Dîdarî Wefa Kirmaşanî u Celal Talebanî 11

Hesen QAZÎ nivîsand —

Şemî 21 Cotmeh 2023 - 00:01

Paşan dayk û xuşkî serdanî minyan kird. Be rêz u şanazîyewe qibûlim kirdin û wîstim dildaneweyan bidem. Daykî hate qise: “Kurekem witbûy katêk şehîd kiram bom negrît û katêk çûyte lay Mam Celal gileyî nekey. Leser daway kurekem heta emro negiryawim". Seyrî em gewreyiye biken. Mindalêk dezanêt şehîd debê, dezanê rojêk daykî şînî bo degêrê u deşzanê daykan bo ciger goşekanyan degrîn. Emane pêşbînî dekat û dawa le daykî eka le katî mirdnîda firmêskî bo nerêjêt û be xoragirîyewe yadî ew zîndû bikatewe. Daykî em şehîde xoşewîste deywit: “Dawam le dewletî Sedam kird wereqeyekim bidenê termî kurekem bigwazmewe bo Kurdistanî Iraq, wereqyekyan bo kirdim u têyda nûsyan: ´Rêge biden termî xirapekar Feysel Neqişbendî bigwazrêtewe bo Silêmanî´. Wutim ew xirapekar niye u le rêgey nîştman da giyanî xoy bext kirdûwe. Ew kurî qaremanî gele. Wereqekem dirand û emroke hatûm bilêm termî kurekem lem devere da, lem kêw û bendenî gundane da dûr le ême binêjn, dilniyam rojêk gel serdekewê û ew kat be alayekî sûr ke leserî nûsrawe ´şehîdî nemir Feysel Neqşibendî´ degerêtewe malekey xoy.”

Daykêkî dîkem le hawînê da bînî be nawî Howe Zahîr, xanmêk ke hawser û sê kurî şehîd bûn. Hawserekey be nawî Zahîr Kerîm u rolekanî be nawî Refêq Zahîr, Şefîq Zahîr u Tofîq Zahîr. Kurî çiwaremî be nawî Kerîm Zahîr le jêr eşkencey quris da le jûrî sêdarey rêjîmî Be'si şêt bûwe. Em dayke şikodare legel kurî biçûk û duwayîn rolekey hatne lam. Be rêzewe be nawî Yekêtî Nîştmanîyewe pêşwazîm lê kird. Pêş ewey bîbînim bîrêkî zorim kirdewe sebaret be wey çonawçon rûberûy daykêkî lew çeşne bibmewe û çonawçon beramber em hemûwe fîdakarîye be nawî gelewe wilamî bidemewe. Belam katêk rûberûy em dayke bûmewe hêşta hîçim nedirkandibû ke xoy hat be hanamewe û gutî, hatûm dawa bikem em kureşim çekdar biken û rêge biden bibête pêşmerge û rêgey bawk u birayanî dirêje bidat. Seyrî em gewreyî û fîdakarî u meznîyey le naw gelî ême da heye. Emanen gelî Kurd dekene gelêkî kolneder u ême le xebatman da dilgerim deken. Be serinc bew babetaney basim kird, debêt bilêm herçî ême derheq be şehîdan kirdûmane u deykeyn şayistey ewan niye, belam be her hal ewey le destman bêt encamî dedeyn. Be diyarîkirawî ême be erkî xomanî dezanîn yarmetî mangane bo ew binemalane bibrînewe ke pêwîstîyan heye. Birayan u roley şehîdan çekdar bikeyn û be şanazîyewe le rîzekanî Yekêtî Nîştmanî da pêşwazîyan lê bikeyn. Helumercêk birexsênîn ta wekû mindalî şehîdekanman dirêje be xwêndin biden. Be zorî ew bursaney wilatanî derewe pêmanî deden, be pilebendî terxan dekeyn bo ewan. Bo fêrbûn u pêgeyandinî pêşmergekan u gel, rêwresmî yadkirdnewey şehîdan berêwe debeyn. Namîlke û postêr bilaw dekeynewe û le radyoy Yekêtî Nîştmanî da bernamey taybetîyan bo saz dedeyn.


Pirsyar: Bîstûme, Bruno Kreisky serok komarî Nemsa nameyekî bo nûsîwin u têyda hawkat legel piştîwanî xoy bo xebatî reway gelî Kurd, daway kirdûwe yarmetî biden bo parastinî ew pispore nemsayiyaney le Iraq kar deken. Êwe waztan le siyasetî girtin u be barimtegirtinî kesanî laweyî hênawe. Boçî le rabirdû da ew karetan dekird?

Wilam: Pêştir, ême ew karaneman bo nasandinî dengî xoman be cîhan dekird. Sebaret be ême bêdengîyekî rebeq le ara da bû. Bêdengiyek zortir we corêk pîlan deçû. Gelî ême u pêşmergekanman dijî hukumetî zordar û xayîn çekyan heldegirt û şeryan dekird. Roj nebû ême têkhelçûnî çekdarîman nebêt, şehîd nedeyn û rêpêwan û corêk le xebatman nebêt, belam le hîç şwênêkî dinya, le hîç radyo û bilavokêk da bilaw nedebûyewe. Le helumercêkî weha da ême waman dezanî le rêgey be barimtegirtinewe, detuwanîn dengî xoman bigeyenîne cîhan û emeş karîgerî hebû. Le hemankat da demanwîst be dewletanî Urûpayî, ewaney sitemyan le Kurd dekird û deyanxistîne jêr guşarewe, hoşdarî bideyn ta wekû agayan le reftaryan bêt. Zorêk lewane paş azadbûnyan, leser daway xoyan bo mawey zor le nawçe azadkirawekan demanewe, hendêkyan geranewe laman le Urûpa karyan bo nasandinî Kurd û xebatekey ême kird. Be her hal, emroke helumerceke gorawe û îtir ême biyanyekan nagrîn û le lay xoşmanewe hewil dedeyn carêkî dîke hêzekanman le Kurdistan karî lew core neken.
dirêjey heye...

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.