‘Eta Keşkolî le gundî Şêxan çawî wêk na Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan (69)
Beşêk le hevpeyvînî Hemîd Şewket legel Îrec Keşkolî Awirêk le Bizûtnewey Çepî Êran le nawewe Giftugo legel Îrec Keşkolî
Neşirî Baztab. Hawînî 1378 (1999), 567 lapere
Şewket: Meseley çekwergirtin le Hîzbî Dêmokratî Kurdistan tan hêna gorê?
Keşkolî: Pêştir legel Talebanî qiseman kirdbû ke ew xoy ew dawxuwazey ême bênête gorê û Qasimlû dijberî nîşan da bû û gutbûy carê îmkanêkî ewtoyan nîye. Helbet enbarekanî çekî Hîzbî Dêmokrat pir bûn le çek, belam muwafeqetî nekirdbû. Êmeş bew hal û hewayey dîtman, geyiştîne ewey ke baştre hîç nelêyn. Yek dû rojî dîke le mizgewteke da maynewe û be dest betalî geraynewe meqerekeman. Tenya şitêkî ke we destman hêna, wergirtinî muwafeqetî Qasimlû bû bo çûn bo şwênî cor be corî Kurdistan. Belam bo ew kare debû rabwestîn ta werzî zistan tewaw debê, çunke bew serma û sol û beferey ke hebû, herçonêk bê derfetî cûleyekî ewto nebû. Katêk geyiştînewe meqerekeman xeberman zanî çend kes le hawrêyan berêwen berew Kurdistan.
Şewket: Ew kesane kê bûn?
Keşkolî: Nasir Êkbatanî, Xusrew Secadî, 'Eta Keşkolî û hawrêyek be nawî Xwazrawey Celal. Le paşmawey ew hawrêyaney ke biryar bû bên hîç xeberman nebû. Legel Qasimlû şitêkî dîkeşman hêna gorê û ewîş dawxuwazî yarmetîdan bew hawrêyane bû ke le şwênî ciyawazî Êranewe dehatne Kurdistan. Dawaman lê kird be le berçawgirtnî ew derfet û deretaney heyetî yarmetîman bida lew bareyewe. Qasimlû ew dawxuwazey pejrand.
Ber lewey ke ewan bigene Kurdistan, xeberman bo hat le ber hêndêk ho yekêk le hawrêyan direngtir degatê û carê sê kes berêwen. Ême bo geyştinî ewan zor be heyecan bûyn, çunke le mêj bû neman dîtbûn û le layekî dîkewe le ber ewey metirsî girtinyan hebû nîgeran bûyn.
Duwacar çaweruwanî ême be kota hat û xeberî geyiştinî ewanman wergirt, bellam bew perî waq wirmanewe dîtman le ciyat sê kes dû kes hatûn. Katêk geyiştne tenîşt xanuwekey ême, Muhsîn yan bang kirde derewe. Muhsîn lehezeyek duwatir gerrawe û gutî 'Eta le rêga da sektey kirduwe. Be bîstinî degut, ewe xemî dinya û 'alem bû le dilim bar bû.
Şewket: Çonî sekte kirdbû?
Keşkolî: Ewan le Sinewe dêne nizîk Seqiz û degene dêyek be nawî Şêxan û lewêwe debû legel rênwênekeyan sê çuwar kîlomîtrêk piyade royî biken û xoyan bigeyênne meqerî Hîzbî Dêmokrat. Înca lewêwe be yarmetî takuteray Hîzbî Dêmokrat hatbane nawçey ême. Yanî debû 6-7 rojêk be pêyan bên. Befrêkî qursîş barîbû û dway ew sê çuwar kîlomître, mandû û mirdû degene dêy Şêxan.
Ke degene êwê û legel pêşmergekanî Hîzbî Dêmokrat silaw û çakûxoşî deken, 'Eta dekewê û herçî henasey deskirdî dedenê kelkî nabê. Pêşmergekan le rêwresmêk da le goristanêk da espardey xakî deken. Ew nawçane pire le gorî pêşmergekan. Le cêda le Kurdistan bo her şwênêk biçî pire le goristan.
Şewket: Katêk 'Eta wefatî kird temenî çend bû?
Keşkolî: 'Eta le salî 1312-î hetawî [1933-î zayînî, H.Q.] le dayk bibû û le temenî 50 salî da (1983) mird.
Şewket: Lew maweye da kobûnewetan kird legel ew kesaney le Taranewe hatbûn?
Keşkolî: Belê, belam ew kobûneweye, ew kobûneweye nebû le berçawman girtbû debû çaweruwan bîn ta ewanîdîş bên. Ewan basî barudoxî hîzbyan bo kirdîn û ewey lêy mabuwewe û gutyan hemû şit helweşawe û serubin buwe. Hêndêk helatûn, hêndêk gîrawn yan kûjrawin û pêwendîyekan helbirawin.
Şewket: Lew maweye da çend kestan le Kurdistan xir bibûnewe?
Keşkolî: 15- 20 neferêk debûyn, hêndêk dehatin û hêndêk deçûn ta xerîkî karî hîzbî û ragwastinî hawrêyan bin. Hêndêk le hawrêyanî ême ke le Kurde qelxanîyekanî nawçey Dalahû bûn, legel xelkî nawçekeyan rayan kird bo 'Êraq. Dewletî 'Êraq ewanî birdbuwe kempî penaberan le Rumadîye ke be şêweyek parêzgarî lê dekra. Duwaye helumercêkman amade kird ta bêne meqerî ême le Kurdistan.
Şewket: Gişt zistaneke lew nawçeye da manewe?
Keşkolî: Tewawî werzî zistan lewê bûyn û biryarman da be tuwanewey befr nawçeke bigorîn û hêndêk lew hawrêyaney ke karî çapemenî û teblîxî yan dekird le nizîk sinûr bimênnewe.
Şewket: Karî teblîxî le kwê?
Keşkolî: Her le wê beyanname binûsin, bilawkirawey nawxoyî amade biken û le pêwendî dabin legel Yekêtî Nîştimanî Kurdistan be rêberayetî Talebanî.
Şewket: Ey erkî ewanîdî çi bû?
Keşkolî: Ewanî dîş biryar bû le jêr berpirsyaretî minda bo dest kirdin be 'emelyatî nîzamî biçne naw xakî Kurdistanî Êran.
Şewket: Şwênêkî taybetîştan le ber çaw girtibû?
Keşkolî: Demanewîst biçîne nawçeyek nizîk le defterî Hîzbî Dêmokratî Kurdistan, wate le nizîk gundî Bêtûş û Bêjwê bû. Komeleş nawendî xoy ragwêstibû bo ew nawçeye. Eger le rûy cuxrafiyayiyewe çawman lê kirdba, gwastnewey defterekanî ew dû hêze gewreye bo ew nawçeye, manayekî nebû cige le paşekşe nebê. Çunke ew dû gunde rast le qerax çomêk bûn ke ew berî çomî xakî 'Êraq bû, gundî bêtûş le dest Hîzbî Dêmokratî Kurdistan da bû û dêy Bêjwêş le dest hêzekanî Komele da bû. Ew dû hêze le îmkanatî ew dû gunde, wek bekarhênanî mizgewtekan bo damezrandinî pêşmergekanî xoyan kelkyan werdegirt, her dû gund le berzayî helkewtibûn. Hîzbî Dêmokrat û komele xanûy piçûkyan be şêwey ew xanuwaney ew nawçeyey êmey lê bûyn saz kirdbû. Xanûy ewtoy ke be dapoşranî tewaw le çawî dujmin be dûr bûn û rêberayetî û deftere siyasîyekanî her dû hîzbe rayangwêstibû bo ew dû gunde.
Şewket: Gurûpekanî dîkey opozîsyonîş lew dû dêye da bûn?
Keşkolî: Helumercî nawxoy Kurdistan tund bibû û rêkxistinekan nawendî rêberayetî û binkekanî xoyan ragwêstibû bo ew dû gunde. Pêşmergekanîş be şwênî cor corî Kurdistan da bilaw bibûnewe.
Dirêjey heye…