Demokratên Rojhilatê Kurdistanê

Hesen QAZÎ nivîsand —

Şemî 29 Mijdar 2025 - 00:11

Demokratên Rojhilatê Kurdistanê Di Belgenameyên Yekîtiya Sovyetê de  (Salên 1960 - 1947) 302[20]

Nivîskar û Wergêr: Kamran Emîn Awe
Kurmancî Kirin: Hesen Qazî
Laherûdî, yek ji rêberên Firqa Demokrata Azerbaycanê, derbarê vê mijarê Ku Rehîm Qazî di nama xwe de daye xuya kirin wisa nivîsî: "Di bihara sala 1954’an de, beşek ji kadroyên niştecihên bajarê Bakuyê û xwendekarên Îranî yên medreseya hizbî li salona medreseyekê ji bo beşdarbûna di civîneke hizbî de hatin komkirin. Kambaxş civîn vekir û lîsteya endamên komîteya navendî ya nû ya fîrqe ragihand. Gulam Yehya Danişyan wek serok û Kambaxş wek cîgirê serok hatin nasandin. Sadiq Padegan, Cihanshahlo, General Kavian û kesên din ji endametiya komîteya navendî ya Firqa Dêmokrata Azerbaycanê hatin derxistin. Civîn bi çepiklêdana beşdaran bi dawî bû.Derxistina hin kesan ji rêberiyê, bi taybetî Sadiq Padegan ji serokatî û endametiya komîteya navendî, bû sedema kombûna beşek ji kadroyên Firqa Demokrat li hember komîteya navendî û nîşandana nerazîbûna wan ji vê helwesta nedemokratîk. Berfirehiya vê deng û nerazîbûnê ew qas zêde bû ku Gulam Yehya Danişyan, Nusretullah Cihanshahlo û General Milainan bo xwendinê şandin medreseya bilind a hizbî, û Abdulsemed Kambaxş jî şandin Akademiya Zanistî ya Civakî ya Moskowê.Rêberiya Firqa Demokrat a Azerbaycanê bi awayekî diyarkirî sipartin Mîr Qasim Çeşmeazer (serok), Rehîm Qazî (cîgirê serok) û Mîr Rehîm Welayi (berpirsê karûbarên propagandayê). Ev rêveberî, ku heta radeyekê ciwan bû, bêyî tiştekî veşartî û bi tolerans bi rêberiya derxistî û alîgirên wan re tevgerên tund kirin, û komisyonek ji bo li dijî wan kesên ku hatibûn derxistin hat avakirin. Ev komisyon her roj berî nîvro li xwendingehê pêk dihat û heta êvarê didomand. Desteyên sûcdaran li pişt derî kom dibûn. Çeşmeazer, Rehîm Qazî û Mîr Rehîm Welaî di civînên vê komisyonê de beşdar dibûn û pirs ji sûcdaran dikirin. Yên ku ji helwesta xwe paşve nekişiyan ji endametiya firqê dihatin derxistin, û yên ku poşmaniya xwe ji kirinên xwe diyar dikirin, biryarekî siviktir ji bo wan dihat dayîn.Derbarê guhertina rêberiyê de, rêjeya muxalifan çi li Bakuyê û çi li hin beşên din berbiçav bû. Sadiq Padegan û General Kavian di serê wan de bûn. Di rewşa koçberiyê de û di wê serdemê de kesî newêrî li ser kolanan nerazîbûna xwe diyar bike, bi taybetî nerazîbûna bi komî ne asayî bû. Lê belê, pirsgirêk di nav rêxistina koçberan de ji aliyê koçberan ve dihatin çareserkirin. Tenê cezayê li dijî muxalifan ev bû ku hin kes ji firqê hatin derxistin û hin kes jî hatin şermezarkirin.Balkêş e ku efserên Hizba Tûde di vê tevgera 'dij-hizbî' de alîgiriya rêberiya diyarkirî girtin. Van efseran di dema hukûmeta neteweyî de ji aliyê Kambaxt ve hatibûn Azerbaycanê û di perwerdekirina leşker û fîdayiyên hukûmeta neteweyî ya Azerbaycanê de beşdar bûbûn... Laherûdî 107-108.
Meseleya heladinaa Firqa Demokrat a Azerbaycanê di nav hizba Tude de ji aliyê çend efserên berê yên Hizba Tûdeya Îranê ku niştecihên Baku û Moskowê bûn hate gotûbêjkirin, û hin endamên Firqa Demokrat a Azerbaycanê jî bi wan re tevlî bûn. ... Wan dixwest rêxistina firqê were helweşandin û li Azerbaycanê bi navê Hizba Tûdeya Îranê dest bi çalakiyan bike. Ev pirsgirêk ew qas pêş ket ku her du alî (firqa û dijberên firqê) paşve nekişyan. Rêberiya Hizba Tûde piştgirî da wan, lê rêberiya firqê jî bi tundî bertek nîşan da. Di encamê de, alîgirên helweşandinê ji aliyê rêberiya Hizba Tûdeya Îranê ve ji Azerbaycanê hatin derxistin û bo xebatê li Radyoya Farsî ya Çînê hatin şandin. [Laherûdî, 116, Bîranîn û Têbînî]
Belgeya 15.
Bersiva Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Azerbaycanê ji bo daxwaznameya Rehîm Qazî
Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Azerbaycanê Li gorî fermana Sekreteriyata Komîteya Navendî, ez heval Şêwêlyagîn - M,
ji beşa Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Yekîtiya Sovyetê, derbarê daxwaznameyên gihîştî yên heval Rehîm Qazî, yên têkildarî rexnegirên çalakiyên wî di Konferansa Sêyemîn a Firqa Demokrata Azerbaycanê de, herwiha heval Azerlî ji karên nerast ên Danîşyan Gulam agahdar kir û Rehîm Qazî jî agahdar kir.Pêşniyar hat kirin ku ev daxwazname bên arşîvkirin û nivîskar bên agahdarkirin ku Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Yekîtiya Sovyetê û Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Azerbaycanê destwerdanê di karûbarên navxweyî yên Firqa Demokratîk a Azerbaycanê nakin, û min ev kar bi cih anî.N. Haciyev

Îmze31/3/60Îmze W. Klînkof

Mohra Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Azerbaycanê

Beşa Nepenî

Hejmara Gihîştinê: 70 SS / 71 SS

31ê Adarê 1960
Didome…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.