Demokratên Rojhilatê Kurdistanê

Hesen QAZÎ nivîsand —

Şemî 13 Îlon 2025 - 08:00

Demokratên Rojhilatê Kurdistanê Di Belgenameyên Yekîtiya Sovyetê de  (Salên 1960 - 1947) 291[9]

Nivîskar û Wergêr: Kamran Emîn Awe
Kurmancî Kirin: Hesen Qazî

Mehabad
Jimare
ji bo Pêşewayê Azadiya Cîhanê


Bi pêşkêşkirina rêz û hurmeta zêde, sê rûpelên kurt ên li ser rewşa niha ya Kurdistanê, ew beşa ku ji aliyê Îranê ve hatiye dagîrkirin, ji we re têne pêşkêşkirin.

Ev xwedêgiravî ... heta niha bi hevkariya dilpak a hevalan, ku bi erkên xwe mijûl bûn, ji bo azadiya neteweya Kurd û bi hêviya serkeftina paşerojê – ku her nasîba me ye – têkoşiyaye, û bi baweriya ku Yekîtiya Sovyetê rêber û rizgarkerê neteweyên lawaz e û piştgiriya neteweyekê dike ku ji bo bidestxistina azadiyê têkoşîn dike, niha bi kurtî rewşa xwe ji we re radigihînin û bi navê azadiyê daxwaz dikin ku alîkariya pêwîst bidin vî gelî ji bo têkoşîn û rizgariya ji bin zordariya emperyalîstan.

Niha bi kurtî ... daxwazên xwe radigihînin û li bendê ne ku werin pejirandin û bicihanîn. Her wiha, heta niha daxwazên me bi rêya nûnerên rêberê gelek caran ji we re hatine ragihandin, yanî hûn rêberên azadî û dadperweriyê, mamoste û şîretkar û rizgarkerên hemû neteweyên azadîxwaz ên cîhanê û yên me ne. Ji me zêdetir agahdar in û di rewşa niha de alîkariyê bidin, bi berçavgirtina rewşa cîhanê û rewşa erdnîgarî, û di demekê de ku Amerîkaya emperyalîst û yên din bi hemû hêza xwe di nav eşîran de kar dikin. Hûn ji vê yekê agahdar in, ji ber vê yekê bi kurtî, li gorî têgihîştina xwe, daxwaza min ev e: Di qonaxa yekem de, em bi lez hewceyê alîkariya darayî ne ku di bin rêbertiya we de têkoşîna xwe berdewam bikin; di qonaxa duyem de, rêbertiya hûr û pêwîst ji nêzîk ve; di pileya sêyem de, rêbertiya siyasî... Alîkariya darayî bi qasî ku guncav e, ku hûn ji me dixwazin, wekî alîkariya siyasî, partîzanî an şoreşgerî, di dawiyê de bi xwe ji we re radigihînin li ser rewşa niha, rewşa erdnîgarî ya axê... bi berçavgirtina wan kiryar û gavên ku dewleta niha û axayên wê davêjin, û rewşa cîhana niha, daxwaza baldarî û alîkariya bilez dikin. Bêguman, me heta niha rewiş, helwêst û niyeta xwe bi rêya nûnerên we ragihandiye û eşkere kiriye ku armanca me heman armanca Yekîtiya Sovyetê ye, em şopdarê siyaseta wê ne, û hewla me azadiya neteweya Kurd e ji bin zordarî û girtinê, yekîtî bi dewleta Yekîtiya Sovyetê re, û fedakariyê ji bo rêbertiya bi rêbaza rêberê mezin Marşal Stalîn, şîretkar, mamoste û rizgarkerê neteweyên lawaz.

Payedar be Yekîtiya Komarên Sovyetê heta-hetayî, Generalîsîmos Stalîn.

Her wiha, hûn ji rewş û zordariya ku heta niha li ser hevalên me hatiye kirin û niha jî tê kirin agahdar in; hin ji wan hatine sêdarkirin, hin di zindanan de ne, hin jî ji bo surgûnê hatine dûrxistin, û hin jî niha reviyane wilayetên din. Hûn ji vê yekê agahdar in, û her wiha ji wan tengaviyan agahdar in ku roj bi roj li ser me dijwartir dibin. Ji ber vê yekê, daxwaz dikin ku dawî li û  vî zilmî ku li ser me hene bînin u me agahdar bikin ka heta çi astê, bi çi pîvanê û bi çi awayî çalakî bê kirin, û heta çi radeyê hûn dikarin alîkariya me bikin. 

Îmze

04/12/1328 [23/02/1950]
Rêxistin û Amûrên Pêwendiyê


Rêxistin:Komîteya Navendî: 15 kes

Endamên Berbijar û Cîgir: 15 kes

Komîteya Herêmî ya Bajar: 7 kes

Endamên Berbijar: 7 kes

Komîteyên 17 Bajarokan: 139 kes

Cîgir: 139 kes

Komîteyên 50 Eşîrên Qebîleyî: 350 kes

Cîgir û Endamên Berbijar: 350 kes

Amûrên Pêwendiyê:Otomobîlên Barhilgir: 10 kamîyon

Otomobîlên Siwarî: 7 kamîyon

Karmendên Pêwendiyê yên Navend û Bajarokan: 30 kes bi cîhazên bêsîm

Karmendên Pêwendiyê yên Navend û Eşîran: 100 kes bi cîhazên bêsîm

Karmendên Pêwendiyê bi Tebrîzê re: 10 kes bi cîhazên bêsîm

Nûnerên li Tebrîzê: 5 kes bi cîhazên bêsîm

Karmendên Pêwendiyê bi Iraqê re: 15 kes bi cîhazên bêsîm

Karmendên Pêwendiyê bi Tirkiyeyê re: 15 kes bi cîhazên bêsîm

Karmendên Ragihandin, Dengûbas û Çapemeniyê: 200 kes
 bi makîneyên wênegiriyê

[memûrê] Terorê: 500 kes

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.