Dîdarî Wefa Kirmaşanî u Celal Talebanî (12)

Hesen QAZÎ nivîsand —

Şemî 28 Cotmeh 2023 - 00:01

Sazmanî Înqilabî u Kurdistan (197)

Pirsyar: Hîzbî Komonîstî Iraq çi rolêkî le xebatî Kurd da heye û pêwendîyekanî be Yekêtî Nîştmanîyewe çone?
Wilam: Ewey rastî bêt, Hîzbî Komonîstî Iraq, hîzbêkî le rastîda komonîstî niye. Rêberî em hîzbe rêvîzyonîst û rêformîstî û paşkewtûn. Katêk salî 75 Yekêtî Nîştmanî damezra, hawkarî hukûmetî Iraq bû û le benaw berey neteweyî dêmokratîkî Iraqda legel hizbî Be'sî sosyalîstî 'Erebî Sedam Husên da le pêwendîda bû. Ewan le kongrekeyan le mangî May 1976 da em helwêstey xwareweyan girt: "Le Iraq da rewtêkî şorişgêrane heye berew bînay sosyalîzm ke rêberayetyekey le estoy hîzbî Be'se. Ême debê piştgîrî em rewte bikeyn û pêşî bixeyn". Ewan le rastî da deyanwîst le jêr alay Be'sî Iraq û Sedam Husênda, Iraq bigeyenne sosyalîzm. Em babete be rûnî nawerokî rêberayetî Hîzbî Komonîstî Iraq dexate rû. Eme elf û bêy marksîzme ke bînay sosyalîzm be destî çînî kirêkar û tenya be rêberayetî ew detuwanêt bête dî. Çonawçon partîyekî komonîstî, eger be rast komonîst bêt, detuwanê le kongrey xoyda ewe pesend bikat ke hêzbêkî wirdeborjiwazî û şovênîstî ke piştî be sermayey borokratîk bestûwe, sosyalîzm le Iraq da bihênête dî. Cige leme ew katey Hîzbî Komonîstî Iraq beşdarî hemû buwarekanî deselatî siyasî-merkezî û nawçeyî bû û hawkat rolî le dariştinî siyasetekan û cêbecê kirdinyanda hebû. Ewan piştgîrî siyasetî dewletî Iraq beramber Kurd bûn. Siyasetî şovênîstî dewlet dijî gelî Kurdyan pasaw deda û deyan gut ew xoberêweberîyey Sedam be Kurdî dawe başe û debêt pesend bikrê û bere bere geşey pê bidrêt. Katêk Yekêtî Nîştmanî destî be xebatî çekdarî kird, ewan be dijî westanewe û êmeyan be "xirapekar" û "nasyonalîstî dardestî biyanî" pênase dekird. Ewan, wayan pasaw deda ke dewletî Iraq dewletêkî pêşkewtûwe û le rêgey sosyalîzm da hengaw denê û eme dogmatîst û emperyalîstekanin ke Kurdekan berew xebat dijî dewlet han deden.

Mixabin ewane ta ew katey le deselat da bûn hîç waneyekyan wernegirt. Ewan weha be kursî deselatewe nûsabûn ke tenya be zor û hêzî Sedam wazyan lê hêna. Le rastî da eme Be'sî Iraq bû ke ewanî le be naw berey dewlet kirde derewe. Le salî 1979 katêk Sedam destî be serkutî Hîzbî Komonîst kird, sereray ciyawazîyekanyan, ême le nawçe azadkirawekan û şwêncêy rêberayetî Yekêtî Nîştmanîda cêgaman kirdnewe û yarmetîman dan, çekdarman kirdin u… ta dirêje biden be xebat dijî Sedam. Belam bîrkirdnewey ewan be hêwaşî degor dira û salêkî xayand ta duruşm u xebat dijî Sedam ta astî rûxan helbigrin. Emrokeş hêşta be heman nawerokî rêvîzyonîstî û rêformîstî şwênkewûtane kar deken bew ciyawazîyewe ke emro yekcar lawaztirin le rabirdû. Ewan be hoy hawkarî legel dewlet û piştîwanî lewan u le rêgey gelale kirdnî bîroke helekanî xoyan, bere bere rîşe û pêgey xoyan le dest da. Ewan emroke hîzbêkî be rastî ciya le çînî kirêkar û xelk u be taybetî gelî Kurdin. Ewan hîç binemayekîyan niye. Le helumercêkî wehada ke dekrê be feşelî hîzbêk naw binrê, le Kurdistan siyasetî dûfaqeyiyan nayewe û rêgey nanewey kêşe û yarî legel hêze siyasîyekanyan girte pêş. Ewan hawkarî her core caş u hêzêkî rast ajoyan dekird tawekû hêzêk xir bikenewe u dijî Yekêtî şerî pêbiken. Ewan em kareş be aşkira naken belkû le ruwaletda û le lay xoman bas le hawrêyetî deken belam le jêrewe dijî ême pîlan degêrin û le piştewe xencerman lê dewişênin. Le nêwan qise û kirdeweyan da kelênêkî gewre heye. Be qise le mafî çarey xonûsînî gelî Kurd dedwên û be kirdewe piştgîrî komarî îslamî Xumeynî deken ke bo xoy destî be xwênî Kurdî Iran sûre. Ewan dost û hawpeymanî Qiyade Muweqetin ke emroke le jêr alay Xumeynî u erteş u supay Pasdaranî Iran da şer deken. Rêk ew katey hêze çekdarekanî Xumeynî hêrişyan kirde ser Kurdistan u Qiyadey Muweqetîş hawkarî em cînayetey dekird, Hîzbî Komonîstî Iraq be hela u hengameyekî zorewe legel Qiyade Muweqet da bereyan pêkhêna u bem core piştîwanî xoyan rageyand.


Pirsyar: Hêzî ewan le êsta da çendeye?

Wilam: Wek basim kird, ewan êsta lawaz bûn. Le we xiraptir eweye ke êsta le naw gelî Kurd da xoş naw nîn. Sercem hêzî 'eskerî ewan le Kurdistan renge bigate hezar kes. Wirey em hezar keseş beriz niye û hêze çekdarekanîşyan le rûy çonayetyewe le astêkî nizim dan. Debêt bilêm siyasetî Yekêtî Nîştmanî Kurdistan berdewam siyasetî hawkarîye legel ewan. Ême u ewan êsta le bereyek dayn ke nozde rêkxiraw û gurupî dîkey têda beşdarin. Ême hîwadarîn ewan dest le yarî kirdin be hêze siyasîyekanewe helgirin û be rastî xebat ledijî Sedam biken. Be her hal ême be mafî xomanî dezanîn dirêje be xebatî aydolojî xoman diij be zîkzak u siyasete nadurustekanyan bideyn u em erkeş le yad nakeyn.


Dirêjey heye…


parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.