Dîdarî Keşkolî u Ebû Êhsan

Hesen QAZÎ nivîsand —

În 22 Çile 2021 - 23:56

Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan (62)

Beşêk le hevpeyvînî  Hemîd Şewket legel Îrec Keşkolî
Awirêk le Bizûtnewey Çepî Êran le nawewe 
Giftugo legel Îrec Keşkolî 
Neşirî Baztab. Hawînî 1378 (1999), 567 lapere

Şewket: Be memûrekanî îstîxbaratî 'Êraq?
Keşkolî: Efserêkî lawî xoş meşref bû ke be heman cîpî nwênerî Hîzbî Dêmokrat êmey birde hotêlêkî piçûk ke wêdeçû le kontirrolî îdarey îstîxbaratî 'Êraq dabê û odeyekî bo girtîn û biryar dira lewê bimênînewe heta xeberman dekenewe.

Şewket: Wate le cêy xotan nebzûn?
Keşkolî: Cêyek nebû bîçînê. Debû bimênênewe û çaweruwan bîn. Dû sê rojêk lew hotêle da maynewe. Êranî dîkeş lewê bûn ke ser be gurûpe siyasîyekan bûn.

Şewket: Lew çend roje da hîç pêwendîyan pêwe nekirdin?
Keşkolî: Na, neyan kird, belam demanzanî le jêr çawedêrî dayn. Wate hemwan le jêr çawedêrî da bûn, çunke cêgayekî piçûk bû û cige lew hotêle û rêsturan û çend dûkan û çend xiyaban hîçî dîkey nebû. Helbet bo derkewtin le hotêl kes pêşî pê nedegritîn. Şewane nîw se'atêk qedemman lê deda û bo yekemîn car yek du lîwan bîreman xwardewe. Duway çend roj hatin û gutyan hemû şit amadeye û detuwanîn biçîne Kerkûk. Suwarî maşênêk bûyn û çend  gerokî nîzamîş ke hawrêyetî êmeyan dekird werê kewtin.

Şewket: Ke wabê, be êskortî nîzamîyewe deçûn?
Keşkolî: Cadekanî Kurdistanî 'Êraq zor nahêmine û zor car pêş dê ke pêşmergekan rêgakan debestin. Eger dewletî 'Êraq legel Barzanî hawkarî bika pêşmergekanî Talebanî rêga debestin û eger Talebanî hawkarî bika, pêşmergekanî Barzanî ewe deken. Boye îzin naden gerokî şexsî lew nawçeyewe biçête Kerkûk û hemîşe çend gerokî nîzamî berêyan deken. Helbet ew kare car car be zererî geroke şexsîyekane, çunke pêşmergekan her le ber dîtnî gerokî nîzamî ziyatir lewaneye hêrş biken. Çak ya xirap ewe resmî ewê ye û êmeyan bew şêweye nard bo Kerkûk.

Şewket: Le Qeladizê we ta Kerkûk mewda çende?
Keşkolî: Pêm waye 150 kîlomîtrêk debê.

Şewket: Le Kerkûk êweyan birde kwê?
Keşkolî: Birdyanîne hotêlêk ke wêdeçû le ber dest Îstîxbaratî 'Êraq dabê.

Şewket: Ew îstîxbarate rêkxistinêkî çone?
Keşkolî: 'Êraq çend rêkxistinî îtîla'atî û casûsî heye ke îstîxbarat le hemûyan le serewetre. Wate sîtwanêkî îstîxbarat, deselat û hêzî le kolonêlêkî erteşî 'Êraq ziyatre, îstîxbarat hem xelik kontirol deka û hem erteş û hem be karubarî îtîla'atî û emnîyetî derewe xerîk debê. Pêm wa bê îstîxbarat tirsnaktirîn rêkxistne emnîyetîyekanî cîhan bê. Her çonêk bê duway ewey geyiştîne Kerkûk, dû efser be cilkî medenîyewe ke le Qeladizêwe legelman bûn malawayiyan kird û gutyan le hotêl bimênînewe ta pêwendîman pêwe dekrê. Hotêleke be nîsbet keşxe bû ke wa bizanim nawî ' Xulûd ' bû. Dû roj lew hotêle maynewe û legel dû Îranî dîke ke xoyan wekû endamî sazmanî çirîke fîdayekanî gel pê nasandîn aşna bûyn. Rojî duwem memûrekanî  îstîxbarat hatin û be utumbîl êmeyan birde şwênêk ke le çend kîlomêtrî hotêleke helkewtibû. Saxtumanêkî zor gewre û razawe bû ke le wetaxî mîwandarîyekey da rûberûy piyawêkî razawe û be edeb bûyn ke xoy wek Ebû Êhsan pê nasandîn.

Şewket: 'Êraqî bû?
Keşkolî: Belê, 'Êraqî bû û lebîrm çû bilêm katêk le Qeladizê bûyn, le ofîsî îstîxbarat sebaret be pêşîney ême û çalakye siyasîyekanman, helwêstekanî Hîzbî Rencberan hêndêk pirsyaryan kirdbû û notyan helgirtbû. Gişt ew zanyarîyane le ber dest Ebû Êhsan da bûn.

Şewket: Be çi zimanêk qisetan dekird?
Keşkolî: Be 'Êrebî, çunke, min ta radeyek le 'Êrebî tê degem. Helbet eger pêwîst bûba wergêrî Kurdyan dehêna û Ebû Êhsan be îngilîsîş qisey dekird. Ew le sereta bexêrhatinî kirdîn û le heman despêkewe be kake Îsma'îl bangî kirdim, wek ewey lemêj bê dostî yektirî bûbîn.

Şewket: Piley çi bû?
Keşkolî: Şitêkî be ême negut. Belam bew nîşanîyaney ke legeranewe da bo Talebanîman bas kird, gutî ew serokî îstîxbaratî Kerkûk e.

Şewket: Çi şitêktan hêna gorê?
Keşkolî: Duway çakuçonî asayî, be zimanî dîplomatîk gutî zor direng hatûn û helumerc gorawe. Belam le hatinî ême û aşnabûnî legelman xoşhalî xoy derbirî. Her weha pirsyarî kird sebaret be cereyanî Başûr [mebest cûlanewey Qeşqayekane le estanî Fars; amadekar]  û ew xebate çekdaraneyey ewê û hêndêk şitîşî le ser Qeşqayekan bîstibû û be hurmetewe basî kirdin.

Şewket: Ewey le nêwantan da rûyda haletî lêprisînewey hebû?
Keşkolî: Na be hîç cor. Zor dostane û be hurmetewe qisey kird û pirsyarî kird çi bernameyekman heye û dewletî 'Êraq detuwanê çi yarmetîyek bika? Pêman gut, temaman girtuwe xebatî çekdarî bikeyn be dijî Cimhûrî Îslamî û dawaman kird çekman bidatê.

Şewket: Wulamî wî çi bû?
Keşkolî: Pêşwazî le dawxuwazekeman kird û gutî, kêşe nîye, çektan dedrêtê. Le katî malawayîşda wîstî ber lewey biçîne Bexda, çend rojêk le Kerkûk bimênînewe bo ewey dîsan pêwendîman pêwe bika.

Şewket: Giftugoy êwe çendî pê çû?
Keşkolî: Nizîkey 45 deqîqe, pêşxizmetêkîş çayî û şîrînî dehêna û duway royiştnî Ebû Êhsan êmeyan be heman utumbîl ke le ber derga çaweruwan bû birde hotêl 'Xulûd'. Hewtûyek lew hotêle maynewe heta birdyanîne Bexdayê.

Dirêjey heye ...

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.