Demokratên Rojhilatê Kurdistanê Di Belgenameyên Yekîtiya Sovyetê de (Salên 1960 - 1947) 295[13]
Nivîskar û Wergêr: Kamran Emîn Awe
Kurmancî Kirin: Hesen Qazî
Kurdên Rojhilatê Kurdistanê di Yekîtiya Sovyetê de, Pirsgirêk û Muşkîle
Belgeya: 7. Taybetî ya Partiyê. Di têkiliyê de bi heval Seyfî Qazî Rehîm Ebulhesen Oglî, endamê buroya siyasî ya Firqeya Demokrata Azerbaycanê.
Seyfî Qazî Rehîm li gundê Gûygcelî yê li navçeya Miyandûawê ji dayik bûye. Neteweya wî Kurd e. Bavê wî serokê eşîreke Kurd bû - Seyfulquzat. Sala ji dayikbûnê 1926 e. Li Îranê xwendina seretayî qedandiye. Li vir medreseya partiyê temam kiriye. Niha namzedê doktoraya Marksîzm-Lenînîzmê ye li Zanîngeha Dewletî ya Azerbaycanê. Zimanên Azerî, Farsî û Rûsî dizan e.
Beşdarî di tevgera Kurd de di Partiya JK de kiriye, ji sala 1946’an ve endamê Hîzba Demokrata Kurdistanê ye. Li vir ji bo Komîteya Navendî ya Firqeya Demokratîk a Azerbaycanê hatiye hilbijartin, piştî guhertinên Yekê Hezîranê çûye nav buroya [siyasî] ya Firqeya Demokrat, hem ji bo pêşxistina kadroyên ciwan û hem jî ji bo hewldana dayîna derfetê ji bo [komkirina] ezmûnê ji bo xebatê li Kurdistanê.
Jêhatî ye. Di siyasêtê de xwedî zanyariyeke baş e. Mizgîniyê dide ku bibe partîzanekî baş, eger di bin çavdêriyeke domdar de be. Zêde di bin bandora derdora xwe de ye. Heta radeyekê ecûl e, carcaran hêrs û tûj e,lê alîya wî ya baş li ser van kêmasiyan serdest e.
30.7.1953 Danişyan u Kambexş Îmzeya
Belgeya 8. Nameya Komîteya Navendî ya Firqeya Demokrata Azerbaycanê, Desteya Nivîskarên ‘Kurdistan’ê ji bo Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Azerbaycanê
Ji Komîteya Navendî ya Partiya Komunîsta Azerbaycanê re!
Derçûna dora duyem a rojnameya ‘Kurdistan’, organa Hîzba Demokrata Kurdistanê, di Mijdara sala 1947’an de dest pê kir. Rojnameya Kurdistan di rûpela duyem a rojnameya “Azerbaycan”, organa Firqeya Demokrata Azerbaycanê, wekî weşaneke serbixwe bi zimanê Kurdî û bi awayek ku gel li seranserê Kurdistanê jê têbigihê tê weşandin.
Heta niha 767 hejmarên rojnameyê derketine.
Rojnameya Kurdistan ku bi format 62x84 tê çapkirin, niha zêdetir van mijar û pirsên jêrîn dihewîne:
1.Têkoşîna Kurdên Îran, Iraq, Tirkiyê, û bi giştî têkoşîna girseyî ya gel, li dijî emperyalîzm û kevneperestiyê, herwiha têkoşîna wan ji bo aşitî û azadiyên neteweyî.
2.Dostaniya hemû gelên niştecihên Îranê, xurtkirina ênîya yekgirtî ya hêzên pêşverû di têkoşîna wan a yekgirtî de li dijî emperyalîzm û kevneperestiyê.
3.Eşkere kirina siyaseta dij-gelî ya hikûmetên Îran, Tirkiye û Iraqê li hember gelên wan welatan, herwiha eşkere kirina kiryarên talankariyê yên emperyalîstan
4.Eşkere kirina talankirina çavkaniyên neftê yên Îran û Iraqê ji aliyê emperyalîstan ve.
5.Wêrankirina bajaran û tunekirina çand, çandinî, heywan xudî kirin û pîşesaziyê û hwd. li Kurdistanê.
6.Şîrovekirina giştî ya rewşa navxweyî ya welatên Îran, Tirkiye û Iraqê
7.Nasandina jiyan û berhemên wêjeyî û siyasî yên hunermendên navdar ên Kurdistanê.
8.Yekîtiya Sovyetê û serkeftinên demokrasiya gelî di warên cihêreng de.
9.Yekîtiya Sovyetê û têkoşîna ji bo aştiyê.
10.Pêşveçûna tevgera aştiyê ya cîhanî û serkeftinên wê
11.Daxistina siyasî û aborî ya welatên kapîtalîst
12.Tundkirina têkoşîna tevgerên dij-emperyalîst di welatên girêdayî û dagirkirî de.
13.Ji nû ve weşandina kurte, an wergerandina beşek ji wan berheman ku di weşanên Sovyetê de derbarê Kurdan de têne nivîsandin.
14.Nîşandana jiyan û pêşketina Kurdên niştecihên Yekîtiya Sovyetê.
15.Teoriya Marksîzm-Lenînîzmê.
16.Nivîsandina nûçeyên Îran, Tirkiye û Iraqê, herwiha nûçe û bûyerên têkildarî bûyerên navneteweyî.
Rojnameya “Kurdistan” di encama 8 sal xebata domdar di warê rojnamegeriyê de, niha, heta radeyekê diyarkirî, serkeftî bûye di rahênana wan kadroyan de ku pêdivî pê heye.
Hemû ev kadro xelkê Kurdistana Îranê ne û ji wan hevalan in ku hem bi zimanê Kurdî şareza ne û hem jî bi hal û mercên niha yên Kurdistanê aşna ne.
Ev kadro ku bê cudahî endamên Firqeya Demokrata Azerbaycanê ne, di encama xwendina xwe de li medreseya partiyê heta radeyekê diyarkirî xwedî zanyarî di Marksîzm-Lenînîzmê de ne û yek ji wan serkeftî bûye di wergirtina dîplomaya zanistî ya aboriya siyasî de jî. Rojnameya “Kurdistan” di nav rojnameya “Azerbaycan” de bi hevkariyeke nêzîk û birayan e bi desteya nivîskaran re derdikeve, ev mijar yarmetiyeke berbiçav dide bilindkirina kalîteya rojnameya Kurdistanê û bi taybetî di diyarkirin û pêşxistina rêbaza siyasî û karûbarên rojane de.
Eger rojnameya “Kurdistan” di çarçoveya xwînerên niha de bimîne, ewê hewceyî ti guhertineke taybet nebe û di encam de rojnameya “Kurdistan” bi heman formata berê di nav rojnameya “Azerbaycan” de derdikeve
Lê eger rojnameya “Kurdistan” li cihên din xwînerên zêdetir hebin û bê xwestin ku bi awayekî berfirehtir bê belavkirin, wê demê hewceyî guhertinan dibe û nabe êdî ev rojname di nav rojnameya “Azerbaycan” de bê çapkirin û belavkirin, ji ber ku di rojnameya “Azerbaycan” de nav û wêneyên cûrbecûr ên kesayetî, gel û cihên cuda, herwiha mijarên têkildarî kesayetiyên partiyê û çalakiyên wan têne belavkirin, baş e ku ev cure mijar di ti rewşê de li navçeyên din neyên belavkirin.
Eger hest bi hewcedariya belavkirina rojnameya “Kurdistan” di nav hejmareke zêdetir ji xwîneran de bê kirin, wê baş be ku rojnameya “Kurdistan” ji rojnameya “Azerbaycan” cuda, di du rûpelan de û wekî rojnameyeke serbixwe bê belavkirin.
Bêguman, tew di rewşeke wisa de jî, rojnameya “Kurdistan” divê bi hevkariya birayan e ya desteya nivîskarên rojnameya “Azerbaycan” bê çapkirin û belavkirin, ji ber ku wekî me li jor behs kir, ev hevkariya hevpar yarmetkareke mezin e ji bo rojnameya “Kurdistan”.
Rojnameya “Kurdistan” di forma xwe ya nû de divê li heman cihê berê bê çapkirin, ji ber ku bi vî awayî ji bilî nêzîkbûna ji desteya nivîskarên rojnameya “Azerbaycan”, parastina nepeniya rojnameyê û herwiha pirsa dabînkirina kadroyan dikare bi hêsanî bê çareserkirin.
Îmze:
Komîteya Navendî ya Firqeya Demokratîk a Azerbaycanê
Rehîm Qazî û îmzeya duyem nayê xwendin
“Desteya Nivîskarên Rojnameya Kurdistan”
5ê Îlula 1955an
Didome….
Nivîsên jêr wêneyan
Rehîm Qazî êdîtorê Kurdistan
parvê bike
Nivîsên Hesen QAZÎ
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
5 cotmeh
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
20 îlonê
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
13 îlonê
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
6 îlonê
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
30 tebaxê
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
23 tebaxê
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
16 tebaxê
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
9 tebaxê