Demokratên Rojhilatê Kurdistanê

Hesen QAZÎ nivîsand —

Şemî 22 Mijdar 2025 - 10:00

Demokratên Rojhilatê Kurdistanê Di Belgenameyên Yekîtiya Sovyetê de  (Salên 1960 - 1947) 301[19]

Nivîskar û Wergêr: Kamran Emîn Awe
Kurmancî Kirin: Hesen Qazî


Beşa sêyem ya nama Rehîm Qazî
" Hevrê Çeşmazêr got: "Qazî ji malbateke feodal tê." Çi çalakiyê dikare bike? Ew bi giştî ne zelal e bavê wî kî ye..." Hevrê Danişyan li hemberî van gotinan bêdeng ma, ew hevrê yê ku "hewil" dide yekîtiya kiryarî ya hêzên pêşverû yên Îranê dabîn bike, bêdeng ma.Di dengdana eşkere de, 5 hevrê li dijî hebûna navê min di lîsteyê de deng dan.Dengdana nepenî dest pê kir. Min dît, zirkurê hevrê Danişyan, Ferac Dest Goşadê, di nav endamên komîsyona jimartina dengan de rûniştî ye. Min ji hevrê Danişyan pirsî çima Dest Goşadê li wir rûniştî ye? Bi taybetî ku navê wî di lîsteya endamên komîteya navendî de ye. Di bersivê de got: "Bê guman endamên komîsyona jimartina dengan bi şêweyê karê xwe nizanin û ew jî alîkariya wan dike." Piştre serokê komîsyona jimartinê, hevrê Seferî, ji min û hevrê Ehmedov re got ku hevrê Esedî, endamekî komîsyona jimartinê, ji nûneran re gotibû: "Her kesek deng bi qezanca Qazî bide, ew ê bi xerabî biqede..."Di dawiyê de bi piraniya dengan ez ji bo komîteya navendî hatim hilbijartin. Di rastiyê de hemû hewlên hevrê Danişyan û kesan bi awayekî sereke ji bo vê yekê bûn ku ez di dengdana nepenî de neyêm hilbijartin û bi vî awayî dixwestin ji we û cemawerê me nîşan bidin ku di nav dêmokratan de rêz û hurmetek min tune ye.Biryara civîna plenumê bû ku roja din bê kirin. Berî destpêka civînê, bi amadebûna hevrê Ehmedov min bi hevrê Danişyan re axivî û wî daxwaz ji min kir ku nêrîna xwe derbarê pêkhate ya mekteba siyasî derbixim. Min bi temamî kandîdabûna xwe red kir. Piştre got di plenumê de wê ragihîne ku Qazî bi dilê xwe ji postê mekteba siyasî vekişiyaye, min jî razî bûm.Plenum dest pê kir. Ji aliyê hevrê Celîlî ve kandîdabûna min hat bilindkirin, lê hevrê Danişyan ne tenê navê min nexist dengdanê, belê tew bas ji vê yekê jî nekir ku Qazî bi dilê xwe xwe vekişandiye. Hevrê Ehmedov jî di civîna plenumê de amade bû û şahidê van bûyeran bû.Hevrê Danişyan lîsteyek ji pênc kesan ji bêrîka xwe derxist û pêşniyar kir ku ev pênc kes ji bo pêkhate ya mekteba siyasî werin hilbijartin.Bi vî awayî konferansa me bi rê ve çû û ez dixwazim hûn bi temamî ji van mijaran agahdar bin.Pirsek ku tê pêş, eve ku armanca van kiryaran çi bû? Çima hevrê Danişyan bi vî awayî bi min re muamele kir? Rastiya wê ev e ku di nav 7 mehan çalakiya min de wekî cîgirê serokê komîteya navendî (di dema ku hevrê Danişyan bi amadebûna hevrê Celîlî daxwaz ji min kir ku ji bo cara duyem ev berpirsiyarî qebûl bikim), min hewl da yekrêzî û dostanî di navbera komên cuda de çêbikim û karekî guncav ji bo hevkariya hevpar bi hevrêyên Partiya Tûdeya Îranê re dabîn bikim. Bi îsrara min, mekteba siyasî ya me û piştre plenumê biryarên girîng derbarê "koma dij-partî" û "koma xwazyarên hilweşandinê" ku di salên 1954 û 1955an de çalak bûn, girtin. Min hewl da wan hevrêyan vegerînim ser çalakiya partî ku demeke dirêj bêyî tu sedemê ji çalakiya partî dûr ketibûn. Min hewl da di çalakiyên komîteya navendî ya Ferqeya Demokrata Azerbaycanê de derfet neye dayin diyardeyên  cihêxwe xoş kirin û nasyonalîzmê ku berê hebû. Nerazîbûna sereke ya hevrê Danişyan ji çalakiyên min di dema xebata me ya hevpar de ev bû ku min endamên "koma dij-partî" ber bi xebatê ve kişandibûn. Hemû ev kar ji ber vê yekê bûn ku van hevrêyan di dema xwe de rexne li hevrê Danişyan girtibûn, ji ber ku ev hevrê xwendewar in, ji ber ku piraniya wan niştecihên resen ên Azerbaycana Îranê ne...Hevrêyên ezîz, tevî hemû van tiştan ên ku qewimîne, ez wekî berê, wekî endamekî partî, hemû şiyana xwe dixe gerê ji bo xurtkirina dostaniya di navbera gelên me de, ji bo ku yekîtiya kiryarî ya hêzên dêmokratîk ên Îranê xurttir û nêzîktir bibe. Ez hewl didim di rêzên Partiya Yekgirtî ya Marksîstî ya Karkerên Damezrandî ya Îranê – Partiya Tûdeya Îranê de cihekî şayeste ji xwe re bibînim.
Bi rêz

Qazî. R. H

Mohra 6ê Adara 1960
Komîteya Navendî ya Partiya Komûnîsta Azerbaycanê

Hejmara gihîştî 70 S S

10ê Adara 1960

didome…

Li  milê rast we, Xulam Yehya Danişyan, Rehîm Qazî.
Dawîn kesê runîştî  Bulbul( Murtuza Rza oglu Mammadof) hunemendê
Naskirîyê Azerbaycanê

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.