Dîdar legel Mam Celal le Taran

Hesen QAZÎ nivîsand —

Şemî 2 Cotmeh 2021 - 01:16

Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan(96)
Amadekirdin u wergêran: Hesen Qazî
Beşêk le hevpeyvînî hemîd şewket  legel Muhsîn Rîzwanî Awirêk le bizûtnewey çepî  Iran le nawewe, Hemîd  Şewket,Çapî yekem:1384 / 2005  zayînî
Bilaw kerewe: Murtezewî
Duway basî nawçey Qeşqayiyan 

Şewket : le ser kurdistanîş her awa bû?

Rîzwanî: Kurdistan bo ême le derecey yekem da be corêk paşekşe û parastinî hêzekanî hîzb dejmêrdra. Ême be le berçaw girtinî xebatî nihênî le zemanî şa da demanzanî ew kadraney nawyan zandirawe barêkî qursin le ser şanî hîzib. Jimareyekyan le zîndanîyekanî zemanî Şa bûn û dosîye û pêşîneyan le ber dest hukûmetî taze da bû. Ewaney mabûnewe cige le yek dû nefer le hawrêyanî defterî siyasî nebê hemû nawyan zira bû. Katêk biryarman da sebaret be xebatî çekdarane, yekem hengawman ragwastinî kadre naw zirawekanman bû bo Kurdistan. Ta ewey amadeyiyekanî ew kare tewaw debû, dawaman lê kirdin her çonêkî heye lew şaraney lêyan demênnewe bo mawey katîş bê şwênî xoyan bigorin û biçne cêy dîke.

Şewket: Çon çûn bo Kurdistan?

Rîzwanî:  Be yarmetî Celal Talebanî. Ew lewan rojan da legel heyetêk bo wutuwêj legel karbedestanî cimhûrî îslamî le Taran bû û le hotêl Hayat lay da bû. Legel Mecîd Zerbexş, endamî dayimî defterî siyasî hîzib çûyne dîdarî. Ew çawpêkewtine be sadeyî helnedesûrra. Pasdaran çawedêrîyan le hotêleke dekrid û bûnî çend nûçegeyanîş lewê pêşî ewey degirt be nihênî çawman be mam Celal bikewê (Kurdekan be Celal Talebanî delên mam Celal, şîkirdnewey Şewket) bo ew mebeste ew pêwendîyaneman bekar hêna ke le rabridû da heman bû û Talebanîman agadar kird. Duwa car sereray hemû core metirsîyekî ke le gorê da bû tuwanîman le yekêk le wetaxekanî hotêl da çawman pêy bikewê.

Şewket: Aya le layen Kurdekan kesî dîkeş lew dîdare da beşdarî kird?

Rîzwanî: çend nefEr le fermandekanî Yekêtî Nîştimanî Kurdistanîş le hotêleke bûn, belam le giftugo kirdnekanda her ême sê kes beşdar bûyn?

Şewket:  Talebanî be çi mebestêk hatbuwe Taran?

Rîzwanî: Yekêtî Nîştimanî Kurdistan dijberî rêjîmî Sedam bû û cimhûrî îslamî deywîst  le şerî Iran û 'Iraq da lew meseleye be qazancî xoy kelik bistênê û yarmetî ewanî dekrid. Bo wêne rêgay deda katî paşekşey nîzamî bê ewey pêşyan bigîrê be xakî Iran da têperin û yan ew pêşmerganey ke le neberd be dijî hêze 'Iraqîyekan birîndar debûn bo daw u derman bihênne Iran.

Şewket: Êwe be pêy ewey ke dijayetî cimhûrî îslamîtan dekrid boçûntan çi bû sebaret bew siyasete?

Rîzwanî: Be heq bû . Êran  kewtbuwe ber destidrêjî 'Iraq û heqî bû wa bika.  Kurdekanîş le xebat be dijî rêjîmî Sedam Husên  heqî xoyan bû lew îmkanatey ke cimhûrî îslamî le ber destyan denê kelik werbigrin.
Ême lew çawpêkewtine da wez'î xoman şî kirdewe û gutman bem metirsîyaney ke le gorê dan pêman waye debê biçîne Kurdistan. Mam Celal gutî: " ewe îdî fikir kirdnewey nawê. Ya debê biçne derewey wulat yan hemûtan dekûjin. Belam bo biçne derewey wulat ? Werne Kurdistan qedemtan le ser çaw.  Tenê nuxteyek le bîr meken. Le ber ew helwêstaney ke le piştîwanî cimhûrî îslamî da girtûtane le Kurdistan helkewtêkî baştan nabê û dûr nîye Hîzbî Dêmokrrat û Komele  legel ew kare muwafeqet neken û be bê muwafeqetî ewan le Kurdistan hîç karêk natuwanin biken. Helbet min legel Şêx 'Êzedîn Husênî nêwanim xoşe û detuwanim daway lê bikem nawbijîwanîtan le naw da bika".  Ber le malawayîş minî le baweş girt û gutî: " dezanim lewey kirdûtane peşîmanin. Belam ewe le dest minda nîye bitan bexşim, debê legel Qasmilû û Muhtedî qise bikrê." Mam Celal le dîdarêkî dîke da ke maweyek pêştir, her le heman seretay şoriş, le Taran legelîman hebû gutbûy her katêk bimanewê biçîne Kurdistan yarmetîman deda.

Şewket: Bo çûne Kurdistan çi qerarêktan dana ?

Rîzwanî: Debû çawerê bûbayn ta Mam Celal zemîney kareke amade deka û le derecey hewell da legel 'Ebdula Muhtedî, rêberî Komele pêwendî deka û muwafeqetî wî bo çûnî ême bo Uurdistan werdegrê.

Şewket: Êwe wîstibûtan pêwendî legel Komelle bika?

Rîzwanî: Seretî danî ême ewe bû le derecey hewel da le Komele ke rewtêkî çep bû yarmetî werbigrîn. Maweyek le dîdar legel Mam Celal le Taran tê perîbû ke le layen wîyewe qasîdêk hate lay ême û gutî Komele muwafeqetî kirduwe bo hatinî ême bo Kurdistan û bo ew mebeste dû rêgay pêşniyar kirduwe. Yekyan be Bokan da û ewîdîke Sine. Rêgay  Bokan ke meqerî Komele lewê helkewtibû  hêşta amade nebû û debû be rêgay Sine da ke dûrtir bû biçîne Bokan.

Şewket: Lew nawe da Kurdistan le çi bar u doxêk da bû?

Rîzwanî:  Le Kurdistan hêşta nawçey azadkiraw hebû, belam hemû rojê le jimareyan kem debuwewe. Bo wêne Sine le dest hukûmet da bû û derewey şarî ke be nawçey sûr û pêgey azadkiraw dadendra le ber dest hêzekanî Komele da bû.

Dirîjey heye...

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.