Demokratên Rojhilatê Kurdistanê Di Belgenameyên Yekîtiya Sovyetê de (Salên 1960 - 1947) 298[16]
Nivîskar û Wergêr: Kamran Emîn Awe
Kurmancî Kirin: Hesen Qazî 
Belgeya 12. Pirsa Civîna Ehmed Tofîq bi Berpirsyarên Yekîtiya Sovyetê re
Ji bo Komîteya Navendî ya Partiya Komûnîsta Yekîtiya Sovyetê re.
Ez we agahdar dikim ku di 20ê Adara 1960an de nameyek ji yek ji serokên Partiya Demokrata Kurdistanê, Ehmed Tofîq (bi navê Seyid Ebdullah Îshaqî) gihîşt destê min, ku niha niştecîhê Komara Iraqê ye.
Di dawiya sala borî de heval Ehmed Tofîq ligel demokratên kurd ên din, ji ber zordestiya berfireh a li ser demokratên Kurd ji aliyê desthilatdarên Îranê ve, koçî Iraqê kir.
Heval Ehmed Tofîq, di nameya xwe de bi navê serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê, bi rêya min daxwaz dike ku ez ji we re ragihînim ku ew gelek dixwazin bi nûnerên Partiya Komûnîsta Yekîtiya Sovyetê re bicivin. [Navborî] dinivîse: “Bav û birayên me /yanî Komîteya Navendî û endamên partiyê – Q. R./ gelek dixwazin bi çavpêketina bi bavê mezin /Partiya Komûnîsta Yekîtiya Sovyetê Q. R./ re, ji ber ku gelek pirs hene ku bêyî şîretên bavê mezin em nikarin çareser bikin, hemû daxwaz dikin û dixwazin ku ev civîn di demeke zûtirîn de pêk were. Em ji we daxwaz dikin ku daxwaza me bi baldarî bigihînin bavê mezin. Ez û hevalên din, em xwe ji bo civînê amade dikin û bi kelecan li benda encamên hewldanên we.
Heval Ehmed Tofîq herwiha dinivîse, eger ew sefer pêk were, pêwîst e mirov li ser mesrefên seferê bifikire. Wî ligel vê nameyê lîsteyek ji neteweperwerên kurd şandiye ku di meha Mijdara sala borî de ji aliyê desthilatdarên Îranê ve hatine gîrtin. Di vê lîsteyê de navê pismamê min Rehîm Cewanmerdî Qazî jî heye.
Hevalên ezîz! Digel agahdarkirina we ji daxwaza serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, ez erka xwe dizanim ku ji we re ragihînim ku em, yanî serkirdatiya Partiya Tûde ya Îranê û Ferqeya Demokrata Azerbaycanê, di van salên dawî de kêm agahî li ser çalakiyên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê dizanin, û ti têkiliyeke nêzîk bi wan re nînin. Lê belê ji ber ku niha me biryar daye ku partiyeke karkeran a marksîstî ji bo tevahiya Îranê ava bikin, pêwîst e Partiya Demokrata Kurdistana Îranê jî [ber bi vê rêgehê] bikişînin, ji ber ku bêyî vê partiyê çareserkirina vê pirsê ji bo me gelek zehmet dibe. Ji bilî vê, li gorî agahiyên me, du rêbaz di nav rêzên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê de li ser pirsa avakirina yek partiyeke ji bo tevahiya Îranê hene, di nav wan de meylek ji bo avakirina yek partiyeke ji bo tevahiya Kurdistanê (Îran, Iraq, Tirkiye û hwd.) heye, pêwîst e em bi ramana xwe, yanî damezrandina yek partiyeke ji bo Îranê, li hember vê yekê rawestin.
Ji bo vê yekê jî, em hewceyî şîret û alîkariya we ne. Em bawer dikin ku eger serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê bi nûnerên Partiya Komûnîsta Yekîtiya Sovyetê re bicive û xwe ji şîretên we agahdar bike, ew ê bê guman rêya rast hilbijêrin û ev yek jî dê bi lez xizmetê ji avakirina yek partiyeke li Îranê re bike. Eger Komîteya Navendî ya Partiya Komûnîsta Yekîtiya Sovyetê bi pêwîst bibîne ku nûnerên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê ji bo gotûbêjekê vexwendin bike, ev yek dikare bi rêya balyozxaneya Sovyetê li Bexdayê were kirin.
Ji ber ku hevalên min li benda bersivê ji aliyê min ve ne, ez ji we daxwaz dikim, ku şîretê li min bikin ka çawa bersiva wan bidim.
Bi rêzdarî
Qazî Rehîm
21ê Adara 1960an  
Belgeya 13. Bersiva Komîteya Navendî ya Partiya Komûnîsta Azerbaycanê ji Nameya Rehîm Qazî re
Komîteya Navendî ya Partiya Komûnîsta Azerbaycanê!
Rehîm Qazî nameyek ji min re şand ku ji Komîteya Navendî ya Partiya Komûnîsta Yekîtiya Sovyetê re hatibû şandin, tê de daxwaza organîzekirina civîneke nûnerên Komîteya Navendî ya Partiya Komûnîsta Yekîtiya Sovyetê bi Ehmed Tofîq, yek ji serokên Partiya Demokrata Kurdistanê, ku niha niştecîhê Komara Iraqê ye, hatiye kirin.
Heval Şêwêlagîn di beşa Komîteya Navendî ya Partiya Komûnîsta Yekîtiya Sovyetê de ji vê nameyê hatiye agahdarkirin, û pêşniyar kir ku heval Rehîm Qazî were agahdarkirin ku Komîteya Navendî ya Partiya Komûnîsta Yekîtiya Sovyetê destwerdanê di karûbarên navxweyî yên Partiya Demokrata Kurdistanê de nake û nikare civîneke bi vî rengî organîze bike. Min jî heval Rehîm Qazî ji vê yekê agahdar kir. N. Haciyev
Îmze
31/3/60
Îmze W. Klînkof Morî Komîteya Navendî ya Partiya Komûnîsta Azerbaycanê
Beşa Veşartî
Hejmara Gihîştinê 230 s s   
30ê Adara 1960an 
didome…
Wêneya Ehmed Tofîq (Ebdulla Îshaqî), serkirdeya Partiya Dêmokrata Kurdistan a Iranê
parvê bike

Nivîsên Hesen QAZÎ
Demokratên Rojhilatê
25  cotmeh
 Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
18  cotmeh
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
11  cotmeh
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê 
 5  cotmeh
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
20  îlonê
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
13  îlonê
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
 6  îlonê
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
30  tebaxê





