Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan (68)

Amadekirdin u wergêran: Hesen Qazî

Beşêk le hevpeyvînî Hemîd Şewket legel Îrec Keşkolî
Awirêk le Bizûtnewey Çepî Êran le nawewe 
Giftugo legel Îrec Keşkolî 
Neşirî Baztab. Hawînî 1378 (1999), 567 lapere

Şewket: Duway geranewe bo Kurdistan çit kird?
Keşkolî: Lew maweye da hêndêk name le Taranewe be destman geyişt lemer ewey ke jimareyek le hawrêyanî komîtey nawendî muwafeqetî xoyan rageyandûwe bo beşdarî le kobûnewey herway hîzb le Kurdistan. Ême lew maweye da her wa dirêjeman deda be xanû sazkirdin û be sardbûnî hewa hêndêk rizqman paşekewt kird bo zistan.

Şewket: Bew pêye îdî lemperêkî ewtotan nebû le ser rêy pêkhênanî kobûnewey herawî hîzb le Kurdistan.
Keşkolî: Helumerc amade debû û her wek gutim, wa wêdeçû be zûyî jimareyek le hawrêyan bigene Kurdistan. Bew pêye biryarman da her çonêk bê ta Newroz kobûneweke saz keyn.

Şewket: Wez'îyetî giştî û barudoxî siyasî Kurdistan çilon bû?
Keşkolî: Lew serubende da Qasimlû hewlî deda le nêwan Yekêtî Nîştimanî be rêberayetî Talebanî û dewletî 'Êraq nawbijîwanî bika. Boye xalbe le nêw ewan da muzakere le gorê da bû. Qasimlû lew serubende da le nizîk gundî Bêtûş û Bêjwê de jiya. Ew dû dêye le qerax çomêk helkewtûn ke layekî çomeke Êran û layekey dîkey 'Êraq e.

Şewket: Qasimlû le ber çî bibuwe nawbijîwan le nêwan Talebanî û 'Êraq?
Keşkolî: Bo ewey muzakeratî aştî le nêwanyan da bikrê.

Şewket: Tê negeyiştim. Ew muzakerate çi pêwendîyekî be Hîzbî Rencberanewe hebû?
Keşkolî: Pêwendîy be êmewe nebû. Talebanî pêy wabû derfetêkî başe ke nwêneranî Hîzbî Rencberanîş legelî biçne dîdarî Qasimlû ta ew dîdare, bibête zemîneyek bo nizîkayetî û rewandnewey temî nêwannaxoşî. Ême legel ew pêşniyaze muwafuqetman kird û biryar dira çend kes le ême, legel Talebanî biçîn bo dîtinî Qasimilû.

Şewket: Le lay êwe ra kê bûn ewaney lew dîdare da beşdarîyan kird?
Keşkolî: Emin û Rîzwanî û kesêkî dîke ke êsta nawîm le bîr nemawe. Nêwan nawçey ême û ew şwêney ke Qasimlû çadrî lê helda bû renge le 30 kîlomêtir ziyatir nebû, belam le ber befrêkî qursî ke barî bû, teqrîben dû rojî pê çû ta ew mewdayeman birî.

Şewket: Debû be kwê da biçin?
Keşkolî: Debû çûbayne Serdeşt û şewê le dêyek bimênînewe. Lew sefere da Talebanî nizîkey 200 pêşmergey Kurdî legel bû. Katêk geyiştîne dêy Bêtûş, êmeyan birde mizgewtî dêyeke. Hoy ewe bû ke le gunde gewrekanda, her cêyek ke de dest Hîzbî Dêmokrat da bû, mizgewtî dêyekan be kirdewe bibûn be mîwanxaney hîzb. Çunke katêk pêşmergekan le şwênêkewe deçûne şwênêkî dîke, tenya cêgayekî ke dekra ewanî têda bihawêndirêtewe, xanûy mizgewtekan bû. Êmeş çûyne naw mizgewt û her lewê çaweruwan bûyn.

Şewket: Talebanîştan legel bû?
Keşkolî: Na, ew pêştir katî dîdarî legel Qasimlû da nabû û êmey tenê be destipêşxerî xoy birdbuwe dêy Bêtûş. Ca taze debû bo ême lay Qasimlû kat werbigrê. Dû sê roj le Bêtûş maynewe ta legel Qasimlû pêwendî bikeyn. Debû rawestîn ta giftugokanî legel Talebanî tewaw bê û wextî dîdarman bidatê. Ta ewey ke xeberyan hêna Qasimlû amadeye le defterî karî da ême bibînê.

Şewket: Talebanîş lewê bû?
Keşkollî: Belê, ewîş lewê bû. Qasimlû zor zû destî be qisan kird û gutî: "Le cêda êwe lêre çi deken?"

Şewket: Her bew rawêje?
Keşkolî: Belê. Her bew rawêje û dirêjey pê da: " êwe lêre karêktan nîye. Taran baştire lêre û jiyan lewê asûdetire. Êwe kwê û em kêwane kwê. Êwe kwê û em befrane kwê. Çon bû rêtan lem layane kewit? "

Şewket: Kardanewey êwe çon bû?
Keşkolî: Hêşta qisekanî tewaw nebibû, Qasimlû gutî: " karî êwe le rexne û serkonekirdinî xo tê perîwe. Ew şêwe konane çi qazancêkyan heye? " Û numûneyekî le Tûdeyiyekan hênawe û gutî hezar u yek kelek deken û duwacar kaxezêk reş dekenewe û be tif be dîwaryewe denûsênin ke " rexne le xoman degrîn" ta êre berdengî ême sê keseke bû.

Şewket: Gutit tenya to û Rêzwanî çûbûn bo ew  dîdare?
Keşkolî: Hawrêyekî dîkeşman legel bû ke nawekeym le bîr çuwetewe.ca ew car rûy le min kird û gutî: "Kake Îsma'îl emin bîst sale detnasim. Ew rojaney ke hîç bas nebû detanwîst biçne lay Simayîl Şerîfzade û xebatî çekdarane biken. Çon ew hemû şitanetan le bîr çuwewe? Endamanî hîzbî ême le konewe êweyan denasî û deyanwîst êwe le tenîşt xoyan bibînin. Ew hemû maweye le kwê bûn?
Dwaye destî kird be bijardinî nawî ew kesaney ke be dest rêjîmî Cumhûrî Îslamî kûjra bûn û ew car ber lewey qisekanî tewaw bê gutî: "Ew demî deçin û bergirîyan lê deken! Dîfa' deken le pelamarî Çemran bo ser Kurdistan! Emin çend car le Mam Celalim bîstuwe ke hatbûye Kurdistan û belênt dabû deçîyewe û rastîyekan be hawryanit delêy û êsta hatûyewe û heman aş û heman kase!"

Şewket: Wulamî to çi bû? 
Keşkolî: Gutim herçî deylêy raste û heleman kirduwe. Helsengandinêkî nadurustman hebuwe le ser barudoxî Êran. Êsta çi bikeyn?

Şewket: Ew çi wulamêkî dayewe?
Keşkolî: Razî nebû û qebûlî nekird, gutî debê bizanîn le dahatû da çi debê.

Şewket: Êwe çitan gut?
Keşkolî: Tenya şitêkî ke gutman ewe bû ke namanewê le dêyekan danîşîn û demanewê le nawçey Kurdistan da bicûlêyn. Hîzbî Dêmokratî Kurdistan le hemû cêyek hêzî heye û berpirsanî hîzb le hemû cêyek hen. Teklîfî ew meseleye çî lê dê?

Şewket: Mebestit eweye ke debû bo ewey çalakî biken îzin lew wergrin?
Keşkolî: Eger Hîzbî Dêmokrat muwafeqetî ne kirdba ke nedekra le Kurdistan karêk berew pêş bibirdirê. Qasiilû gutî: "Min le xudam dewê. Xo Kurdistan milkî bawkî min nîye, berpirsanî Hîzb êwe denasn û bo her kwêyek bitanewê biçin azadin."

Şewket: Hîç qisey dîketan nekrid?
Keşkollî: Lêre da qisekanman tewaw bû û defterî Qasimlûman be cê hêşt.

Dirêjey heye…