Derdê wan mal û milkê wan e

Aslan ASLAN nivîsand —

Çarşem 20 Nîsan 2022 - 22:36

  • Li Başûrê Kurdistanê qeyraneke aborî û siyasî heye. Desthilatdariya PDK'ê jî ji bo ku vê mijarê ji rojevê derxîne destê xwe da dewleta Tirk û li dijî herêmên gerîla dest bi êrişan kir.

Li Başûrê Kurdistanê qeyraneke aborî û siyasî heye. Desthilatdariya PDK'ê jî ji bo ku vê mijarê ji rojevê derxîne destê xwe da dewleta Tirk û li dijî herêmên gerîla dest bi êrişan kir. Mesele ji aliyekî guhertina rojevê ye, li aliyê din desteka ji bo dewleta Tirk e. Li her du aliyan jî bi dilê PDK'ê ye. 

Ez dixwazim hinekî li ser dizî û talana malbata Barzanî bisekinim. Niha mirovekî ne desthilat be li Başûrê Kurdistanê û bi milyaran dolarê wî hebin, dibe ku ev tiştekî normal be. Lê dema ku kesek yan jî malbatek rabe û li ser pişta Kurd û Kurdistanê xwe dewlemend bike, ev ne normal e. Ez qala Nêçîrvan û Mesrûr Barzanî dikim. 

Beriya bi demekê, li ser mal û milkên Mesrûr Barzanî hin belge eşkere bûn. Li Emerîkayê, Dûbaiyê, welatên Ereban heta bi Tirkiyeyê gelek mal û milkên wî derketin holê. Vê carê jî li ser Neçîrvan Barzanî agahiyên nû eşkere bûn. Li Amerîkayê milkên wî, li Dûbaiyê jî 288 daîreyên Nêçîrvan hene. Ev mal û milkê ku em qala wan dikin jî yên diziya wan in. Rojnamevanekî Emerîkî bi lêkolîn û lêpirsînan vê yekê eşkere dike. Her wiha nîşan dide bê ka pereyên Kurdistanê çawa tên dizîn. Ev kes bûn ku qala serxwebûna Kurdistanê û referandûma ji bo serxwebûnê dikirin.

Heger li deverekê dizî û gendelî hebe, li wê derê feqîrî jî zêde ye. Li başûrê Kurdistanê jî niha tam rewşeke wiha heye. Malbata Barzanî li aliyekî petrolê bi qaçaxî difroşe û van pereyan derdixîne derve. Li aliyê din ji dayîna bertîlê heta gendeliyê di gelek karên xerab de cih digire. Tiştekî ku bide gel tineye, bi ser halan de ji gel didize. 

Rêveberiyeke bi vî rengî wê çawa karibe li ser hukim bimîne. Rêveberiyeke bi vî rengî wê çawa karibe Kurdistanê biparêze. Van kesan Kurdistan firotiye û ji bo wan her tişt bûye mal û milk. Êdî xelkê li Başûr jî bi wan hesiyaye û nema qebûl dike. Heger gel di nava xizaniyê de be û kêf kêfa mala Barzaniyan be, çênabe. Gelê Kurd qebûl nake ku bi vî rengî dest deynin ser serweta Kurdistanê. Heger ev malbat Kurd be û Kurdistanî be, divê ji bo welatê xwe û welatiyên xwe bixebite. Kes nikare vî gelî bixapîne û li ser navê vî gelî derewan bike.

Êdî welê lê hatiye ku em qala hikûmeta PDK'ê dikin. Çawa ku li Tirkiyê rêveberî ketiye bin destê faşîst û nijadperestan, li Başûr jî rêveberî bûye malbata Barzanî. Serok, serokwezîr û serokê herêmê ji wê malbatê ne. Ji wezîran heta rayedaran, ji berpirsan heta karmendan, her kes bûye ji wan û derdora wan e. Çawa dixwazin, wisa dimeşînin. Lê îca zerar jî li xelkê dibe. Hikûmeta ku divê girêdayî Iraqê be, li gorî fermanên dewleta Tirk dimeşe. Bi vî rengî Başûr bûye parçeyek ji Tirkiyê. Rêveberiya li Başûr jî bi vê yekê razî xuya dike. Her meh diçin ber lingê Erdogan û li gorî daxwazên Erdogan tevdigerin.

Barzaniyan pişta xwe daye Tirkiyê, û Herêma Kurdistanê ber bi qeyraneke mezin ve dibin. Her tiştî bi dizî dikin û didizin. Ne xelkê li Başûr, ne jî parlamen bi tiştekî nizanin. Yanî tiştekî ji gel re nabêjin. Di rewşeke wiha de jî desthilatdariyeke talanker derdikeve holê. 

Desthilatdariya li Başûr li ser çavkaniyeke dewlemend rûniştiye. Petrola Başûr bê hed û hesabê wê tineye. Pereyên ku dikevin berîka malbata Barzanî, dikare debara tevahiya Kurdistanê bike. Li Başûrê Kurdistanê hatineke zêde heye û dîsa jî gel birçî ye. Ewqas berhemên xwemalî hene, lê ji bo bipêşxistin û dewlemendkirina wan, tiştek nehatiye kirin. Xelk vê yekê dibîne û pê dizane, lê nikare dengê xwe bike. Kesên diaxivin, dixin nezaretê, wan digirin û direvînin. Li dijî vê rewşa xerab, xelk di nava xwe de dikele û dişewite. Pirraniya xelkê dizane ku ev desthilatdarî nikare herêmê bi rê ve bibe. Her kesî dizî û talana vê desthilatdariyê dîtiye. 

Çi zû û çi dereng, dawiya vê desthilatdariyê ango dawiya vê zilmê wê were. Yên qala serxwebûna Kurdistanê dikirin û ji bo wê referandûm kirin, ji Kurdistanê tiştek nehiştin. Nîvê herêmê xistin bin dagirkeriya dewleta Tirk, nîvê din jî radestî Iraqê kirin. Xelk ji ber vê xerabûnê neçar dimîne welatê xwe biterikîne. Koçberiya ji Başûr ji ber vê zêhniyeta talanker pêk tê. Heger derdê malbata Barzanî Kurdistan bûya, rewş wê ne wisa bûya. Li aliyekî bi dagirkeran re tevdigerin, li aliyê din derdê wan bûye mal û milkê wan.Yên vê yekê dikin, nikarin behsa Kurd û Kurdistanê bikin.

Tişta tê kirin zerarê li Kurdistanê dike.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.