Dilî nedehat mêşûleyekîş bikûjê

Hesen QAZÎ nivîsand —

Şemî 22 Cotmeh 2022 - 03:13

Sazmanî Înqilabî u Kurdistan(147)

hsghazi@gmail.com

Beşî duwemî beserhatî Xidir Xidirzade 

Û heta maş bû deselatî hebû hemû şitêkî hebû belam însanêkî ewende sîlmî bû Mamosta Aware be rastî, heta dilî nedehat mêşûleyekîş bikûjê, însanêkî awa bû hemîşe basî ewey dekird ke emin lêm biqewmê de şer da degrêm, be dest degîrêm, şerim pê nakrê, hemîşe boxoy way degut. Belam kak Kawe le duway ewey ke Mamosta Aware gîra û ê'dam kira ewîş çû axay kuşt, Mehmûd Axay kuşt....

Ême legel Feqê Husên Marexanî hatînewe Qeladizê. Ke Qeladizê gîrawe. Ke hatînewe geyiştîne Qeladizê, le Qeladizê bûyne 120 pêşmerge, ewane cema'etî ême 3 meqerman hebû le Qeladizê. Ke beyanî 11-î Azar xwêndirawe diyare ême maynewe bilêyn serbexo. Ne dewlet êmey çek kird ne Mela Mistefaş êmey çek kird çunkî ême ew maweyey ke le Qeladizê bûyn zor çakeman degel Partî û Hîzbî Şîw'î dekird. Meselen axakanî Qeladizê ke degel Celalî bûn, legel Mam Celalî bûn zor zulmyan le xelik dekird. Belam Kawe deçû derî dênan. Çun herçî Kawe gutbay Mam Celal be qisey dekird. Ca ewe bû zor çakeman degel wan kird, zor yarmetî hewadaran û layengiranî Partî û Hîzbî Şîw'îman da. Ewe bû ême lewê maynewe, ne hukûmet karî be ême bû ne Mela Mistefa karî be ême bû. Ewe bû ke le Qeladizê maynewe, cêjnî Newrozê, teqrîben rojêkî mabû yan dû roj kesêk le layen sawak. Kawe zor sade bû be daxewe, pêşyan degut wa meke, heta Qadir Şerîf be rehmet bê agadarî kird bûwewe gutbûy Kawe filan kesêk xirape, kesêk be nawî ewdemî lewê nawî kirdbûwe Hemedemînî Cewanmerdî xelkî nawçey Tîleko. Ew Hemedemînî Cewanmerdî ye kure axa bû ke hatbû lewê way xo nizîk kirdbûwewe le Kak Kawey lewê hemîşe le meqerî Kak Kaweş bû, belam lewê nawî Fuad bû. Agadar kira bûwewew ca pêş ewey ew kabraye ew kare bika gerabowe gutbûy emin deçim, namnasê dewlet, bo hêndêk karî tenzîmî be daxewe nardibûşyanewe. Be her hal ême le meqerî kak Kawey nebûyn. Kak Kawe yekêk lew kesane bû ke xewî zor xoş bû. Belan ew kabraye way nûsîbû lîstey nîgabanî ke ew Kawe helsitênê bo nîgehbanî. Ke nobe nîgehbanî dê hemû karekanî kirdbû, Şitekanî tenzîm kirdbû, axayekanî daxlî Qeladizê û ew pêşmergey ke basim kird Mesûd Dizeyî û ewaney, pêşmergey Partîş ewdemî hemû yarmetî Sawakyan deda. Boxot dezanî nizîk bûn le Sawak û ewane. Ke têror deka derwate derê, necatî bû. Êmeş boman nebû le Qeladizê weser kewîn yan biçîne derê. Ewe bû ke Kawe şehîd bû rojî cêjnî Newrozî salî 1970".

Le duway dîtnî em bername belgeyiyey Tarawge, ke le serewe hêndêk le qisekanî Kak Xidrim gêrawe, temam girt bo ewey rûnakayî ziyatir bixrête ser pêwendî ew pêşmergane û têkoşeranî Sazmanî Înqilabî çend pirsyar le berêzî bikem û be xoşîyewe ew kareş  be yarmetî kak Siyaweş Goderzî cêbecê bû û ewe lexwarewe pirsyaru wulamekanî kak Xidir Xidirzade dexwênnewe.

 

Sêşeme  26-î mangî Mey 2020 çend pirsyar be rêgay Siyaweş Goderzî le Xidir Qadir Nawî gişt ew 32 pêşmergey Kurdî Rojhelat ke le Bekreco bûn çi bû?  Lewane çendyan le şerî Melayî – Celalî da kûjran? Çendyan mawin û çendyan nemawn? 

* Zor spas. Diyare min nawî eslî û fer'î yan dexwênmewe. Feqê Husên Marexanî (Kak Kawe), Feqê Helî Şîweselê yan Feqê Helî Hesen Gomawî, xelkî şîweselê (Qerenî), Hesen Elyas  ke xelkî gundêkî Gewirkî Serdeşt bû be nawî bêlaw. Hemze Qelereşî, Sabîr 'Ebdalî  nawî eslîyekey (Mihemed 'Ebdula) ye, xellkî Helwê, Mihemed Weyse xelkî Bêşasp (Mirad), Nadir (Wehab) xelkî Balan menteqey Serdeşt, Hemzey Mîney xelkî gundî Kajê ye. 'Elî Qadir ke biray mine û Xidir Qadirîş ke xomim. Hesen Candarê xelkî candarane dêyeke le menteqey Serdeştê le beşî Dewirik. 'Usman Berendî xelkî Berend gundêke le menteqey Serdeştê beşî Gewirkan. 'Ebdulay Heme Gozelî ke xelkî welîwê ye nasrawe be seyd. Tofîq Girjalî (nawî Eslîy Hewla Girwêy Girjalê); heman ew keseye ke şehîd Sidîqî Kemangerî têror kird. Birayme şel (mam birayim diyare ew be daxewe le şer da pay şel bibû, xelkî şêxelî gundêke le menteqey Nelên ê. Mela Husên Mela 'Elî warmezînî  menteqey Serdeştê (Letîf), mîrza 'Ebdulay Bêjwê şoretekeşî Mînayî ye. Rehîm Kepekendî, kepekend gundêke ser be Mehabade. Hesen Mîne ke ewîş xelkî gundî Kanye Zerdê î Serdeşte. Şêx Baqî û şêx Qadir  ew duwane herdûkyan xelkî Wirçek în. Mela Bayîz, Mela Bayîz her bew nawe nasrawe xelkî Seqize. Mela Mehmûd Azanî, Azan gundêke le menteqey Serdeştê ye. Mela Resû Besreyî (Sidîq Besreyî), Seyd Rehman Merîwanî, Sadiq (be daxewe nazanim xelkî çi mentîqeyekî bû), ewîş le şer da şel bibû wextî xoy legel şehîd Qadir Şerîf î hatbûwewe belam le duwaye le Qadir Şerîf î tûre bû hate Bekrecoye lewê le lay ême mawe. Birayim Kanî Sêwî, Kanî Sêwîş ke dêyeke ser be menteqey Serdeştê ye. Mihemed biray Mam Xidrî heyranbêj, Xalîd Helweyî , Ehmed Nestanî û xwarzay Hesen Elyasî be daxewe nawekem le bîr nemawe. Resûl Nelasî nawî bawkî Heme bû xelkî Nelasê ye. Ewe tewawî ew sî û dû nawane bûn.
Çendyan mawin çendyan nemawin: ewey ke şehîd bûwe ewey ke min ta êrekanê Agadar bim, ewaney ke şehîd bûn Hesen Mîne şehîd bûwe, şehîd Kawe şehîd bûwe, şehîd Qerenî şehîd bûwe, şehîd Hesen Elyas şehîd bûwe, şehîd Hemzey Qelereşê şehîd bûwe. 

Baqî dî eweyke fewtyan kirdûwe: Mirad fewtî kirdûwe, Hemzey Mîney fewtî kirdûwe, Sabîr 'Ebdalî fewtî kirdûwe, Helî Qadir ewîş şehîd bûwe.

Hesen Candarî mawe, 'Usman Berendî mawe, delêm şehîd bûwe, Tofîq Girjalî mawe. Letîf têror kira le Hewlêrê. Mîrza 'Ewla mawe, Rehîm Kepekendî mawe, Şêx Baqî û Şêx Qadir agam lêyan nîye, nazanim mawin yan na. Mela Bayîz êsta nazanim mawe yan nemawe. Le ordûgayekî nizîk Hewlêrê be nawî Mela ‘Umer lewê bû. Mela Mehmûd Qazanî mawe, Mela Resûy Besrê mawe.


Dirêjey heye…

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.