- Min di nivîsa hefteya çûyîn de behsa mijara Pûşkîn û mijara êlên Ezdîyan û hevdîtina rêberekî wan bi Pûşkîn re kiribû nêzî Deryaça Masiyan.
Min di nivîsa hefteya çûyîn de behsa mijara Pûşkîn û mijara êlên Ezdîyan û hevdîtina rêberekî wan bi Pûşkîn re kiribû nêzî Deryaça Masiyan. Min her wiha ragihandibû ku ji vê deryaçê re "Gola Êzdiyan“ jî dibêjin. Li dor vê deryaçê zozanên Sînegê (Têkiliya vî navî bi peyva tirkî "sinek" re tine.
"Sîn, Sînê /Sînem" wek navê keçikan jî hatiye bikaranîn. Dibe têkiliya vî navî bi xwedawenda Sumerî û Hûrîyan "Sîn" (Xwedawenda heyvê) re hebe. Ji ber ku ev nav di stranên gelêrî yê dema Evdalê Zeynikê de û di hin destanên gel de jî heye. Bêguman ji bo rastiya vê, lêkolîneke hê kûr û zanistî divê. Ev zozanên Sînegê, zozanên rêzeçiyayên Arasê û yên Eledaxê hetanî salên 1850´î bi giranî cih û warên Kurdên Êzdî bûn ku hê jî gelê herêmê çîrokên wan dibîjin. Belgeyên 600 malbatên Êzdî yên li Zozanê Elegezê jiyane, di serdema kumkujiyên di navbera salên 1830-1850´î de xwe li serokê eşîra Zîlan Mehmûd Begê navdar girtine û jê re gotine, "Bila me ji vir nekin der û nekujin, em ê bibin Misliman."
Mehmûd Beg jî gotiye, "Ez ê ji serokeşîrên din û rayedarên dewletê bipirsim heger ew jî bipejirînin, dibe!" Li aliyê din anegorî agahiyên mezinên li herêmê, zelal dibe ku "Gola Ezdîyan" piştî komkujiyan bûye "Gola Masiyan" Çi baş ku bîra gelê me zindî ye û rastiyên dîrokî di nava gelê me de dijîn.
Deryaça Masiyan ji deryaçên bilind ên cihanê yek e. Bilindahiya deryaçê ya ji deryayê 2245 metre ye.
Deryaçe deryaçeyeke kraterî ya bendbûyî ye. Jixwe, hawîrdor bi tevahî çiyayên volkanîk in. Li rojhilatê wê, Çiyayê Agirî û şaxên wê yên volkanîk, li başûrrojhilatê wê Çiyayê Eledaxa volkanîk û şaxên wê, her wiha li rojavayê wê jî rêzeçiyayê Arasê yên volkanîk heye. Anegorî agahiyên zanistî, dema şaxên Agiriyê jî teqiyane, di başûrrojihlatê wê de pêşî girtiye û bi awayekî xwezayî bendeke bi deh kilometran fireh li pêş pêk hatiye. Lema jê re deryaça krêter ya bendkirî tê gotin. Ava jê derdikeve di avşareke piçûk de tê xwarê, ev jî nîşana wê benda xwezayî ye.
Ava deryaçeyê aveke şîrîn û zelal e. Heta ava vexwarina havîrdorê jî ji çavkaniya vê golê ye. Anegorî agahiyên gelê me yên li dor ve deryaçeyê yê masîgir, berê di deryaçeyê de tenê masiyên deqsor ên bi deqên xwerû û bi çêşt hebûne. Pisporên Awusturalyayî xwerû ji bo van masiyan tên, lê dinêrin û dibêjin;
"Masîyên deqsor ê bi vî awayî xuya ye li cihanê tenê li vir hene." Masîgiran bi salan ji vir masî birine Bazîdê û firotine. Lê dû re dewletê cisneke masîpan anîye û avêtiye deryaçê, niha masîyên deqsor gelek kêm bûne. Masîgirên wir vê bi anîna masîpanan ve girê didin.
Di nava Deryaçê de giraveke piçûk bi qasî çaryek hektarî heye. Cisneke werdegên jê re reng qedîfe dibêjin, li vê giravê dijîn. Ev werdek jî cisnekî xwerû ne. Bi latînî jê re "Melanîtta Fusca" dibêjin. Lê ev cisn jî gelek kêm bûye, pêdiviya wê bi parastinê heye, niha bi devkî hatibe gotin jî nêçîra wan qedexe ye. Divê gelê me yê herêmê ji bo parastina wan înîsiyatîfan damezrîne û bi rêya saziya înîsiyatîfan derfetên parastina wan bi navneteweyî bi dest bixe. Bê wê, li dora deryaçê ji cisnên qulingan hetanî qaqlîbazan, ji betan hetanî masîgiran bihar û havînan li wir dijîn. Li gel wê gelek çivîkên cûda yên navê wan nehatine tesbîtkirin jî hene.
Deryaçe ji başûr ber bi bakur ve dirêj dibe, başûrê deryaçê gelek fireh e, lê bakur teng dibe. Me gotibû bi bilindahiya xwe ya ji deryayê 2245 metreyî li herêmê deryaça herî bilind e, ev deryaçe di navbera paralêl û merîdyenên 43,56° - 39, 77° de ye. Anegorî daneyên berdest, bi qasê 34 km yên bi çarçik rûberê wê heye. Bi giştî bi navîngî 37 metreyan kûr e, lê cihên ku hetanî 60 metreyî kûr jî di navendê de hene. Li hawîrdora wê xwerû jî li keviyên başûrê deryaçê zil, qamîş û cîl û gihayên wekî daristanekê hêşîn dibin, hene. Mirovên me wan cîlan di çêkirina balgihên odeyên mêvanan, hîvastina xesîlan û çêkirina palên çarpêyan de bi kar tîne. Zivistan li vir herî kêm 6 meh dikudîne, Deryaçe bi tevahî qeşa digire, qalindiya qeşayê gelek caran ji 20 santîmetreyan derbas dibe. Masîgirên vir zivistanan wê qeşayê dişkînin û masiyan digirin.
Agahiya derbarê vê deryaça xwerû û dîrokî yên li ber destê me, ev e. Bi hêviya em bikanin di demên pêş de agahiyên berfirehtir bigirin, Kurdê me jî bi havînan betlana xwe li dor ve deryaçê derbas kin û masiyên deqsor biçêştînin, hewa paqij bikişînin nava pişik û cergên xwe, Gora Pîrê wejeya me Ehmedê Xanî ziyaret bikin. Hetanî mijar û keleheke din bimînin di nava xêr û xweşiyê de.