Demokratên Rojhilatê Kurdistanê

Hesen QAZÎ nivîsand —

Şemî 20 Îlon 2025 - 09:00

Demokratên Rojhilatê Kurdistanê Di Belgenameyên Yekîtiya Sovyetê de  (Salên 1960 - 1947) 292[10]

Nivîskar û Wergêr: Kamran Emîn Awe
Kurmancî Kirin: Hesen Qazî
Rêxistin û Amûrên Pêwendiyê
Rêxistin:Komîteya Navendî: 15 kes

Endamên Berbijar û Cîgir: 15 kes

Komîteya Herêmî ya Bajar: 7 kes

Endamên Berbijar: 7 kes

Komîteyên 17 Bajarokan: 139 kes

Cîgir: 139 kes

Komîteyên 50 Eşîrên Qebîleyî: 350 kes

Cîgir û Endamên Berbijar: 350 kes

Amûrên Pêwendiyê:Otomobîlên Barhilgir: 10 kamîyon

Otomobîlên Siwarî: 7 kamîyon

Karmendên Pêwendiyê yên Navend û Bajarokan: 30 kes bi cîhazên bêsîm

Karmendên Pêwendiyê yên Navend û Eşîran: 100 kes bi cîhazên bêsîm

Karmendên Pêwendiyê bi Tebrîzê re: 10 kes bi cîhazên bêsîm

Nûnerên li Tebrîzê: 5 kes bi cîhazên bêsîm

Karmendên Pêwendiyê bi Iraqê re: 15 kes bi cîhazên bêsîm

Karmendên Pêwendiyê bi Tirkiyeyê re: 15 kes bi cîhazên bêsîm

Karmendên Ragihandin, Dengûbas û Çapemeniyê: 200 kes
bi makîneyên wênegiriyê

[Karmendên] Terorê: 500 kes
Operasyon:
li hemû wan navçeyên ku hatine nivîsandin mimkun û gengaz in, bêguman bi nexşeyekê ku ji aliyê pisporan ve were amadekirin.

Li hemû xalên jorhatî yên behskirî, kar dikare li gorî bernameyeke berê amadekirî were kirin.Pejirandin:

Cîgirê Serokê Îdareya Yekem a Wezareta Ewlekariyê ya Dewleta Komara Sosyalîst a Sovyetê ya Azerbaycanê

Kolonel /Nezerlî/ Îmze
Kurteya Lîsteya Eşîrên Kurdistanê li gorî nêzîkbûn û dûrbûna wan ji bajarên Kurdistana bin destê Îranê:
Mehabad: Eşîr û qebîleyên Mengûr (4 hozên Zêrin, Aman, Mirwet, Ojag), Eşîr û qebîleyên Gewrk (hozên Semed Axa û Ezîz Axa),
Eşîr û qebîleyên Dêbokrî Şarwêran

Miyanduaw: Eşîr û qebîleyên Dêbokrî (hozaa Şêx Axayê Şamat), Mihalên Çelîk, Mihalên Pîrsindûs, Mihalên Seraw û Gûgcelî

Şayindêj: Eşîr û qebîleyên Çardawerû [Çardolî] û Hewşar

Tîkan Tepe, Hewşar û Bîcar: Qebîleya Hewşar, qebîleya Gerûsî û Eşîr û hozên Gelwaxî

Bokan: Eşîr û qebîleyên Dêbokrî (hozên Îlxanî û Qaremanî),
Eşîr û qebîleyên Feyzullahbegî,
Eşîr û qebîleyên Gewrkî Mukrî (qebîleyên Hesen Axa û Cwamêr Axa)

Seqiz: Eşîr û qebîleyên Begzade û qebîleya Mîredê

Bane: Eşîr û qebîleyên Begzadeyên Baneyê (hozên Nesrullah Xan, Selîm Xan û Hesen Xan))

Sine: Eşîr û qebîleyên Tîlekoyî û Eşîr û qebîleyên Hewraman

Kirmanşah û Qesrî Şîrîn:
Eşîr û qebîleyên Caf û Eşîr û qebîleyên Hemewen

Neqede: Eşîra Qerepepaxî Sindûs û Eşîr û qebîleyên Mameş (hoza Mihemed Axa))

Xanê: Eşîr û qebîleyên Pîran (hozên Mamend Axa, Kake Murad û Murîk).

Şino: Eşîr û qebîleyên Zerza û Eşîr û qebîleyên Mameş (hoza Qadirî)

Rizaiye: Eşîr û qebîleyên Xêylî Şikak (hozên Hesenî û Ebduyî)

Selmas, Xoy, Mako: Eşîr û qebîleyên Celalî,
Eşîr û qebîleyên Îlamî û Eşîr û qebîleyên Mîlanî

Pejirandin:

Cîgirê Serokê Îdareya Yekem a Wezareta Ewlekariyê ya Dewleta Komara Sosyalîst a Sovyetê ya Azerbaycanê

Kolonêl /Nezerlî/ Îmze

Belgeya 4.
Nameya Rehîm Sûltanyan bi navê Hizbê Nêhînî yê Demokrata Kurdistanê "Hizbê Jiyana Kurd" bo Rêberê Dadperwerî û Têkoşîna bo Rizgariya Mirovayetiyê
Werger ji Farisî bo Rûsî
Bo Rêberê Dadperwerî û Têkoşîna bo Rizgariya Mirovayetiyê
Bi rêz û hurmeta xwe ya bo we, dixwazim rewşa niha ya Kurdistanê û çalakiyên Hizbê Demokrata Kurdistanê bi we re parve bikim, ku niha. navê wê bûye "Hizbê Jiyana Kurd”"

Tevî tunekirina dewleta gelê Kurd ji aliyê rêveberên faşîst ên Îranê ve, wan nekarî rêz û hezkirina Kurdan bo azadî û demokrasiyê ji dilê gel derxînin.

Bi saya endamên xwe yên kedkar, rêxistina me dest bi xebatên nêhînî kiriye û li hemû bajarên Kurdistana Îranê komîteyên xwecihî yên hizbê hatine damezrandin. Li wan cihan komîteyên ciwanan û komîteyên partîzanî hatine organize kirin, ku li gorî şiyana xwe, bi baldarîyeke mezin karên xwe dimeşînin.

Ev rêxistin bi Firqeya Demokrata Azerbaycanê re hevkariyeke nêzîk a biratiyê heye û di mijarên girîng de bi wan re şêwir dike.

Bêguman bernameya me heman bernameya Yekîtiya Komarên Sosyalîst ên Sovyetê ye, û di her rewşê de em li benda amojgariya rêberên tevgera demokratîk û azadîxwaz in. Me gelek caran bi awayê devkî nûnerên fermî [Sovyetê] li ser hemû bûyer û karên xwe, hem li ser axa Iraqê bi rêya nûnerê me yê rasterast li Bexdayê û hem jî li Tehran û Tebrîzê agahdar kirine. Ji bilî vê, hizbê me têkiliyên nêzîk bi Partiya Demokrat a Iraqê re jî heye.

Çavên me li Kremlinê ne, cihê ku tîrêjên ronahiyê jê derdikevin û rêya azadî û bexteweriyê ronî dikin, ji wir jî hemû gelên bindest ên ku ji bo azadiya xwe têdikoşin têne piştgirîkirin, û ev tîrêj tenê hêviya me ne, tîrêjên yasaya bingehîn a Stalîn.

Em dizanin ku Yekîtiya Sovyetê di şerê dawî de ji bo rizgariya gelên bindest têkoşiyaye, û hemû serkeftinên mezin ên Yekîtiya Komarên Sosyalîst ên Sovyetê bi rêya têkoşîna bo dadperweriyê hatine bidestxistin.

Gelê Kurd bi navê rizgariyê, bi navê serkeftina di şerê dawî de, bi navê wî xwînê rijiyayî, bi navê wan kesên ku di qada têkoşînê de ji bo dadperweriyê canê xwe feda kirine, ji Yekîtiya Sovyetê alîkariyê daxwaz dike û bi vê hêviyê dijî ku daxwaza wî bê qebûlkirin û alîkarî jê re bê dayîn.

Gelê Kurd li gorî şiyana xwe têdikoşe.Bawer bikin, em bi zincîrên çewsandinê hatine dorpêçkirin. Em di bin çavdêrî û binpêkirinên berdewam de ne. Ji ber mirovdostiya gelê Sovyetê, beşek ji birayên me penaberî axa Yekîtiya Sovyetê bûne, û em li vir tevî berxwedana li hember zehmetî û êşan, ji her cure azadiyê bêpar hatine hêştin. Tew mînak, zarokên me nikarin bi azadî bixwînin, malbatên me ji jiyaneke mirovî bêpar in, û çarenûsa me di destê çewsîner û xwînrêjên wan de ye. Ji ber vê yekê, gelê Kurd daxwaza rizgariyê dike, daxwaz dike ku ji zilmê rizgar bibe û azadî û bexteweriyê jê re bê dayîn.

Em daxwazê ji rêber û mamosteyê mezin, rizgarkerê tevahiya mirovayetiyê, bavê zîrek, Stalînê mezin dikin, ku li her kesî difikire, ku balê bikşîne ser rewşa me jî. Digel agahdarkirina we li ser hewcedariyên me, em ji we daxwaz dikin ku alîkariya me bikin.

Tevî şertên dijwar, em bi hemû komîteyên xwecihî re têkildar in, û heta ku dilê me lêdide, em amade ne ji bo rizgariya xwe têbikoşin.

Me ti pere ji bo meşandina karên xwe tune ye, û em hewceyî pere ne. Hemû ew hêzên ku em pê re têkildar in, amade ne ji bo têkoşînê rabin. Em hewceyî amojgarî û şîretên we ne, da ku em ber bi rêya rast ve biçin. Em li benda rênîşandan û fermanên we ne.  Bi navê Hizbê Nêhînî yê Demokrata Kurdistanê "Hizba Jiyana Kurd”"

Rehîm Sûltanyan

(24(24ê Sibata 1950) 5/12/1328
Li gorî nêrîna me, pêwîst e ev gav bêne avêtin:
Bername bi zimanê Kurdî di nav bernameya radyoya Moskowê de bê danîn. 

Bername bi zimanê Kurdî di nav bernameya radyoya Bakûyê de bê danîn. 

Bernameyeke taybet bi zimanê Kurdî di nav bernameya radyoya nêhînî ya demokrata Azerbaycanê de bê danîn. 

Heta niha ti amojgarî ji me re nehatine, em daxwaz dikin ku di wextê guncav de fermanên pêwîst ji bo kar û rêkarên guncav heta bi hûrgiliyên herî biçûk ji me re bêne dayîn.

Em we agahdar dikin ku nûnerê me li bajarê Tehranê hemû xal bi rêya birêz Îhsan Teberî ji we re radigihîne. Ji kerema xwe alîkarî bikin ji bo damezrandina têkiliyeke rasterast. 
Piştrastkirin: Cîgirê Serokê Îdareya Yekem a Wezareta Ewlekariya Dewleta Komara Sosyalîst a Azerbaycanê ya Sovyetê

Kolonêl /Nezerlî/

Îmze
didome…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.