Dîsan rawêj legel Mam Celal

Hesen QAZÎ nivîsand —

Şemî 17 Nîsan 2021 - 03:23

Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan(74)

Beşêk le hevpeyvînî Hemîd Şewket legel Îrec Keşkolî
Awirêk le Bizûtnewey Çepî Êran le nawewe 
Giftugo legel Îrec Keşkolî 
Neşirî Baztab. Hawînî  1378 (1999), 567 lapere

Şewket: Byanûy çî ?
Keşkollî: Bo ewey kêşe saz ka. Bo wêne le ser ew babete ke çi kesêk debê çêşt lê binê?  Boçî kêşkdan be rêkupêkî nekrawe û meseley piçûkî ke rojane dêne pêşê. Le xom depirsî ta key debê lew şaxane sergerdan bim û çaweruwan bim?

Şewket: Çi biryarêkt da?
Keşkolî: Bîrim kirdewe baştire legel Talebanî ke zor legel yekdî dost bûyn, rawêj bikem. Talebanî ew demî zor behêz bû û gişt nawçeke le jêr kontirolî dabû. Muzakerekanîşî legel dewletî 'Êraq be başî deçuwe pêşê û le yekdî nizîk bibûnewe.

Şewket: Aya legel takuteray Hîzbî Rencberanîş sebaret be hest û bîruray xot qiset kird?
Keşkolî: Legel hêndêkyan. Lewane legel 'Elî Sadiqî qisem kird û gutim, dirêje danî ew wez'e bê faydeye, belam negeyiştîne akamêk. Boye biryarim da rawêj be Talebanî bikem û bîruray ew wergirim.

Şewket: Le kwê çawit pêy kewit?
Keşkolî: Le dêy Sûrdaş ke nizîk sedî Dûkane. Ew bendawe yek le sede gewrekanî Kurdistane û rojgarêk Barzanî deyewîst be yarmetî Îsraîlîyekan bîteqênêtewe.
Lew dîdare da wez'îyetî xom pê gut. Yek dû nefer le hawrêyanî hîzb, le wane 'Elî Sadiqîş lew dîdare da beşdar bûn. Duway royiştinî 'Elî Sadiqî, Talebanî gutî: "Êsta êwe le naw xakî 'Êraq dan û ewe legel ew zemaney le xakî Êran da bûn ciyawaze. Her boye naçar debin îmtyazî ziyatir biden be 'Êraq, Hîzbî Rencberanîş hêzêkî ewtoy nîye û lêre natuwanê karêk bika."
Talebanî be amaje be pêşîne û pêwendîm legel Qeşqayiyekan lew bawere dabû şayed eger biçme Urûpa leweda serkewim karêkyan bo bikem û be kurtî manewey minî lewê be bê fayîde dezanî. Duway ew giftugoye, hêndêk pareşî bo amade kirdim û gutî le dahatûş da her yarmetîyekî bimewê dirêxî naka.

Şewket: Ke wa bû rûn bû ke detewê biçye Urûpa?
Keşkollî: Biryarî xom dabû. Tenê demewîst bîruray Talebanîş bizanim.

Şewket: Hêşta pêwendît legelî heye?
Keşkolî: Her wek caran dostî yektirîn û her katêk bête Parîs deybînim. Duwayîn car le ziyafetêk da dîtim ke hawserî Mitterrand, serok komarî pêşûy Feranse be îftxarî wî le Parîs sazî kirdbû. 

Şewket: Akamî ew giftugoyet legel takuteray hîzb hêna gorê?
Keşkolî: Le lay Talebanî hatmewe meqerekeman û be hawrêyanim gut saz kirdnî ew kobûneweyey ke çaweruwanî dekeyn, hîç gîrugiriftêk çareser naka û demewê le hîzb cwê bibmewe.

Şewket: Kardanewey ewan çi bû?
Keşkolî: Zoryan pê seyr bû. Yekêkyan gutî: "Hawrê eto yekêk le payekanî hîzb bûy. Ew hemû salane, le zemanî Sazmanî Înqîlabîyewe xebatit kirduwe. Bimênewe ta kobûneweke dekeyn, ew demî eger be selahit zanî detuwanî bo maweyek bihesêyewe,"  gutim: "Mesele hesanewe nîye, îdî namewê dirêje bew wez'e bidem û pêk hênanî kobûnewekeş bê fayîdeye."

Şewket: Rîzwanî boçûnî çi bû?
Keşkolî: Ew tûre bû û be girjîyewe gutî: "Eger xot be endamî hîzb nazanî, mafî mudaxelet nîye lew meseleye da ke bilêy kobûnewe derdêkman derman deka ya na."
Herçonêk bê hemûman le wez'îyetêkî ke hatbuwe pêşê narehet bûyn. Yekêk le hawrêyan pêy gutim, eger tuwanîm helumercêk pêk bênim ta ewîş bête Urûpa.

Şewket: Legel Qasimlûş lew bareyewe qiset kird?
Keşkolî: Ber lewey nawçeke be cê bêlim çûme dîdarî Qasimlû û beserhatekem legel hêna gorê û gutim, pêwem le Hîzbî Rencberan cwê bibmewe û legel Qeşqayiyekan kar bikem. Boye demewê biçme Urûpa. Qasimlû bawerî nedekird û tesewrî dekird wek taktîkêk ew kare dekem ta be ruwallet le Hîzbî Rencberan cwê bibmewe û legel çalakîyekanî xêlkî Qeşqayî kewim, belam le binewe her endamî hîzb demênmewe. Helbet le royiştinî min xoşhal bû, çunke hênde dilî be Hîzbî Rencberan xoş nebû û ew xaley dagirtewe ke hawkarî min legel Qeşqayiyekan hetmen akamî başî lê dekewêtewe. Duway malawayî le Qasimlû çûme dîdarî Şêx 'Êzedîn Husênî. Pêştir amajem pê da ke be dem çalakîyekanî Hîzbî Rencberan û sefer bo Kurdistan çend car çawim pêy kewtibû.

Şewket: Şêx 'Êzedîn pêy çon bû?
Keşkolî: Legel ew be giştîtir qisem kird. Şêx 'Êzedînîş le Komele cwê bibuwewe û deywîst  Kurdistanî 'Êraq becê bêlê û biçête Urûpa. Dezanî ke beşêk le nufûzî Komele, le sayey ew teblîxatey bû ke Şêx 'Êzedîn bo ew teşkîlatey kird. Le hemû cêgayek basî ewey dekird ke dahatûy Kurdistan de dest ew cewanane daye. Cwêbûnewey le Komele be qazancî ew teşkîlate tewaw nebû.  Duwatir bîstim ke Şêx 'Êzedîn çuwe Swêd.
Duway giftugo legel Şêx 'Êzedîn geramewe awedanî Çoxmax û duway malawayî le hawrêyanî hîzb çûme Kerkûk. Le Kerkûkewe telefonim kird bo Dr. 'Ebdulkerîm Lahîcî le Parîs ke le buwarî yarmetî be penaberanî siyasî çalakî dekird, û dawxuwazim lê kird bo çûnî Feranse yarmetîm bida.

Dirêjey heye…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.