Demokratên Rojhilatê Kurdistanê Di Belgenameyên Yekîtiya Sovyetê de (Salên 1960 - 1947) 303[21]
Nivîskar û Wergêr: Kamran Emîn Awe
Kurmancî Kirin: Hesen Qazî
Belgeya 16. Nameya Ehmed Tofîq bi navê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê ji Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Yekîtiya Komarên Sovyetê re.
Hevalên hêja!
Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Yekîtiya Sovyetê, Piştî silavên hevalane,
Em bi germî pîrozbahiyên Komîteya Navendî ya Hîzba Demokrat a Kurdistanê bi boneya cejna mezin a Şoreşa Cotmehê, ku serdemeke nû û nûjen a jiyana karkerên cîhanê ye, serkeftin û nîşana hêz û mezinahiya sovyetan li ser sazûmana pûçkirî Çarîzmê û bûrjûwaziyê ye, ji we re û bi rêya we ji hemû neteweyên Yekîtiya Komarên Sovyetê yên Sosyalîst re pêşkêş dikin. Neteweya Kurd, ku neteweyek bindest û bêpar e, bi awayekî pir baş mezinahî û girîngiya Şoreşa Mezin a Azadiyê û rizgariya neteweyên qehreman ên Sovyetê têdigihîje. Bi vê boneyê, em pêwîst dibînin ku şahî û kêfxweşiya neteweya Kurd li Kurdistana Îranê, bi taybetî endamên Hîzba Demokrat a Kurdistanê, bi boneya hatina cejna mezin a Şoreşa Cotmehê nîşan bidin û pêşkêş bikin. Em şad in ku serokê têkoşîna neteweya Kurd, heval Mistefa Barzanî, bi navê neteweya Kurd beşdarî cejna mezin a neteweyên Sovyetê dibe. Bila cejna Şoreşa Mezin a Cotmehê pîroz be!
Bila Yekîtiya Komarên Sovyetê yên Sosyalîst, keleha bihêz û bêkêmasî, serkeftî be!
Silavên neteweya Kurd ji neteweyên Yekîtiya Sovyetê, hevalên dilsoz ên hemû neteweyan re!
Bila aştîya mayînde bijî! Careke din pîrozbahî û rêz: bi navê Komîteya Navendî, Hîzba Demokrat a Kurdistanê
Îmze: Ebdulla Îshaqî
"Zagros"
91/10/11/1960
Belgeya 17. Nameya Ehmed Tofîq (Ebdulla Îshaqî) ji Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Sovyetê re derbarê wan endaman ku divê serana Yekîtiya Sovyetê bikin
Hevalên hêja
Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Yekîtiya Sovyetê, Bi vê rêyê em silavên xwe yên hevalane pêşkêş dikin.
Piştî nameya me ya berê ku bi rêya hevalên we li vir (______) derbarê rêwîtiya şanda nûneratiya partiya me bo Yekîtiya Komarên Sovyetê hatibû pêşkêşkirin, em pêwîst dibînin çend xalan zelal bikin: a) Endamên şanda nûneratiyê piştî şêwirdariyê wiha ne:
Qasim Sultanyan (li Iraqê bi navê Kemal Ehmed tê naskirin)
Silêman Muînî
Ebdulla Îshaqî (li Iraqê bi navê Ehmed Tofîq tê naskirin)
Ji kerema xwe, eger vîze tê amadekirin, bila bi van navan be
b) Em pir baştir dibînin ku rêwîtiya şanda partiya me bi hebûna hevalê serok Mistefa Barzanî li Yekîtiya Sovyetê hevdem be.
c) Ji ber xizaniya zêde ya darayî ya partiyê, em hewcedar in ku ji bo vê rêwîtiyê û serdanê herî kêm alîkariya darayî bê amadekirin. Bi silav û rêz,
Bi navê Komîteya Navendî Hîzbaa Demokrat a Kurdistanê
Îmze: Ebdulla Îshaqî
"Zagros"
92/1/11/1960
bi wî belgeyî re “ Demokratên Rojhilata Kurdistanê di Belgenameyên Yeketîya Sovyetê de “ diqede
Didome …
parvê bike

Nivîsên Hesen QAZÎ
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
29 teşrînê
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
22 teşrînê
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
15 teşrînê
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
8 teşrînê
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
1 teşrînê
Demokratên Rojhilatê
25 cotmeh
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
18 cotmeh
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
11 cotmeh





