Efxanistan û Kurdistan

Aslan ASLAN nivîsand —

Pêncşem 26 Tebax 2021 - 04:12

Çend roj in rewşa li Efxanistanê di rojevê de ye. Talîbanê di nava çend rojan de Efxanistan xist kontrola xwe û dest danî ser rêveberiya welêt. Ango em bêjin Efxanistan dagir kir. Ev dagirkerî yekser DAIŞ anî bîra me. Di sala 2014'an de jî DAIŞ'ê heman tişt li Mûsilê kir. Di demeke kurt de Mûsil xist destê xwe. Ev yek jî pir bi hêsanî çêbûbû. Artêşa Iraqê beyî ku guleyekê biteqîne bajar radestî DAIŞ'ê kiribû. Heman tişt îro li Efxanistanê heye. Wekî ku ji berê de hatibe plankirin û bi vî rengî meşiya.

Talîbana ku îro bi terorê navê wê tê hilanîn Efxanistan xistiye destê xwe. Ev rêxistina ku jinan nas nake û her tişt qedexe kiriye danîne ser rêveberiya welatekî. Yê vê yekê dike jî Emerîka bi xwe ye. Emerîkaya ku qaşo qala demokrasî û mafê mirovan dike çawa welatekî wekî Efxanistanê dixe destê van hovan.

Li ser rewşa Efxanistanê gelek dek û dolab hene. Li vê derê rola Tirkiye û Elmanyayê jî heye. Beriya ku Efxanistan têkeve vê rewşê îstîxbarata Elman û Talîbanan gelek civînên veşartî kirin. Bi van civînan re encama niha nîqaş kirin. Her wiha wê rola Tirkiyê çi be jî hat nîqaşkirin. Îro em dibînin ku koçberên ji Efxanistanê berê xwe didin Tirkiyê. Dewleta Tirk jî piştî çend rojê din wê bêje milyonan koçberên Efxan li cem min hene û divê Yekîtiya Ewrûpa alîkariya min bike, an jî ezê deriyan vekim. Elmanya jî wê li vê derê têkeve dewrê û pereyan bide Tirkiyê. Bi vî rengî Elmanya û Tirkiyê li hev kirine. Çawa ku Erdogan milyonan koçberên ji Sûrî li Tirkiyê bi cih kirine, wê heman tiştî ji bo Efxanan jî bike. Lê ev yek ne ji bo xêra Tirkiyê ye. Erdogan vê yekê ji bo berjewendiyên xwe dike. Çawa ku bi riya van koçberan li Sûrî hin dever dagir kirin, wê heman tiştî li Efxanistanê jî bike.

Erdogan Tirkiye veguherandiye welatê koçber û penaberan. Lê ev koçber û penaber di çi rewşê de ne her kes dizane. Erdogan pereyên ku ji bo wan distîne nade wan û ji xwe re dibe. Lê ya dibe li welatiyên Tirkiyê û wan koçberan dibe. Emerîka û Ewrûpa jî sedema vê karesatê ne. Li aliyekî rê li ber koçberiyê vedikin, li aliyê din jî ji bo kontrolkirina koçberan Erdogan datînin ser serê wan.

Ji rewşa Efxanistanê mirov dikare gelek encaman derxîne. Ya yekemîn pergala ku Emerîka û Ewrûpa dixwaze li Rojhilata Navîn pêk bîne, eşkere bû. Li aliyekî qala demokrasiyê dikin, li aliyê din ew welat xistin destê Talîbana ku her tişt li cem qedexe ye. 

Rojname, televizyon û çapemeniya Ewrûpayê rewşa Efxanistanê kiriye rojeva sereke. Lê dema em li Kurdistanê dinêrin rewşeke din heye. Beriya bi çend rojan li Şengalê komkujî çêbû. Dewleta Tirk a dagirker bi balafiran nexweşxaneyek bombeberan kir. Di encamê de 8 kes şehîd bûn. Yek rojname û televizyonên Ewrûpayê qala vê yekê nekirin. Di rojeva wan her Efxanistan heye. Li Rojava êrişên balafiran ên dewleta Tirk çêbûn, lê qala wê nekirin. Çend fermandar û şervanên ku dawî li hebûna DAIŞ'ê anîn li Rojava di êrişên dewleta Tirk de şehîd bûn û dinyayê ev yek nedît. An jî ji nedîtî ve tê.

Eger li Kurdistanê berxwedan tinebûya û Kurdan li dijî Erdogan li ber xwe nedaba wê navê wan jî di rojnameyên Ewrûpayê de bûya. Lê ji ber ku li dijî hevkarê sûcê wan ê şer li ber xwe didin Kurdan tine dihesibînin. Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî jî gotiye Efxanistan û Kurdistanê nekin yek. Erê heta vê derê rast gotiye, lê dewama daxuyaniya wî ji rastiyê dûr e. Barzanî qala hêza pêşmergeyan kiriye û gotiye gel jî li pişta wan e. Gelo Barzanî qala kîjan pêşmergeyan dike. Ew pêşmergeyên ku Şengal xistin destê DAIŞ'ê. An jî ew pêşmergeyên ku îro bi dewleta Tirk re tevdigerin.

Welhasil hewce nake em dirêj bikin. Efxanistan û Kurdistan ti carî nabe wekî hev. Encama wê jî di destê berxwedêran de ye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.