Iran, tewaw legel ew rexnane yekî degirtewe ke le hîzbî Tûdeman degirt be taybetî ewey ke duruşmî serekîman “şorişî be zebr u zeng rêgay rizgarî gelanî Iran e” bû. Ew sefereş her lew pênawe da bû, hem qaçman le meydanî kirdewe da bê û hem wek kanalêk bê bo gwastnewe bo Iran. Be daxewe be şikanî ew bizûtneweye, neman tuwanî be beşêk lew amancane bgeyn, be naçar bo mawey katî le Kurdistanî Iraq (Bekreco) damezrayn. Le ber ewey amancman gwastnewe bo Iran bû û temay geranewey Urûpaşman nebû, belam be hatnî pêşmerge Iranîyekan le Kurdistanî Iranewe, derfetêkî lebar bo yarmetîdan û egerî çûn bo Kurdistanî Iran le dewrey duwatir da legel ewan, hate pêşê. Bew pêye leber ewey be tema nebûyn bigerêynewe Urûpa û her weha leber eweş ke nemandewîst bo mawey dirêj lewê bimênînewe, bê guman hîç bername û amancêkman bo rakêşanî pêşmergekan berew Sazmanî Înqîlabî nebû (tenanet carêk ew dû pêşmergeyey ke emin ziyatir legel ewan karim dekird – yadyan be zîndûyî bimênêtewe Kak Qerenî û Kak Sabîr -  [feqê 'Elî Şîweselî (Qerenî) û Mihemed 'Ebdula, xelkî Helwê (Sabîr 'Ebdalî), be pêy zanyarî Xidir Qadir, H.Q.]. Paş maweyek ke karim degel dekirdin, lêyan pirsîm, aya detuwanîn peywest bîn be rêkxirawî êwe? Detuwanî pêrew û esasnameketan bidey be ême û bîxwênîyewe û duwaye be pêy ew daway endametî bikeyn? Min legel ewey ew şitaney serewem bo bas kirdin, ew rastîyem dagirtewe ême bernameyekman nîye bo rêkxistnî ewan lêrekane, eger geraynewe Iran û lewê destman kird be karî rêkxistin, bibir bibir êwe le hewelîn ew kesane debin ke eger bitanewê detuwanin peywest bin be sazman. Belam dekrê esasnameketan bo wedestxistinî zanyarî û têgeyiştnî ziyatir le ser sazman bidem be êwe.

Dirêjey Heye…