- Dewleta Tirk ji bo ekolojiya li Kurdistanê xera bike her tiştî dike. Li aliyekî daristanan dişewitîne, li aliyekî darên li Kurdistanê ji kokê dibirre.
Dewleta Tirk ji bo ekolojiya li Kurdistanê xera bike her tiştî dike. Li aliyekî daristanan dişewitîne, li aliyekî darên li Kurdistanê ji kokê dibirre. Şewitandina daristanan weke rêbazeke şer li dijî gerîla tê bikaranîn. Lê belê ev yek ne tenê li dijî gerîla ye. Armanc bi taybetî ew e ku mirovên li herêmê koçber bikin. Lewma bax û baxçeyên wan, qadên wan ên jiyanê tên şewitandin. Dewleta Tirk xwezayê li dijî Kurdan weke amûreke şer û zextê bi kar tîne. Ne tenê li Bakur, her wiha li Başûr û Rojava jî polîtîkaya qirkirina ekolojiyê pêk tîne. Qirkirina ekolojiyê jî tenê bi şewatê nayê kirin. Bendav jî amûreke qirkirina xwezayê ye. Me dît bê çawa ji bo bendavekê dîroka Heskîfê ya hezarê salan tine kirin. Dewleta Tirk avê jî weke amûreke çekê bi kar tîne. Bi riya bendavên mezin avê li nava xaka xwe dihêle û dibe sedem ku av zêde negihêje Iraq û Sûriyê. Lewma qadên çandiniyê û ekosîstema li wan deveran zerareke mezin dîtin. Vê polîtîkayê krîza avhewayê zêdetir kir. Vê yekê germahiya global jî bi xwe re anî.
Dewleta Tirk ji Botanê heta Dêrsimê, ji Agirî heta Çiyayê Mazî bi hinceta ewlekariyê daristanan dişewitîne û daran dibirre. Nerîna dewletê li Kurdan çibe, bi heman rengî nêzî xwezaya Kurdistanê jî dibe. Ji bo vê gelek argumanên weke şewitandin û hilweşandinê tên bikaranîn. Dewlet di çarçoveya şerê tinekirinê de yê ku li dijî gelê Kurd daye destpêkirin, li Kurdistanê ji mirovan heta xwezayê her tiştî dike hedef. Lewma bi awayekî hovane ji Şirnexê heta Amed, Çewlik, Dersim û Colemêrgê her deverên Kurdistanê dişewitîne. Şewata li daristanên Kurdistanê ji ber polîtîkayên şerê taybet rû dide. Li Kurdistanê her sal di demsala havînê de bi awayek sîstematîk şewata daristanan rû dide. Li cihê ku daristan tên şewitandin qereqol tên çêkirin. Di encama her tevgerek leşkerî de herêm tê şewitandin. Ji bo vê yekê li hemberî xwezayê qirkirina ekolojîk pêk tê. Li tevahiya herêmê qirkirina xwazê heye. Bi tinekirina daristan û xwezayê re nexweşiyên cur be cur derdikevin holê. Gelek nexweşiyên weke şewbê derdikevin holê û belavbûna wê jî hesantir dibe.
Li çiyayê Cûdî û Besta yê Şirnexê talaneke mezin a xwezayê heye. Berê daristan dişewitandin, vê carê jî daristanan ji kokê radikin. Dewleta Tirk tevî çete û cerdavanên xwe daran dibirrin û difroşin. Tenê li herêma Bestayê di nava 2 salan de 500 hezar ton dar hatin birrîn. Talankirina wê xwezayê ne bes e, vê carê jî wê xwezaya ku talankirine dixin bazariyê.
Armanca esasî qirkirin û dagirkerî ye. Dixwazin Kurdistanê bê dar bihêlin û zuha bikin. Ji bo vê mijarê tenê mabe jî divê Kurd parastina xwe bikin. Kesên dibêjin êdî dema sîlehan qediyaye, bila ji xwe re li vê rewşê binêrin. Li aliyekî welatê Kurdan dagir dikin û talan dikin, li aliyê din zarokên Kurdan li ser wê axê qetil dikin û cenazeyên wan nadin malbatên wan. Li girtîgehan şoreşgeran qetil dikin. Li dijî vê zilm û êşkenceyê bersivek şoreşgerî lazim e. Ev desthilatdariya faşîst divê bersiva xwe bigre. Bêdengî kuştin û talanê bi xwe re tîne. Kesên bêdeng dimînin cesaretê didin faşîzmê. Rabûnek mezin lazim e. Ev desthilatdarî bi hilbijartinê jî naçe. Yên ji wê bawer dikin wê faşîzmê rewa dikin. Li welatekî ku demokrasî, hiqûq û qanûn tinebin, hilbijartin jî tineye. Ew hilbijartina heyî jî fermîkirina faşîzmê ye. Yên dikevin ber bayê wê jî xwe dixapînin.