Demokratên Rojhilatê Kurdistanê Di Belgenameyên Yekîtiya Sovyetê de (Salên 1960 - 1947) 294[12]
Nivîskar û Wergêr: Kamran Emîn Awe
Kurmancî Kirin: Hesen Qazî
6. Name bi navê Hizba Demokrata Azerbaycan û Kurdistanê ji bo Mîr Cefer Baqirof, Serokê Azerbaycanê
Wergerandin ji zimanê Farisî bi remz
Bavê Birêz û Rêberê Me yê Mezin, Serokê Komara Azerbaycanê
Heval M. C. Baqirof
Bi navê cotkaran, karkeran, hevalan û xwe, ji dil û can silav li we dikim
Ev çar sal in ku birayên we yên xwînî – gelê Azerbaycanê – di bin kolebûnê de dijîn û êşên herî dijwar tehemul dikin.
Ne ewên ku ji vir çûne û ne jî birayên me yên Azerbaycanî yên ku hê jî li vir mane, yadekî ji me nakin û ji rewşa me ya rastîn ne agahdar in.
Divê wan nehîştibûya ku em di bin destê dijminê eşkere de bimînin. Me ti têkiliyek bi we re nîne, tew ji bo ku we ji rewşa xwe agahdar bikin.
Ew cotkarên ku berê heval û xebatkarên me bûn, niha belav bûne, gelek ji wan an jiyana xwe ji dest dane an jî neçar bûne Azerbaycanê biterikînin. Heval dibêjin birayên me yên Azerbaycanî tenê wê demê li me difikirin ku gelên Başûrê Azerbaycan û Kurdistanê ji nav çûbin.
Ciwanên azad û kal û pîrên şerefê me di bin zordariya dijminan de jiyana xwe ji dest didin. Demek dirêj e mal û milkê me hatiye talankirin û şerefê me ji aliyê bêşerman ve hatiye binpêkirin.
Gelo me bi vî awayî li hev kiribû?
Di demên dijwar de divê xwişk û bira çavên wan li hev be.
Bavê Ezîz!
Hemû miletê me li benda rizgarkirina bi destê we ne. Di vê demê de, ew rêxistina ku me bi dizî damezrandiye, amade ye ku bi yekem nîşanekê rabe ser piyan û hêza partîzanî ji bo wê armancê amade bike. Tenê li benda fermana we ne, Bavê Ezîz. Eger hûn piştgiriya darayî û alîkariya çek û cebilxaneyê bidin me, em dikarin hevalên xwe bişînin cihê diyarkirî yê nêzîkî sînor ji bo wergirtina kelûpelan û dû re li gorî plana we tevbigerin. Di wê rewşê de, em ê hemû hêzên xwe bi kar bînin û karê xwe bi dawî bikin. Niha gel ewqas şoreşger û amade ye ku biçûktirîn pêleke [ji bo destpêkirina şoreşê] bes e.
Pêwîst e ji aliyê we ve kesek ji me re bê nasandin ku bikaribe têkiliyê di navbera me de deyne û nêrînên me bigihîne we û rêberiyên we bigihîne me.
Em her dem amade ne ku her fermanekê bi cih bînin. Tenê daxwaza me ev e ku em bê rêberî û lênihêrîn neyên hiştin. Azerbaycana me nêzîk e ku ji nav biçe û hilweşe.
Çareserî, çareserî, çareserî!
Komên Anglo-Amerîkî û nûnerên hikûmetan hemû hewldanan dikin ku gel ber bi xwe ve bikişînin. Bi behaneya fêrkirina zimanê Îngilîzî, civînên cûrbecûr saz dikin û wan dikin navendên propagandaya xwe.
Bêguman, piraniya gel bi me re ne, lê sozên me hê di asta gotinan de mane û ew [dijmin] di halê cîbicîkirinê de ne. Em nizanin heta kengî divê bi sozan gel têr bikin. Em nizanin çima Stalînê Mezin, yê ku azadî ji hemû gelan re dabîn kiriye, miletê me yê ku li wî dinihêre ji bîr kiriye.
Silavên bêdawî ji Stalînê Mezin re!
Silav ji hemû heval û birayên me yên ku me di bîr dikin re!
Hevalno!
Dijminên me çiqasî me êşkence bikin, îradeya me natewîne.
Biji Yekîtiya Sovyetê ku azadiya gelan li seranserê cîhanê diparêze û rêberê wê, Stalînê Mezin!
Biji Rêberê Komara Azerbaycanê, Heval M. C. Baqirof!
Bi navê Hizba Demokrata Azerbaycan û Kurdistanê, bajar Tebrîzê
Piştrastkirin:
Cîgirê Serokê Îdareya Yekem a Wezareta Ewlekariya Dewleta Komara Sosyalîst a Sovyetê ya Azerbaycanê
Kolonêl /Nezerlî/ Imze
didome…
parvê bike
Nivîsên Hesen QAZÎ
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
20 îlonê
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
13 îlonê
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
6 îlonê
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
30 tebaxê
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
23 tebaxê
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
16 tebaxê
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
9 tebaxê
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
2 tebaxê