Em bi zimanê xwe Kurd in

Aslan ASLAN nivîsand —

Pêncşem 15 Nîsan 2021 - 01:15

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, ji bo zimanê Kurdî tiştek nemaye ku bi serê Kurdan nehatiye. Kurd ji ber zimanê xwe hatin girtin û qetilkirin, û ev yek hê jî dewam dike. Li Tirkiyê Kurdek nikare bi awayekî azad qala nasnameya xwe bike û bi zimanê xwe biaxive. Meseleya ziman jî meseleyeke siyasî ye û yekser bi polîtîkaya dewleta Tirk re têkildar e.

Hema bêje her kes dizane ku ziman nasnameya mirovan nîşan dide. Heger tu bi zimanê xwe neaxivî û bi zimanê xwe ranebî, wê demê tu ji nasnameya xwe dûr dikevî. Îca, du aliyên vê meselê hene. Ya yekemîn zext û zora dewleta dagirker li ser Kurdan û zimanê wan e. Îro bi milyonan Kurd li bajarên Tirkiyê bi cih bûne yan jî di dema xwe de koçber bûne. 

Dema ku ev milyonan kes çûne wan bajaran, ji neçarî dûrî zimanê xwe ketine. Di salên 1990'î de li bajarên Tirkan axaftina zimanê Kurdî yekser Kurdbûna te nîşan dida. Ji ber vê yekê jî pirraniya Kurdan berê xwe dan zimanê Tirkî. Ji bo ku nasnameya wan eşkere nebe xwe li zimanê Kurdî nekirin xwedî. Ev nifşê ku em behsa wê dikin, bûn xwedî zarok yan jî zarokên wan mezin bûn. Ev zarok û ciwan jî bi zimanê Tirkî rabûn û mezin bûn. Hem ji welat dûr ketin hem ji zimanê xwe. Vê yekê nasnameyeke din derxist holê. Li Bakurê Kurdistanê jî ji ber zimanê wan êşkence li Kurdan hat kirin û ew hatin girtin.

Ya duyemîn jî meseleya Kurdan e. Yanî Kurdan çiqasî ev ziman parast û xwedî lê derketin. Gelek kesan bi bahaneyên cûda zimanê xwe bi kar neanî. Hinekan dê û bavê xwe gunehbar kir û got, sûcê wan bû. Û ev pêvajo hê jî dewam dike.

Ji bo parastin û bikaranîna zimanê Kurdî di nava 20 salên dawî de li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê gelek xebat hatin meşandin. Dehê caran kampanya hatin ragihandin. Li dijî astengî û qedexeyên dewletê berdêlên giran hatin dayîn û hê jî tên dayîn. Herî dawî jî ji bo ku zimanê Kurdî li Tirkiyê bibe zimanê fermî û yê perwerdeyê, kampanya hat destpêkirin. Lê xuya dike ku ev kampanya zêde derneketiye pêş. Ji ber ku hê jî bi milyonan Kurd bi girîngiya wê nehisiyane. Îro em dibînin ku li ser medya dîjîtal jî bikaranîna zimanê Kurdî qels e. Bi milyonan Kurd medya dîjîtal bi kar tînin, lê ne bi zimanê xwe. Stran tên gotin ne bi zimanê xwe. Pirtûk tên nivîsandin ne bi zimanê xwe. Eger stran û pirtûkên me ne bi zimanê me bin, wê demê em doza çi dikin. Dewletek zimanê xwe li te ferz dike û bi wî zimanî te dikuje. Lê dîsa jî tu wî zimanî bi kar tînî. Em aşiqê dijminê xwe ne gelo?

Heger em Kurd bin bi zimanê xwe em Kurd in. Heger stran û pirtûkên me bi zimanê Tirkî bin, ti feydeya me ji me re tineye. Ew stran û pirtûk wê di xizmeta dijmin de bin. Gelek kes bi dek û dolabên vê dewleta barbar xapiyan. Yek ji wan kesên pêşengiya xebatên zimanê Kurdî dikir, mamoste Kadrî Yildirim bû û beriya bi çendekê wefat kir. Mamoste Kadrî di zanîngeha dewleta Tirk de beşa Kurdolojiyê ava kir. Wî destpêkê bawer dikir ku ev dewlet wê mafê perwerdeyê bide Kurdan. Lê bi demê re dît ku ne wilo ye. Mamoste Kadrî li meclîsa Tirk di axaftineke xwe de dibêje; we ez jî kirim amûrê xwe û bi kar anîm. Ji ber vê yekê ez bûm hedefa rexneyên siyaseta Kurd. Lê bi demê re hat dîtin ku siyaseta Kurd rast dibêje. Mamoste Kadrî piştî bi salan fêm kir ku meseleya dewleta Tirk a bi Kurdan re tinekirina wan e. Yanî ji binî ve meseleyeke siyasî ye.

Îro li Tirkiyê zimanê Kurdî hê jî qedexe ye. Dewleta Tirk televizyon û zanîngeh vekirine, lê ew televizyon û zanîngeh Kurdan nîşan nadin û cih nadin Kurdan. Kurd bi zimanê xwe nikarin perwerde bibin û nikarin qala nasnameya xwe bikin. Di rewşeke wiha de divê têkoşîna me ya ji bo ziman di asta herî jor de be. Heger em hene û em ê hebin, divê zimanê me li her derê hebe.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.