Demokratên Rojhilatê Kurdistanê

Hesen QAZÎ nivîsand —

Şemî 8 Mijdar 2025 - 00:55

Demokratên Rojhilatê Kurdistanê Di Belgenameyên Yekîtiya Sovyetê de  (Salên 1960 - 1947) 299[17]

Nivîskar û Wergêr: Kamran Emîn Awe
Kurmancî Kirin: Hesen Qazî
Belgeya 14. Nameya Rehîm Qazî ji Komîteya Navendî ya Partiya Komunîsta Yekîtiya Sovyetê re derbarê pirsgirêkên Konferansa Sêyemîn a Partiya Demokrata Azerbaycanê de
Komîteya Navendî ya Partiya Komunîsta  Yekîtiya Sovyetê
Hevalên ezîz!
Wekî ku hûn dizanin, di 27 û 28ê Sibata 1960an de Konferansa Sêyemîn a Partiya Demokrata Azerbaycanê li Bakuyê hate lidarxistin.

Ez bi temamî piştgirîya helwesta Komîteya Navendî ya Partiya Komunîsta Azerbaycanê dikim ku destwerdanê di karûbarên navxweyî yên partiya me de nake û vê yekê piştrast dikim. Lê ji ber ku ev konferans li Bakuyê hate lidarxistin û nûnerên Partiya Komunîsta Azerbaycanê li wir amade bûn, ez wekî erka xwe dibînim ku bi awayekî têr û tije we ji proseya vê konferansê agahdar bikim, ji ber ku ev konferans xwedî aliyekî reqabetê bû û komek bi awayekî eşkere li dijî min kar dikir.

Beriya lidarxistina konferansê, min wekî endamê Mekteba Siyasî û cîgirê serokê Komîteya Navendî, têkilî bi heval Gulam Yehya Danişyan, serokê Komîteya Navendî re danî, ji bo ku raya wî derbarê pêkhateya nû ya Komîteya Navendî bizanim. Lê wî ti ramanek eşkere nekir û tenê du roj beriya destpêkirina konferansê min bang kir û lîsteyek nîşanî min da. Min nerazîbûna xwe nîşan da  li hemberî vê yekê ku wî navên hevalên wekî serokê Komîteya Bakuyê ya Hîzba Demokrata Azerbaycanê û sernivîskarê rojnameya "Azerbaycan" di wê lîsteyê de cih nedabûn. Min got, ev kes bi awayekî asayî divê di pêkhateya Komîteya Navendî de bin, bi taybetî ku her du jî di dema kurt a çalakiyên xwe de li saziya [partiyê] de xwe bi awayekî baş nîşan dane. Herwiha di raporta Komîteya Navendî de jî çalakiyên Komîteya Bakoyê û desteya nivîskaran bi awayekî erênî hatibûn nirxandin. Herwisa min pêşniyar kir ku hevalên wekî [Teqî] Şahîn, [Hemîd] Mihemedzade, [Elî] Şemîde û yên din ên ku di nav endamên me de gelekî hezkirî ne û ji bo 8 salan ji aliyê rêveberiya berê ya Hîzba Demokrata Azerbaycanê: [Ebulqasim] Çeşm Azer, [Mîr Rehîm] Welayî, Danişyan/ ji çalakiyên partiyê hatibûn dûrxistin, di vê lîsteyê de cih bigirin.

Hemû ev heval xwedî unvana namzedî ne. Heval Şahîn ji sala 1935an ve endamê Partiya Komunîsta Îranê ye û çend salan wekî yek ji "53 kesan" di zindanê de bûye, û di van dawiyan de em wî wekî endamê Komîsyona Karûbarên Têkildarî Hevalên Partiya Tûde ya Îranê destnîşan kirin... Di lîsteya heval Danişyan de navên kesên wekî Emînzade û Mihemedzade, ku endamên Komîteya Amadekariya Danîna Bername û Destûra Partiya Yekgirtî ya Marksîst a Karkerên Îranê bûn, tune bûn, lê belê heval Danişyan navê endamê sêyemîn ê vê komîsyonê, yanî Ferej Dest Guşade, di lîsteyê de cih dabû.

Di lîsteya heval Danişyan de navê heval [Helîme] Bulurî, sernivîskara berê ya [belkî mebest rojnameya 'Azerbaycan' be] hatibû, ku em wekî Mekteba Siyasî biryar dabû ji ber nebûna şiyanê di cîbicîkirina erkên xwe de, ji wî postî were dûrxistin. Ji bilî vê, di lîsteyê de kesên ku rewşa Îranê bi giştî nizanin hebûn.

Bi vî awayî, heval Danişyan bi tundî li dijî hevalên Şahîn, Şemîde û Mihemedzade derket, lê derbarê berpirsê Komîteya Bakoyê û sernivîskarê rojnameyê got, "Em ê wan têxin lîsteya Komîsyona Pêdaçûnê," di heman demê de serokên komîteyên herêmî yên Sumgayît/ bi 46-40 endamên partiyê/, Qasim Îsmaîl/ bi 110-100 endamên partiyê/, û Gyokçay/ bi 90 endamên partiyê/ û yên din ên ku ji aliyê rêxistinî ve girîngiyek kêmtir in, di lîsteya Komîteya Navendî de hatibûn cihkirin. Herwiha rastiyek din ev e ku di Komîteya Bakoyê de 4 kes di lîsteyê de hatibûn cihkirin, lê serokê komîteyê tê de nebû, du endamên desteya nivîskaran di lîsteyê de hatibûn cihkirin, lê sernivîskar ne. Di dema lidarxistina konferansê de, heval Seferî, serokê Komîteya Bakoyê, bi îsrar û bi maf xwe ji namzediya ji bo Komîsyona Pêdaçûnê vekişand, û sernivîskar heval [Fethî] Xoşgenabî, ku bo beşdarî de konferansê jî de nehatibû dewet kirin, nameyek ji desteya serokatiya konferansê re şand û daxwaz kir ku navê wî di lîsteyê de neyê danîn. Tew beriya konferansê min ji heval Danişyan re gotibû ku pêwîst e lîste bi endamên din ên Mekteba Siyasî re, bi kêmanî bi beşa rêxistinê re were koordînekirin, lê ew bi vê ramanê re ne li hev bû.

Piştî nîqaşkirina wê lîsteya ku heval Danişyan pêşniyar kiribû, min hîs kir ku ew hewil dide armanca berê dûbare bike û dixwaze hevalên xwe li dora xwe kom bike. Min hîs kir ku ew dîsa wekî berê xwe bi cih dike û di ti haletan de naxwaze sûd ji hevalên jêhatî û xwenda  wer bigire. Ji ber vê yekê, bi riya heval Celîlî ku bandoreke mezin li ser heval Danişyan hebû, min peyamek şand ku ez ji kar vedikişim  û daxwaz dikim navê min di lîsteya Komîteya Navendî de neyê danîn.
Domahiya name ya Rehim Qazî di posta hefta din de.
didome…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.