Dewlet çete û mafya ye

Aslan ASLAN nivîsand —

Çarşem 3 Tebax 2022 - 21:27

  • Di bingehê dewletan de çetebûn û mafyatî heye. Mînaka wê ya herî berbiçav îro li Tirkiyê ye. Peyayên Erdogan ango kadroyên wî, li gorî dilê xwe hespê xwe dibezînin. 

Di bingehê dewletan de çetebûn û mafyatî heye. Mînaka wê ya herî berbiçav îro li Tirkiyê ye. Peyayên Erdogan ango kadroyên wî, li gorî dilê xwe hespê xwe dibezînin. Çi dikin jî li ser navê dewletê dikin. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê li her bajar û navçeyê heta bi gundan kadroyên xwe bi cih kirine. Ev kadroyên em dibêjin jî çete û mafya ne. Li ser navê karmendî, şaredarî û walîtiyê karên xwe yên qirêj dimeşînin. Çi xerabî hebe dikin û kesek jî dengê xwe li wan nake. Yê dengê xwe derdixîne jî yan tê girtin yan jî ji karê xwe dibe. Bi vî rengî rewşeke xerab li Tirkiyê heye.

Ev tiştên em dibêjin, ji destpêka avabûna dewletê ve heye. Lê ferqa wê ya îro eşkere ye. Berê bi dizî û veşartî ev kar dihatin kirin. Niha eşkere dikin. Bi vî rengî dixwazin qaşo hêza mezin a dewletê nîşan bidin. Yek ji wan çeteyan jî îro li Agiriyê şaredarê dagirker, Savci Sayan e. Li gorî dilê xwe çi xerabî hebe dike û kesek jî hesab jê naxwaze. Dibe ku herî zêde navê Savci Sayan tê bihîstin, lê yên wekî wî gelek in. Çi kesê ku dest danîbe ser şaredariyên gel, vê yekê dike. Ji waliyan heta qeymeqaman, hemû heman tiştî dikin. Dixwazin atmosfereke tirsê ava bikin û bibêjin, va ye em dewlet in.

Heman tişt ji bo tacîzkar û tecawuzkaran jî lê ye. Her roj, em nûçe û agahiyeke nû li ser tecawuzên AKP'yiyan dibihîsin. Dîsa dizî û gendeliyên wan di rojevê de ye. Ew kesên dest danîne ser şaredariyên gel, em dibînin bê ka çawa şaredariyan dişelînin. Xizmeta ji bo gel ji wan re dizî û talan e. Ev yek nasnameya dewletê ye. Di bingehê dewletbûnê de ev tişt heye. Lewma jî di dîrokê de ji fîlozofan heta rewşenbîran, gelek kesan li ser dewletê nivîsandiye. Li Tirkiyê jî ji bo ku dewletê ji xelkê re baş û qenc nîşan bidin, her tişt hatiye kirin. Ew dewleta ku qenc û baş tê nîşandan, niha her kes wê dibîne.

Dewlet zilmê dike, kes hesab napirse. Jixwe, dewlet ew e. Tiştekî ku dewlet bide gel tineye. Tenê zilm, talan û wêrankerî ye. Kesên berê bi serê dewletê sond dixwarin, îro dewletê baş nas dikin. Wan jî dît ku dewlet zilmê tîne. Heger ne wilo bûya, wê dengê xwe li Savci Sayan û yên wekî wî dê kiribana. Bi navê rojnamevantiyê çetetiyê dikin. Bi navê şaredariyê çetetiyê dikin. Bi navê dewletê, bûne mafya. Di mikurhatinên Sedat Peker de jî ev yek hat dîtin. Dema ku dewlet çete û mafya be, wê endamên wê dewletê ango kadroyên wê jî ew bin.

Li Tirkiyê di salên dawî de tevahiya rengên dewletê tê dîtin. Heger hûn dixwazin dewletê nas bikin li Tirkiyê binêrin. Dewleta Tirk ku hiqûq, qanûn û edalet daniye aliyekî, tenê ji bo zilmê heye. Di dema desthilatdariya AKP-MHP'ê de bi dehan komkujî kirin. Bi awayekî eşkere neheqî li xelkê tê kirin. Li aliyekî dizî û talan heye, li aliyê din birçîbûn heye. Dewlet vê yekê bi zanebûn dike. Ev polîtîkayeke dewletê ye. Tişta ku dewleta Tirk dike, eşkere ye. Heman tişt li dewletên Ewrûpa û welatên din jî heye. Bi navê demokrasî û hiqûqê, xwe didin nasîn, lê esas, hiqûqê binpê dikin.

Dewlet wekî cinawirekî ye, yê ku mirovan dixwe û parçe dike. Gelek kes jî pê nehisiyane û dibin alavekî wê dewletê. Ji mamosteyan heta karmendan, gelek kes hay ji wê nînin. Li gorî wan dewlet xweşiyê tîne û pergala dewletê aramiyê tîne. Lê her kes îro dibîne ku ne wilo ye. Li welatekî ku mirov ji birçîna dimrin û nikaribin debara xwe bikin, li wî welatî dizî heye. Ev yek li Ewrûpayê jî tê dîtin. Lewma dewletbûn nabe dermanê pirsgirêkan. Ya esasî zîhniyet e. Mirov di rêveberiyeke demokratîk yan jî xweseriyekê de jî dikare aramiyê bibîne. Dema ku dewlet hebe, mafya û çete çêdibin. Dema ku dewlet hebe dizî û talan heye. Dema ku dewlet hebe kuştin û girtin çêdibe. Lewma jî îro li Tirkiyê terora dewletê û zilma wê heye.

parvê bike

Aslan ASLAN

Nivîsên Aslan ASLAN

Şoreşa gelan
20 tîrmehê

Kongreya Gelan
6 tîrmehê

Şoreşa Sedsalê
22 hezîranê

Nefesa faşîzmê
2 hezîranê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.